7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

 ‘Vîzyona cîhana tirk’ û metirsiyên wê

Bi îhtîmaleke mezin, UTG, bêyî ku pêşketin hebe, heger tenê ji ber meylên herêmî be jî dê qursa ber bi aboriyê bidomîne.

Yekîtiya Aborî ya Ewrasyayê (EAEU) û Rêxistina Dewletên Tirk (UTG) di warê rewşa komeleyan û dînamîkên pêşveçûna pêvajoyên entegrasyonê yên li hundir û derve de di nav ‘kategoriyên giran’ de ne. Îro Yekîtî; bloka bazirganî û aborî ya kûr a yekgirtî ye. Bi bazarên hevpar ên mal, ked, karûbar û sermayeyê ve girêdayî ye. UTG bi piranî avahiyeke siyasî ye ku li ser bingeha civaka çandî û zimanî ye û li ser geşepêdana çand û nasnameya tirkî ye. Lê belê, di van salên dawî de, ew herku diçe bêtir hewl dide ku rêya aborîbûnê bişopîne û ji bo vê yekê bergiriyên pratîk û normatîf-sazûmanî digire. Mînak, di sala 2021an de belgeya bingehîn a têgînî – ‘Vîzyona Cîhana Tirk – 2040’ pejirand. Gavên din ên girîng di sala 2023yan de avakirina Fona Veberhênanê ya Tirkan û di Tîrmeha 2024an de îmzekirina Memoranduma Avakirina Konseya Bankeyên Navendî yên welatên endamên UTGyê bû.

Ligel vê yekê, UTG di qonaxa niha ya xebata xwe de, li ber çavan tê girtin û sînorên aborî û sazûmanî yên sîstematîk ji bo berjewendiyên stratejîk ên Rûsyayê li Asyaya Navîn û bi berfirehî, li Ewrasyayê, xetereyeke cidî çênake. Û di heman demê de ne alternatîfeke hevsengiyê ye ji bo EAEU. UTG ya Qazaxistan û Kirgîzistanê ku di heman demê de endamên EAEU ne û Ozbekistan wekî dewleteke çavdêr di Yekîtiyê de ye. Ev yek berovajî hewldanên Federasyona Rûsyayê ya avakirina pêvajoyên entegrasyonê li gor modela EAEU+ li herêmê ye. Herwiha Rûsya eleqedar e ku Yekîtî wekî bingeha sazûmanî ya sereke ya Hevkariya Ewrasyaya Mezin bimîne û Moskow wekî ‘beşkarê’ wê yê sereke ye. Wekî din, di pêşerojê de, pêşketina çalaktir a projeyên lojîstîkî yên UTG xetera têkbirina rista pêşeng a Federasyona Rûsyayê di korîdorên veguhestina Ewrasyayê de, bi taybet ya xeta Bakur-Başûr heye.

Bi îhtîmaleke mezin, UTG, bêyî ku pêşketin hebe, heger tenê ji ber meylên herêmî be jî dê qursa ber bi aboriyê bidomîne. Û niha, dema ku konturê entegrasyonê di nav UTG de nû dest pê dike, wextekî çêtirîn e ku mirov nêzîkatî û stratejiyên ji bo bersivdana Rûsyayê ji van pêvajoyan re formule bike.

Wisa dixuye ku tunehesibandin an jî paşguhkirina hewldanên entegrasyonê yên UTG, tevî hemû dijwarî û qedexeyan, ne tenê bêwate ye, di heman demê de xeternak e. Di vê rewşê de xetereya sereke ya ji bo Rûsyayê valahiya agahdariyê ye ku bi demê re derbarê destpêşxerî û projeyên aborî yên di UTG de mezin dibe, ku ev yek dijwar dike ku di wextê xwe de bersivê bide wan heger ew bêne bicihkirin. Stratejiya neyênîkirina UTG bi pakêteke di forma rexneya giştî ya komeleyê de û bergiriyên ji bo têkbirina wê ji bo Rûsyayê bandorên erênî nade. Retorîka neyînî ya vekirî ya li hember UTG ji Federasyona Rûsyayê û hewldanên Moskowê yên ji bo ‘qirkirina’ komarên Asyaya Navîn ji Rêxistinê bê guman dê ji hêla hevkarên Rûsyayê ve bi dijminatî bê bersivandin, ku ew ê nexwazin xwezaya xwe ya pir-vektorî bikin qurbanî û di navbera bijarteyên  EAEU / Moskow û UTG / Enqere de hilbijêrin.

Formata sazûmankirina diyaloga di navbera EAEU û UTG de û hevkariya bêtir bi însiyatîfa Rûsyayê jî ne çêtirîn e. Bi kêmanî di salên pêş de ev wisa xuya ye. Pejirandina potansiyel a Memoranduma Têgihihiştinê di navbera komeleyan de wekî pêngaveke destpêkê ji bo destpêkirina diyalogê jixweber tê wateya ‘bexşkirina’ statuyê ji hêla EAEU ve, ku tenê dê bibe sedema bihêzkirina kesayetiya hiqûqî ya navneteweyî ya UTG û rista Tirkiyeyê weke hêzeke herêmî. Xuya ye, ji bo Rûsyayê tekane nêzîkatiya hevseng di salên pêş de ev e ku bi welatên endamên UTG re di forma EAEU+ û Azerbeycanê de hevkariyên armanckirî ava bike, ku Rêxistinê ji warê darayî, bazirganî, aborî û veguhestin û lojîstîkê ve derbas bike.