Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ku di sala 2020’î de dest bi xebata pirtûka Rêzimana Kurmancî kir, di cotmehê de çap kir. SZK’ê piştî pirtûk çap kir, di 25’ê kanûnê de danasîna pirtûkê kir. Têkildarî rewşa ziman, xebatên ziman ên beriya şoreşa Rojava û piştî şoreşa Rojava em bi Hevseroka SZK’ê Vîyan Hesen re axivîn.
Hevseroka SZK’ê Vîyan Hesen ewil li ser rewşa ziman a beriya Şoreşê axivî û wiha got: “Beriya Şoreşê li Rojava bi her awayî ziman û perwerdehiya kurdî qedexe bû. Li hemû sazî û dezgehên dewletê zimanê kurdî qedexe bû. Dewletê nedihişt ku kurd zimanê xwe biparêzin. Lê piştî şoreşê rê li pêş ziman, perwerde û çanda kurdî vebû. Şoreş ji bo hebûna kurdan bû derfetek. Piştî şoreşê gav bi gav kurdî pêş ket. Perwerdehiya zimanê kurdî ji dibistanên seretayî dest pê kir û îro li zanîngehan jî perwerde bi kurdî ye. Li Rojava bi awayeyekî fermî perwerde bi kurdî ye. Di warê çap û ragihandinê de jî rê li pêşiya kurdî hatiye vekirin. Bi dehan dezgeh vebûne û bi kurdî xebatê dikin. Ev dezgeh bi gelek zor û zahmetiyan hatine avakirin. Piştî şoreşê kurdî bûye zimanê mal, jiyan û perwerdehiyê.”
Di nava şoreşê de şoreşa ziman pêk hat
Vîyan Hesen li ser xebatên ziman ên piştî şoreşê rawestiya û ev agahî dan: “Saziya Zimanê Kurdî (SZK) di sala 2007’an de hatibû avakirin. SZK’ê beriya şoreşê bi awayekî veşarî perwerde dida. Lê piştî şoreşê êdî ne veşarî, bi awayekî fermî dest bi xebatan kir. Êdî bi fermî navendên saziya ziman hebû. Mamoste, civak û her kes dihat pêşwazîkirin. Saziya Ziman mamoste, civak û her kes bi fermî perwerde dikir. Mamosteyên kurdî perwerde dikir. Piştre bi pêşengiya Saziya Ziman Desteyên perwerdehiyê hatin avakirin. Hemû kar û barên dibistan û perwerdehiyê dan ser milên xwe. Gelek akademî, enstîtu û peymangehên perwerdehiyê vebûn. Bi şoreşê re wekî hemû qadan, qada ziman jî her ku çû fireh û geş bû. Her ku dem derbas bû şax jê çûn û mezin bû. Niha zanîngeh hene. Komîteya amadekariya berhem û materyalan heye û akademiyên ziman û perwerdehiyê hene. Hemû di bin sîwana ziman û perwerdehiyê de cihê xwe digirin. Em dema li Rojava dinerin, bi rastî di nava şoreşê de şoreş pêk hat. Berê bi her awayî qedexe bû. Piştî şoreşê rê li pêş vebû û bû zimanê hemû dezgehên kurdî. Îro bi sed hezaran zarok bi vî zimanî dixwînin û perwerde dibin. Ev ji bo zimanekî şoreş e.“
Beriya şoreşê xebatên ziman di malan de veşarî dihatin kirin
Viyan Hesen, der barê çîroka Saziya Zimanê Kurdî de agahî dan û wiha axivî: “SZK di sala 2007’an de vebû. Komek mamosteyên kurd bi armanca pêşxistin û xwedîderketina zimanê kurdî sazî vekirin. Van mamosteyên kurd ji bo kurdî tune nebe, ji bo kurdî biparêzin û hindik be jî zarokên kurd fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bibin Saziya Zimanê Kurdî (SZK) vekirin. Xebatên perwerdehiyên kurdî heta beriya şoreşê jî veşarî di malan de dihat kirin. Gelek kes di malan de fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bûn. Heta 2011’an piştî pêngava şoreşê dest pê kir, êdî SZK’ê aşkere dest bi perwerdehiya mamosteyan kir. Ji bo mamoste karibin li dibistanê kurdî perwerde bidin heta 2014’an SZK’ê mamoste perwerde kirin. Heta 2019’an jî bi xebatên perwerdehiyê mijûl bû. Piştî 2019’an êdî Navenda Lêkolîna Ziman li Bajarê Qamişloyê vekir. Ji 2019’an heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî saziya lêveger a ziman xebatê dike.”
