12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Vî got min got

Baş an jî xirab bi mîtolojiyê ji xwe re çareserî diyar kirin. Gelo di roja me ya îro de wê çareserî çi be? An em ê xwebûn û civakbûna xwe biparêzin. Rêya vê jî hev guhdarkirin e. An jî dîsa em ê hev guhdar bikin.

Vî got min got, te çi got? Min got! Erêê birra te çi got û wê çi got? Ê… ez jî te re dibêjim min got wî got, min got û wî got…

Herêma Mêrdîne ji bo têgehekê pênase bike, yan jî bînin ziman dibêjin: çîk bûye, çîk çîk bûye, kurê çîkê çûye li cem çîkê. Her wiha çûme dikana çîkê min çîk daye, çîka min têrê nekin, cîran çîk da min û min çîka xwe çîk kir. Her wiha herêma Efrînê jî: gendî gendî suarbûye, diçe mala gêndî. An jî gêndî dest’ta gêndî diçe seg gêndî. Ev şêweyê gotegotan li gelek herêman wek devokê herêman tê nasîn, vê şêwazî bajarekî din, herêmekî din biaxive kesek jê fêm nake.

Di felsefeyê de destpêkê gotin heye, di olan de, di mîtolojiyan de gotin hene. Di olan de dibêjin; ‘gotinên xwedê’ di felsefeyê de jî mirov gotinên xwe wetedar dike, yan jî xwe nav dike.

Welatê 72 miletan

Balkêş e di olên yek xwedayî de demên tevlihevbûna zimanan, hevdu baş fam nakin. Wek mînak; tewrat behsa serpêhatiya Qula Babîl dike. Rewşa civakê tevlîhev e û ji bo çareseriyê radibin destpêkê pêlekan çêdikin da ku biçin erşê. Da ku derd û kulên xwe ji xwedayê dilovan re bibêjin. Xweda pêdihese ku pêlekanan çêdikin, bangî milyaketê xwe dike û dipirse; ‘Ev çi dikin, ji bo çi hildikişin erşê?’ Milyaket dibêjin; ‘Dixwazin bên cem te’. Xweda demekê bêdeng dimîne û ji milyaketan re dibêje; ‘Ez ê îşev zimanê wan tevlîhev bikim da ku  tu kes ji hev fêm nekin. Dema ku dest bi kar bikin, bila her yek bi zimanekî cuda biaxive. Wê demê ji ber ku dê hevdu fêm nekin, dê nikaribin dîwarê xwe temam bikin.” Li gorî vê çîrokê zimanên cuda cuda di wê demê de dest pê kiriye. Ji ber vê yekê ji Babîlan re 72 milet tê gotin.

Li gorî mîtolojiya ola êzidîtiyê jî li gorî fermana Xweda, Melekê Tawis ji tozê mêrekî û jinekê dixuluqîne û diçe van herdu mirovan nîşanê Xwedê dide. Xwedê ji Melekê Tawis re dibêje; “Pir baş e. Tu yê di xizmeta van herdu kesan de bî” li ser vê yekê Melekê Tawis aciz dibe û li dijî Xweda derdikeve û dibêje; “Te ez xuliqandim. Ez ê bi tenê ji bo tê xizmetê bikim. Ez ji bo kesên din xizmetê nakim.”

Ji van herdu mirovan 80 zarok diwelidin. Demek derbas dibe. Herdu jin û mêr li ser mirovê herî bijarte dikevin nava nakokiyan. Li ser vê herdu jî bi ruh û baweriya xwe dixin sindoqekê û devê wê digirin. Piştî 40 rojên din deriyê wê vedikin. Bextê mêr kurekî bi navê Şahîd Car pir xweşik, bedew dertê. Bextê jinê jî di nava sindoqê de mar, mişk, kurmik û tiştên xirab derdikevin.

