Di 17ê Mijdara 1999an de ji aliyê UNESCOyê ve bi awayekî fermî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî hat qebûlkirin û her sal di 21ê Sibatê de li seranserê cîhanê tê pîrozkirin. Di çarçoveya mafên mirovan de ji bo parastina zimanên cihê yên cîhanê, pirzimanî ku mafê zimanê dayikê û balkişandina ser wê xalê, dibe xwedî rojek e girîng. Lê li pişt vê bûyera dîrokî û rojê ku peyamên girîng dide, ziman dibe xwedî nasnameyeke çandî û civakî. Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ne tenê pêdiviya parastina ziman îfade dike, di heman demê de dixe bîra mirov ku divê rêz li taybetmendiya her zimanî bê girtin.
Dîroka Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ji 21ê Sibata 1952an werdigere. Dema Tevgera Zimanê Bengalî li Bangladeşê, bi xwendekarên zanîngehê re Bangladeşî protesto dikirin, Bengaliyan daxwaza zimanê fermî li wan dikirin. Di wê demê de, hikûmeta Pakistanê, Urduyan zimanê Bengaliyan wekî zimanê fermî qebûl nekir û ji bo bê pişaftin her tişt kir. Ev yek ji bo nasnameya çandî û zimanê gelê Bengalîaxêvan mîna xeteriyekê dihate dîtin.
Dema herî trajîk a vê tevgerê di 21ê Sibata 1952an de pêk hat. Ji ber ku polîsên Bangladeşê, xwendekarên ku zimanê Bengalî diparastin gulebaran kirin û gelek xwendekaran jiyana xwe ji dest da. Ev bûyer ne tenê ji bo parastina zimanekî bû, di heman demê de bû sembolek û ji bo wê yekê ziman bû hêmanek bingehîn ku nasname û çanda gel diparêze. Tevgera Zimanê Bengalî careke din da xuyakirin ku ziman ne tenê navgîneke ragihandinê ye, di heman demê de ji bo jiyana civakekê hêmanek e jiyanî ye û mîrata wê ya çandî û dîrokî nîşan dide.
Biryara UNESCOyê û naskirina navneteweyî
Salvegera bûyera trajîk a ku di 21ê Sibatê de pêk hat, li Bangladeşê bû destpêka rojek nû û ne tenê bibîranîn, bi heman demê re ji hêla UNESCO ve ku girîngiyek navneteweyî bi dest bixe. Di 17ê Mijdara 1999an de vê rojê UNESCO yê bi awayekî fermî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî îlan kir û bang li hemû welatên endam kir ku vê rojê bi hev re pîroz bikin.
Ev roj ne tenê ji bo parastina ziman, di heman demê de ji bo balkişandina li ser girîngiya cihêrengiya ziman û pirzimaniyê jî xwedî girîngiyeke mezin e. Ev biryara UNESCOyê, bû banga parastina zimanên cuda yên cîhanê û pêşîgirtina li hember pisaftinê.
Îro Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ne tenê li Bangladeşê lê li seranserê cîhanê bi çalakiyên curbecur tê pîrozkirin. Ji bo bîranîna vê roja taybet, UNESCO her sal bi mijareke cuda destnîşan dike û gelek rêxistin, komeleyên çandî û civakên herêmî li çaraliyê cîhanê hewl didin bi pejirandina vê rojê hişyariya ziman û çandî bilind bikin.
Wekî mînak, li gelek deveran di vê rojê de gelek çalakî li dar dikevin û mijarên wekî mafên ziman, cihêrengiya çandî, windabûna zimanan û hwd. dixin rojevê. Ziman û çandên cûda bi çalakiyên çandî û xwepêşandanên cihêreng dixwazin zimanê xwe biparêzin. Û ji bo zimanê wan bibe zimanê fermî ku li dibistanan bê dayîn, dikevin nava hewldanên taybet.