Di nava şer de xebatên ziman pêş ketin
Vîyan Hesen bal kişand ser zor û zahmetiyên xebatên ziman û wiha zêde kir: “Ji destpêka Şoreşa Rojava heta niha gavekê jî şer ranewestiya ye. Her roj şer heye. Xebatên ziman û perwerdehiyê jî roj bi roj bi şer re meşiya ye û di nava şer de pêş ketiye. Di nava şer û êrîşan de helbet xebatên ziman zahmet in. Disa Rojava hatibû dorpêçkirin. Me nekarîbû xwe bigînin xebatên zanistî, çavkaniyên akademîk. Heta niha jî hin çavkaniyên ku em dixwazin me xwe negîhandine wan. Dema xebatên perwerdehiyê jî zahmetî hebûn. Me dibistan vedikirin, lê avahiyên dibistanan tune bûn. Yên berê jî di şer de hatibûn xerakirin. Zahmetî her hene. Lê tu caran jî xebatên ji bo ziman nesekinîn. Ji aliyên akademîk û zanistî jî me gelek zahmetî kişandin. Bêyî ku em perwerdehiyek akademîk bibînin me dest bi xebatên pirtûkan kir. Li welatên xelkê ji bo ziman mastir û doktora dikin. Bi taybet perwerde dibin û piştre dest bi xebatê dikin. Lê yên me di nava şer û karê rojane de xebatên ziman pêk hat. Me ji tecrûbeyên deh salan dest bi xebatê kir. Me bi derfetên xwe û xwe bi xwe xebatên ji bo ziman kir û astengî derbas kir.”
Me sûd ji pirtûkên kurdî, erebî û îngîlîz girt
Hevseroka SZK’ê Vîyan Hesen da zanîn ku wan ji bo xebata Rêzimanê Kurmancî ji 2020’î ve dest bi kar kirine û wiha berdewam kir: “3 sal in em xebata Rêzimanê Kurmancî dikin. Tecrubeya 10-12 salên perwerdehiyê hebûn. Me mijarên ku di perwerdehiyê de dît û mînakên ku me di perwerdehiyê de dan me nîşe girtin. Me wekî çavkanî, çavkaniyên rêzimana kurmancî, soranî û zazakî li ber çavan girt. Me hemû çavkaniyên rêzimanê kurmancî bi dest xistin û me hemû li ber çavan girt. Me ji zêdeyî 10 pirtûkên rêzimanê kurmancî sûd wergirt. Me di pirtûkê de hemû çavkanî jî nişan dane. Dîsa li gel çavkaniyên kurmancî, me ji pirtûkên rêziman ên erebî û îngîlîzî jî sûd wergirtiye. Di aliyê teknîk û dabeşkirinê de me gelek sûd ji pirtûkên ingîlîzî girt.”
Pirtûk ji şeş beşan pêk tê
Hesen der barê pirtûkê de jî agahî parvekir û got: “Pirtûk ji şeş beşan pêk tê. Ev mijarên rêzimanî ne. Peşa yekem deng naşi ye. Beşa duyem morfoloji ye. Beşa sêyem ristesazî ye. Beşa çarem watenasî ye. Beşa pençem rastenivîsîn e. Beşa şeşem jî xalbend^î ye. Heta ji destê me hat em li ser têgehan rawestiyan. Ne tenê di asta kurmancî de, di asta zaravayên din de jî em li ser rawestiyan. Hin têgeh di zaravayên kirmanckî û soranî de jî hene me ew jî li ber çavan girt. Di aliyê dabeşkirinê de jî me rêbaza cîhanî esas girt.”
