Walî ji gundî dipirse: Tu dê dahşikê xwe bibe ku? Gundî dibersivîne: Ez ê li dibistane qeyda wî çekim. Da bibe walî.
Li Kurdistanê gelek çîrok û mesele hene ku hem mirovan difikirîne û hem jî dide kenandin. Di hundirê her çîrokekê de rastiyek heye. Di hundirê her çîrokekê de berxwedanek û serpêhatiyek heye. Her ku têkiliyên civakê pêş ketine û her dan û stendin zêde bûye, van têkiliyên civakî li pey xwe hilberînek û afirîneriyek pêş xistiye. Bi hezaran salan gel li ser vê axê dijî. Kurd, suryan, asûrî, keldanî, ereb, faris û gelek civakên din hatine li ser vê axê û çûne. Her ku yên hatine li pey xwe serpêhatiyek hiştiye.
Ji ber aliyê civakê li ser vê axê pir xurt e û qedîm e, daneheva hezaran salan bi ser hev de kelijiye û dilop bi dilop daweriviye û damisiliye û heta roja îro hatiye. Her ku ji devekî derbasî devekî din bûye, her ku ji qirnekî derbasî qirnê din bûye bêtir cewher girtiye û çirûsiye. Bêtir xemilî û kemiliyê. Wekî ostayekî ku kevir bi teşe dike, bi sebrek mezin û kedek bêhempa çakûç bi çakûs, kevir dinixirîne û bi teşe dike. Aliyê xwar, aliyê zêde jêdike û teşekî nû, rengekî nû, wechekî li hevhatî lê dike. Her herêmek xwedî serpêhatiyek e. Her erdnîgariyek xwedî çîrok û qerfên taybet e. Yek van bûyerên qerfî ku rasteqîn e li Navçeya Pilûr a Dêrsimê derbas dibe. Ez dixwazim ku di vê nivîsê de çîrokeke wê herêmê ya qerfî bi we re parve bikim.
Xelkê navçeya Pilûr a Dêrsimê bi sewalkariyê bi nav û deng in û taybetmendiyeke wan a balkêş heye ew jî wek xelkên Amûda Binxetê tucaran di bin gotinan de namînin û kesê ku bela xwe li wan bide polî poşman dibe.
Rojekê walî diçe serdana qeymeqamê navçeya Pilûr a Dêrsimê û hinekî bi hevre li deverê digerin. Mêrikek dehşika kera xwe xistiye hembêza xwe û kera wî jî li pey wî ye ji aliyê din ê rê ve tên. Walî ji qeymeqam re dibêje ka em ê hinekî tinazên xwe bi vî zilamê navçeya te bikin û ji xwe re pê bikenin.
Qeymeqam dibêje waliyê min haya te ji te hebe xelkên vê navçeyê di bin gotinan de namînin. Ditirsim ew jî tiştekî ne xweş bersiva te bide li şûna tu pê bikenî moralê te xera bibe. Walî dibêje na û israr dike ku tinazê xwe bi wî zilamî pilûrî bike. Walî ji qaymeqam re dibêje tu dengê xwe neke, tenê min bide naskirin bêje ev waliyê me ye û ez ê tiştekî wiha jê re bêjim ku nikaribe bersiva xwe bide.
Heyeta walî û mêrikê xwediyê kerê digihên rastî hev silavê li hev dikin û qaymeqam dibêje ev waliyê me ye hatiye li hal û rewşa xelkê navçeyê bipirse. Mêrik dehşika wî di hembêza wî de, xêrhatina wan dike û naxwaze raweste, dixwaze riya xwe berdewam bike. Lê Walî dixwaze bela xwe lê bide û hinekî tinazên xwe pê bike. Walî ji mêrik re dibêje: Niha Xwedê ji te razî te ew sebiyê xwe xistiye hembêza xwe û diya wî jî li pey te ye, hûn wiha bi malbatî diçin ku?
Mêrik jî bêyî xwe aciz bike, hema di cih de bersiveke wiha dide Walî ku wî li hev şaşo maşo dike. Mêrik ji walî re dibêje; Ji xelkê tê veşartin ji Xwedê nayê veşartin, birêz Walî bi serê bavê te kim em diçin qeydiya sebî çêkin ji bo bixwîne û wekî te ew jî bibe walî.
Walî û heyeta xwe yên ku dema Walî tinazên xwe bi mêrikê xwediyê kerê kir bûbû harhar û tîqtîqa kenê wan dema bersiva mêrik dîtin di cihê xwe de cemidî man û qeymeqam bi zirt ji mêrik re got biçe bicehime bi riya xwe de.