Li ser jiyanê.
Em ê jiyanê û xwe çawa fehm bikin, çawa bi rêve bibin, em ê bi jiyanê re çawa bimeşin?!
Mirov berhemekî xwezayê ye û di pêvajoya jiyana di himbêza xwezayê de, hînî gelek pêngavê jiyanê yên civakî bûye.
Jiyana civakî û di vê jiyanê de rêveberî jî yek ji pêşveçûna mirov a civakî ye. Helbet li gorî şert û mercan di hêla şênberî, razayî û derûnî de diyalektîkek jiyanê afiriye û vê diyalektîkê şêwe daye rêveberiyê jî. Mirov dikare bibêje di vê herhebûnê de vîn û îradeya mirov diyarkereke jêneger e.
Lê gelo ev îrade çawa rû dide û jiyanê çawa dide meşnadin di herikîna demê ango zeman de!
Îca dem û veguherîna xweza, jiyan û civakê kiriye ku kes; têkildarî kes jî civak û jiyana hevpar a komî li gorî dewrê, şert û mercan xwe daye rû. Di herikîna demê de jiyana komûnal, Demokrasiya Dêrîn, a Neolîtîk a Dayiksalarî, a Baviksalarî; qralî-împaratorî û di dema me de demokrasî, komarî, totalîterî û her wekî dinê. rû dane.
Belê.
Dixwazim bibêjim di van rêveberiyan de vîn ango îradeya gel çawa bandorê li xwebirêvebirinê dike.
Gelo li ser kes, civak, gel û neteweyan her û her pêkutî, kedxwarî û tundiya desthilatdariyê heye! Kes, civak, gel dikare rasterast tev li rêveberiyê bibe an jî deste, kom û kesê ku rêveber e derfetê dide vê rewşê.
Hilbet mijar tevlîhev û tije nakokî ye. Têkildarî rewş civak, zeman û dîrokê ye. Rewş her guherbare, di bin bandora dîn ango bawerî, mîtolojî, çand, wêje, ziman, îradeya pejirandina bi hev re jiyan an jî zordarî, mêtingerî, kedxwarî û herwiha ye.
Lê dixwazim li ser deshilatdariyên rojane, yên dema me çand gotinan bibêjim.
Di dema me de bi navê çend şêweyan, xwedêgiravî demokrasî, yanî desthilatdariya gel heye; yanî dibêjin “gel xwe bir rêve dibe, desthilatdarî a gel e!”
Va li Ewropa, Rojhilata Navîn, Asya, Amerîka û hwd. rewş ev e.
Gelo bi rastî jî wisa ye?
Gelo dîsa li ser navê demokrasî ango li ser navê îrdaye gel; xwestekên gel ango gelan pêk tê, yan jî kom, komik, deste yanî yên ku mal, milk, pere û dewlemendiyê di dest xwe de digirin civakê birêvedibin yan jî gel?
Ê hûnê bibêjin ma gel dipejirîne, ango raya xwe, dengê xwe dide û rêveberên xwe dineqîne.
De ka em hebikî rewşê bikolin;
Carekê her civak ango di nav sînorên dewletên neteweyî tevan de, bi tenê gelek bi serê xwe nîne, gelek bi têna serê xwe najî; bi çendan gel, netewe, baweriyên cuda, çand û rengên cuda hene. Lê dewlet an jî rêveberî (yên ku van şert û mercan bi cih tînin jî ji aliyê siyasî û aborî tev hevkarê netewe dewletan yanî hevkarên mêtingerî û faşîzmê ne. Mêtingerî dagirkirina welatên gelan e ku her xerîbê axê ye, pîj e û bela serê gel û baweriyan e. Faşîzm jî rêveberiya zordestî, yekdestî ya dermirovî!) li ser navê gel, çand û baweriyekê rêveberiye dike û her cure qedexe li ser ziman,çand, bawerî li holê ne. Kedxwarî, mafxwarî bi rewşek modernî(!) didome.