Nirxên ku bi girîngiya vê rojê tê parastin
Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî destnîşan dike ku ziman tenê ji navgîneke ragihandinê wêdetir e, di heman demê de hêmanek girîng e ku çand, nasname û nirxên mirovan bê parastin. Her ziman xwedî mîraseke dîrokî, çandî û bi her awayê jiyana gelan ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê windabûna zimanan ne tenê di ragihandinê de zehmetiyan derdixîne, di heman demê de dibe sedema windabûna çand û gelê li ser wê erdnîgariyê dijî jî.
Di cîhana îroyîn de cihêrengiya zimanan her ku diçe dikeve bin xetereyên mezin. Gelek ziman ji hêla civak û gelên biçûk ve ku tê axaftin, ji ber serweriya zimanê serdestan û teknolojiya heyî, di bin bandora vê gerdûnbûna pişaftinê de dikeve nava xetereyek e mezin û ber bi windabûnê ve diçe.
Kêmnetewe û gelên li ber pisaftinê li ber xwe didin, bi naskirina Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî re pirrengiya zimanî pîroz dikin û hişyariya cîhanî ya ji bo parastina zimanî bi dengekî bilind berz dikin. Her wiha ev roja taybet ji bo pêşxistina zimên, derbaskirina astengiyên li ser û pê re pirzimaniyê diparêze.
Di perwerdehiyê de mafên ziman û pirzimaniyê
Nirxek din a girîng a ku di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de tê parastin, pirzimanî ye. Axaftina bi zimanên cihêreng ên li çaraliyê cîhanê firsendek mezin e ji bo zêdekirina têgihîştina çandên cihê. Gelek çand hebûna zimanê xwe bi çalakiyên cihê cihê pîroz dikin û dewlemendiya zimanê ku pê ve girêdayî ye kifş dikin.
Bikaranîna zimanê zikmakî di perwerdehiyê de rolek girîng dilîze ji bo ku zarok perwerdehiyek rast werbigirin. Li gelek welatan, xwendekarên ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê dibînin, pêşketina rewşenbîriyê baştir bidest dixin. Ji ber vê yekê, mafên ziman ne tenê hebûna zimanan e, di heman demê de mafê perwerdehiya bi wî zimanan jî dihewîne. Di perwerdehiyê de bikaranîna zimanê zikmakî, ji bo zarok xwe baş îfade bikin û hînbûna xwe bi pêşketinê dest bixin, girîngiya hînbûn û axaftina bi zimanê zikmakî ve girêdayî ye.
Encam
Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî tîne bîra mirov ku ziman ne tenê navgîna ragihandinê ye, mîrateyek girîng e ku nasname û çanda gelan pê re hildigire. 21ê Sibatê peyama ku divê zimanên cuda û cihêrengî bê parastin çiqasî bihewîne jî, gerek bi vê rojê tenê sînordar nemîne û her rojan bike rojên ziman.
Bi taybetî zimanê kurdî ku li ber xetere û astengiyên mezin ên pisaftinê li ber xwe dide, divê li asta cîhanê biqîre da ku bibe zimanê perwerdehiyê û bi perwerdehiya zimanî repirzimaniyê jî teşwîq bike. Windakirina zimanekî çawa tê wateya tunebûna çandan û eyeyan, ji bo zimanê kurdî jî heman tişt derbas dibe û dibê parastina ziman bi her cûreyê jiyanê re ku dewlemendiya ziman e, bê axaftin û rave kirin.
Her sazî û dezgeh û kesayetên ku xwe berpirsiyarên vî zimanî dibînin, li gor pêdiviyan tevnegerin, çi qasî Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê her sal bi çalakiyên hişyarkirinê û cihêrengpîroz bikin jî, ew ê nikaribin xetereyên li ziman ên berdewam têk bibin û ew ziman hin bi hin bi xwe ber wê têk biçe.
Bo vê bi her awayî û her demê dibê bê berz kirin ta ku zimanê zikmakî bibe zimanê perwerdehiya li dibistanên fermî. Bêsekin xebat bêne meşandin û parastina zimên di rojê taybet de neyê sînorkirin.