Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, nivîsên kurdî yên ku polîsan bi fermana walîtiyê jê birin careke din nivîsandin.
Nivîsên kurdî yên wekî “Pêşî Peya” û “Hêdî” yên ku Şaredariyê li ser rêyan ji bo hişyarkirina wesayîtan nivîsandibûn, bi fermana walîtiyê hatibûn jêbirin. Şaredariyê careke din heman nivîs nivîsandin.