Walîtiya Şirnexê, gelek qadên girêdayî navendê û navçeya Silopiya, Basa, Qileban û Elkê heya 15 rojan wekî “herêma ewlehiya taybet” îlan kirin. Di nava van qadan de hin deverên girêdayî Besta, Gabar, Cûdî û Faraşînê jî hene. Qedexe wê heya 13 Îlonê bidome. Serokkomarê Tirkiyeyê yê AKP’î Tayyip Erdogan çend roj berê li Bedlisê beşdarî merasimekê bûbû û axivî bû. Erdogan gotibû li vî welatî qedexe û xizanî tune ye. Lê her roj agehiyên qedexeyan belav dibin. Girtiyên bi kurdî bi malbatê re diaxivin telefona wan tê qutkirin. Zozan tên qedexekirin. Belavkirina rojnameyan tê qedexekirin. Qedexeya li ser girtigeha Îmraliyê didome.