Karê saziyê ziman e
Hevseroka SZK’ê Hesen nêzîkatiya Rêveberiya Xweser a der barê pirtûkê jî nirxand û wiha dirêj kir: “Rêveberiya xweser li gorî çi ev pirtûk bejirand. Ji ber ku Saziya Ziman a Kurdî (SZK) li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê saziya lêveger e. Vegera zimanê kurdî ye. Saziya vî karî ye. Ji ber vê yekê esas girt. Di aliyê ferhengê de jî, ji SZK’ê çi qebat derkeve dê wê Rêveberiya Xweser van xebatan bike lêveger.”
Wê bibe pîvanên pirtûkên perwerdehiyê
Hesen girîngiya pirtûkê ya ji bo perwerdehiyê û ziman jî nirxand û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Di perwerdehiyê de ev berhem dê rolek çawa bide ser xwe. Berhem ji bo mamosteyên beşa zimanê kurdî, xwendekarên zanîngehê yên beşa zimanê kurdî, xwendekarên peymangeh û enstîtuyan dikarin ji vê berhemê sûdê bigirin. Lê ne berhemek hînkirinê ye. Berhemên perwerdehiyê dê berhemên xwe gav bi gav li gorî vê pirtûkê nû bikin. Belkî nebe pirtûkek dersan û li ser wê ders neyên dayîn. Lê pirtûkên dersan dê li gorî wê bên nûkirin. Ev jî demek dirêj û xebatek dirêj dixwaze. Wê berhem gav bi gav û li gorî derfetan bên nûkirin. Divê mamoste hemû li gorî vê berhemê bên perwerdekirin.”
Me ji hemû sazî û dezgehên hundir û devre re şand
Hesen anî ziman ku pirtûk dê ji bo Rojava an ji bo hemû Kurdistanê be û wiha pêde çû: “Pirtûk esas ji bo yekgirtina nivîsandina ziman a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye nivîsandin. Ji bo standartkirina zimanê nivîskî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Armanca vê xebatê jî ji bo yekdestgirtina zimanê nivîskî ye. Em hevî dikin ku ji bo xizmet û xebatên ziman bibe gavek. Beriya ku em berhemê çap bikin me ji gelek nivîskar û dezgehên ziman ên parçeyên din ên Kurdistanê û derve re şandin. Piştî nirxandinên wan hin tişt hatin rastkirin û piştre pirtûk çap bû. Armanca esasî ji bo sazi û dezgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me ev berhem amade kiriye. Ji bilî vê berhemê, xebatên li ser ziman didomin. Mînak amadekirina ferhengan li Rojava hêdî hêdî me daye destpêkirin. Xebaten wergerê yên ji zaravayên soranî û yên din jî hene. Wekî din bi dehan berhemên ziman û zimannasiyê hene. Em wan dikin kurmancî. Dîsa em berhemên ji zimanê erebî û îngîlîzî wergerî kurmancî dikin.”
Vîyan Hesen herî dawî li ser rexne û nirxandinên der barê pirtûkê de jî agahî da û wiha got: “Danasîna pirtûkê hat kirin. Nerîna giştî ew e ku pêdivî bi pirtûka yekgirtî heye. Pêdiviya Rojava bi standartkirina ziman heye. Ji ber wê jî berhem baş hat dîtin. Wekî fikr û stratejiya berhemê gelek kes erênî dinirxînin. Lê li ser hin beşan rexne jî hene. Beriya danasînê jî hin rexne li ser berhemê hebûn. Rexneyên erênî hebin û bi rêbazekê karibin me qanih bikin ku pêşkêş bikin em wekî sazî ji rexneyan re vekirî ne. Em dixwazin heta dawî berhem bi awayekî erênî bê rexnekirin ku sûdê bide me. Ji bo çapên din jî ku hin xal hebin em wan sererast bikin. Bi piranî kesên ji qadê fêm dikin ji bo vê berhemê gelek dilxweş in. Armanca wan jî ewe ku di aliyê nivîskî de standartek çê bibe. Bi piranî daxwaz standara ziman e.”