Endamên DEM Partî û AKPê yên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di civîna 18ê Cotmehê de pêşniyar kirin ku navê Rojîn Kabaîş a tê îdiakirin ‘întîhar’ kiriye, li avahiya xizmetê ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê were kirin. Pêşniyar, bi piraniya dengan a meclisa şaredariyê ve hat qebûlkirin. Biryar hat dayin ku navê avahiyê bibe “Navenda Jiyanê ya Jinan a Rojîn Kabaîş.’ Ji bo erêkirina biryarê, ji walîtiyê re hat şandin û ev biryar ji hêla walîtiyê ve hat redkirin.
Di biryara redkirinê de ev îdia hat kirin: “Biryara hatiye dayin, ne li gorî xala 24an a rêziknameya têkildarî navnîşanê ye.”