17 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Vegerandina Trump

Bi kurtayî siyaset û helwesta Trump a cara yekê ji bo doza gelê Kurdistanê hat dîtin, lê ji bo cara duyemîn wê çi bike ne pir zelal e.

Ka vê carê, gotina dawiyê em pêşî bibêjin. Me tu xêr ji cara yekê ya Trump nedît, berovajî me bêxêrî dit; hema mînaka herî balkêş û li ber çav: Pêşkêşkirina Serêkaniyê û Girêspiyê ji Receb Tayyîp Erdogan re ye!

Her wiha, çavgirtina ji pêşkêşkirina Efrînê û derdorê wê kantonê ya ji aliyê Rûsyayê ve! Îca gelo ka vê carê wê tiştekî bike an neke ji bo xêra gele Rojava (Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê)?

Heke li gor gotinên wî mirov biçe, tu zelalî û ji dilî di peyvên wî de diyar nake. Him gotinên xêrê dike him yên şer dike û hema hema heta niha jî pratika wî, li gor van gotinên wî yên ne zelal  û nakok in!

Lewma mirov nikare pişta xwe bispêre kes an kesayetiyên wisa, yên siyaset û helwestên wan ne yek in.

Ya baş ew e ku mirov li herkesî guhdar bike lê li pey gotinên wan nemeşe û tevnegere, bi tenê pişta xwe bispêre hêza xwe û bi bingehîn li ser baweriya bi hêza xwe û gelê xwe tevbigere.

Ji bo kesên wisa, yên gotin û kirinên wan ne yek in, di nava gel de wiha te gotin “bi dihnî dikin, bi aqilî dixwin”.

Weke mînak, ev biwêj ji bo Qedafî dihat gotin. Lê ev nayê wateya ku kesên wisa û bi taybetî Qedafî û Trump mîna hev in, na xêr, gelek dûrî hev in, bi giranî mirov dikare bêje dijî hev bûn.

Ji bo siyaset û helwestên wan ên li ser doza gelê Kurdistanê jî ne wek hev in; Qedafî, ji dil yarmetî dikir, Trump û yên weke wî, bi giranî ji bo berjewendiyên dewleta xwe nêzî doza gelê Kurdisitanê dibin.

Herwiha dîsa nayê wateya ku mirov, çavên xwe li siyaset û helwestên wan ên neyênî digre, na xêr, lê belê divê aliyên wan ên erênî û neyînî yên bi taybetî li ser doza gelê Kurdistanê û bi giştî li ser siyaseta cîhanê zelaltir werin naskirin.

Her wiha ji bo cîhanê jî, gotinên wî hevdu nagirin. Li Ukraynayê siyaset xetimiye û wê çawa bikin ne diyar e, li dijî Rûsyayê dixwaze aştiyê bimeşîne an na û hwd.

Li gor tê zanîn armanca şerê cîhanî yê mezin li dijî Çînê yê, lê li vira jî behsa aştiyê tê kirin ku li Swisreyê Wezîrê Bazirganiya Çînê û Wezîrê Aboriya Emerikayê wê di 9-11ên vê mehê de li hev rûnin û hwd.

Li aliye din gefên giran li Îranê dixwin û wisa diyar dibe ku hema wê di nez de, bi pêşengiya Îsrailê êrişê bibin ser Îranê!

Lê li gel van gefên dijwar, Emerîka bi Îranê re jî hevdîtinan pêktînin. Her wiha navbera dewletên Ewropayê û emerîkayê jî nexweş e. Nerazîbûna Almanyayê û Fransayê her roj mezintir dibe, li dijî siyaseta niha ya Emerîkayê.

Wisa diyar e Fransa pêşkêşiya vê nerazîbûne dikşîne û bi Almanyayê re, li ser gelek mijarên stratejik jî li hev hatine!

Macron, serokwezîrê nû yê Almanyayê Friedrich Merz, hema roja piştî desthilatî hilda ser milê xwe, bi lez vexwend Seraya Elisê. Di heman saetan de serokê demkî yê Sûriyeyê Colanî jî mêvanê Macron bû li heman serayê.

Navbera Trump û gelek dewletên din ên ewropayî û Emerîka Latînî jî, jiber helwestên nû yên zêdekirina baca giran, pirsgrêken sînorî û penaberiyê gelek nexweş bû ye.

Ewqas tevliheviyên cîhanê ne bes bûn, şer û pevçûnên navbera Pakistanê û Hindistanê jî gûr bûn. Gelo Trump, wê karibe ji bin van pirsgrêkên giran û mezin rabe ser xwe an na?

Ya jî bi gotineke din ew “eqlê kûr ê dewletê”,  ku cara duyemîn ew dîsa anî ser kursiya desthilatiya Emerîqayê, gelo ji bo ji vê şêwaza wî, yê li gor biwêja gelîrî ya “bi dihnî bike û bi aqilî bixwe”, karibin sûd bigrin û vê siyaseta tevlihev bidin meşandin an na? Di çarçova heman pirsê de, divê Tevgêra Azadiya Kurdistanê jî, xwe ji nû ve di ber çavan re derbas bike û li gor wê bersîv  bide pêvajoya nû, amadekariyên xwe bike û wisa tevbigere.