11 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Walîtiya Mêrdînê meşa zimanê dayikê ya li Qoserê qedexe kir

Meşa ku Egîtîm-Senê xwest bi dirûşmeya "Em perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin"li navçeya Qoserê li dar bixe, ji aliyê walîtiyê ve hat qedexekirin.

Nûnertiya Egîtîm-Sen a Qoser a Mêrdînê, xwest bi dirûşmeya “Em perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin” meşekê li dar bixe. Polîsan bi îdiaya “biryara qedexeyê ya walîtiyê” meşê asteng kir.

Piştî vê endamên Egîtîm-Senê li Qada Azadiyê pankarta “Em perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin” vekirin û çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Welatiyên li derdorê jî piştgirî dan çalakiyê û bi dirûşmeyên wekî “Zimanê me rûmeta me ye” û strana “Zimanê Kurdî” bertek nîşanî astengkirina meşê dan.