Dixwazim bibêjim ku her çiqasî nav demokrasî ango desthilatdariya gel be jî; maf, hiqûq, ewlehiya jiyanê û xweşxwebirêvebirina demê, ango bextewarî çi ya kesî çi ya civakî wisa bi rehetî pêknayê, na, nayê cih. Ev rewş nabe dermanê dilan. Jixwe dema ku netewedewlet ango rêvebirinek li ser yekdeng û rengî û navendî he be, çi kes an ji çî civak nikare zû biz û xwestek û derdê xwe bigihinê rêveberiyê û kula xwe derman bike. Mînaka rojanê Tirkiyayê ye; ji tirk û tirkî pê ve tu kesî nasnakin, mafê jiyanê tev ên wan in ku ev qirkirina mafê mirov, mafê gelan û zimanê wan e ku nexasim ên ku bêhtir zilmê dibînin Kurdên xwecihî, xwediyê vê axê ne û bi qirkirina faşîzma netwedewleta Tirkan re rû bir û ne û qaşo Cîhana demoqrat(!) jî hevkarê wan ji bonî berjewendiyê. Rêveberî çiqasî nêzîk û xwegihandin çiqas rihet be, rêveberiya ji bo mafê mirov xweş pêk tê. Yanî li dewsa rêvebirina navendî, rêvebirina herêmî, pir-rengî hebe, azadiya mirov û civakê hê xurt-tir dibe, jiyan bêhtir hesan û xweş dibe.
Rêveber ji aliyê gel ve rasterast tên hilbijartin, yanî demokrasiya gel a ku rasterast gel bixwe pêktîne dertê holê. Demokrasiya rasterast rû dide. Rêveberî herêmî-xwecihî û ji nav gel be gel ji nav xwe hilbijêre, ne ji jor ji aliyê navendê û kesê nenas ku derd û kulên herêmê nizan be bin, ew e jiyan xweştir bimeşe, çareseriya rast derkeve holê. Tew ku rêveberî ji salê carekê dikaribe, ku neyê ecibandin ji aliyê gel ve paşve bê kişandin, ew ê zordariya desthilatdarî ya rêveberiyê li ser gel qels, hema bibêjê dê tune bibe. Ji bonî ku mêtingerî û kedxwarî li ser gel tune bibe; rêveberiya xwecihî ango Xweseriya Gel- Xweseriya Gelan bêhtir li ser bingeha wekhevî, azadî û parastina jiyanê rûdinê, jiyan xweştir dibe. Mirov ne bi pirsgirêkên serdestî û bindestiyê bi pirsgirêkên astengiya jiyanê ve têkildar dibe, çareseriyê diafirîne û tirsa zordestiyê radibe. Hilbet jî bonî vê jî mirovê azad, xwedî hişmendî û zane divêt e ku ev karê perwerdehiyê ye; perwerdehiya kes û ya civakî ku xweserî di dil û mejî de rûne kesayeta azad jî bi pêş dikeve.
Mînakên herî guncav ji bo me Kurdistana Federal a Başûrê Kurdistanê û Xweseriya Demkratîk a li Rojavayê Kurdistanê ne. Çima yek-Başûr, desthilatdarî ji aliyê navdewletî xweş tê dîtin û neyarên me kurdan li wira rihetir tevdigerin û ya dinê Rojava, vîn, îradeya gelan, çima ji çar hawîr ji aliyê neyarê kurdan û hêzên navdewletî ve ligel ku Rojavayiyan DAÎŞ’ê neyarê mirovahiyê jî têk biribin, her roj bi êrîşên hovane rû bi rû ne tê fêhmkirin!
Mixabin mirovahiya hemdem her durû ye!
Vîna gelan naxwaze, desthiltadariyê bikar tîne.
Lê kurd dê vîna xwe xurt bikin û bikin rêveberî!
Weke peyva dawî û rast desthilatdarî zordestiyê, lê vîn ango îrade azadiyê tîne.
Ji ber vêna em desthilatdariya na, vînê, îradeyê dixwazin ku ev Xweseriya Demokratîk e.
Li dewsa desthilatdariya, kes, kom an jî, zordestan em vîna kes, civak, û gelan dixwazin. Vîn esasê jiyanê ye. Divê kes, civak û gel bi vîn ango îradeya xwe xwe birêvebibin.
Em vîna xwe û rêveberiya xwe dixwazin ku em jiyana xwe birêsin. Bila vîna me rêveberê jiyana me be!