Zimanê 80 zarokan

Bavê zarokê din tenê dema xwe dide Car. Ji wî hez dike. Ji bo wî dixebite. 80 zarokên din û dayika wan, ji vê rewşê pir nerehetin û hesudiyê dikin. Rojekê dayik û 80 zarok li hev kom dibin. Hemû gotinên xwe dikin yek, da ku derengiya şevê rabin Car bikujin. Li ser vê mijarê di nava xwe de nîşaneyekê diyar dikin. Li gorî nîşaneyê dê tev hev nas bikin û bi rehetî Car bikujin. Lê Melekê Tawis bi vê planê dihese û ji êvarê de çar milyaketan dişîne. Ev milyaket pifî devê 80 zarokan dikin û zarok dema hişyar dibin ku her yek zimanekî diaxive. Bi vê şêwazê Car ji kuştinê xilas dibe. Êzidî û zimanê kurmancî yê Car in, miletên din jî zimanê 80 zarokên din diaxivin.

Çîroka qewmê Lut

Di pirtûkên semavî de çîroka qewmê Lut ê xwendine çîroka baş dizanin. Di çîrokê de jî pûçbûn, rizandin bêexlaqî pêş ketiye. Civak bûye dîlê ajoyê xwe. Kes kesî guhdar nake. Di kesan de şerm nîne û nemaye. Xweda ji  pêxember Lut re dibêje; “Ez ê vî bajarê gunehkar bişewitînim. Ez ji ser ruyê cîhanê rakim”. Pêxember Lut lawa ji xwedayê dilovan dike. Dibêje; “Destûrê bide, ez ê heta demekê di nava vî bajarî û vê civakê de çend kesên bi ar û namûs paqij derxim. Ez bawer dikim hemû ne xirab in.” Xweda destûr û demê dide pêxember Lut da ku çend kesên binamûs peyda bike. Lê dem ber bi dawiyê ve tê.

Pêxember Lut kesekî bêguneh, bişeref neditiye. Xweda 4 milyaketên wek heyva çardeh şevî wek şiklê 4 xortên 20 salî dişîne mêvaniya pêxember Lut. Bajarî dibhîzîn ku 4 xortên ciwan û bedew hatina mala Lut. Komek mirov kom dibin tên ber deriyê mala Lut û dixwazin wan xortan bide wan. Da ku kêfê bikin. Lut lawa dike û dibêje; “Eybe şerm e. Ew mêvan in” çi dibêje guhdar nakin. Di encamê de Xweda ji Lut re dibêje jina xwe û zarokên xwe hilde û ji bajêr derkeve. Pêwîst e tu li kesekî nezîvire û li pişt xwe temaşe neke. Lut tevî hevjîn û zarokên xwe pişta xwe dide bajêr û dertê. Xweda hemû bajar tevî hemû mirovan dişewitîne. Hevjîna Lut ji ber qîr û hawara bajar xwe nagire. Li paş xwe dizîvire da ku li bajêr binere. Çawa ku li pişt xwe dizîvire, Xweda yekser wê dike kevir.

Bêguman, gelek serpêhatiyên civakê yên li hev guhdarnekirinê hene. Di roja îro de jî wer lê hatiye wek ku guhdar dike nîşan dide. Berê xwe dide te. Lê hişê wê/wî li cihekî din e.

Hevok dimirin

Gotinên te wekî fîlmekî bêdeng ji ser lêvên te dibarin. Wekî nefesekê dertê û diçe. Bi taybet ev torên dijîtal, êdî wer li civakê kiriye ku wekî di tiwîtirê de gotinan dinivîse û rasterast jî mirov bi mirovan re li ser gotinan diyalogê pêş dixin. Yek destûr nade yê din ku gotin bibe hevok. Destûr nade ku hevok bibe raman. Rewşekî ku kes kesî fêm nake. Her kes tiştekî dizane. Lê bi giştî bêpar e. Yanî devê mirov şîr diçe ew yekser “li marketê difroş in”, tu dibêjî qey zindî ye.  Di gundan de xwedî dikin. Ew dîsa yekser “erê ez dizanim resmê wê li ser qutiya şîr heye”. Di encamê de roja îro hevok dimirin. Yanî têgihiştin dimire. Bi wê re civakîbûyin dimire.

Wekî di destpêkê de me gotî di dawiyê de di dest me de maye: Vî got min got. Baş an jî xirab bi mîtolojiyê ji xwe re çareserî diyar kirin. Gelo di roja me ya îro de wê çareserî çi be? An em ê xwebûn û civakbûna xwe biparêzin. Rêya vê jî hev guhdarkirin e. An jî dîsa em ê hev guhdar bikin.