Li taxa Yeniyê ya Şirnex ji bo endama YJA-Starê Rêvan Aslan (Berîvan Katar) a di 25ê adara 2025an de li Zapê jiyana xwe ji dest dabû, li Mala Şînê ya Mehmet Emîn Acar serdanên sersaxiyê ji bo malbatê tên kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl xwestin biçin serdana malbatê. Girse bi astengiya polîsan re rû bi rû ma. Li ser astengkirina polîsan girseyê bertek nîşan da û dirûşmên, ‘Şehîd namirin’ û ‘Ey şehîd xwîna te li erdê namîne’ berz kir.
Di navbera polîs û girseyê de gengeşî û minaqaşe derket, polîsan hewl da bi tundî êrişî girseyê bike. Di gengeşiya derket de welatiyê bi navê Sedîk Kulter hat binçavkirin.
‘Walî li pey provokasyonê ye’
Li ser astengiya polîsan, parlementer Newroz Ûysal Aslan hevdîtinek bi Waliyê Şirnexê Bîrol Ekîncî re kir. Walî di hevdîtina li gel Newroz Ûysal de diyar kir ku ew destûrê nade ku bi girseyî serdana mala sersaxiyê bê kirin.
Girseya ku hat astengkirin bertek nîşanî Waliyê Şirnexê da û got ev yek hewldana provakasyonê ye.
Girseya ku dixwaze biçe serdana malbatê di nava dorpêçê de tê sekinandin.
