12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Vê hefteyê aqûbeta Ozturk pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Ayten Ozturk a 32 sal  berê li Dêrsimê hate qetilkirin pirsîn û anîn ziman ku dê lêgerîna edaletê bidomînin.

Dayikên Şemiyê bi daxwaza kujerên kesên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin, bên darizandin, vê hefteyê jî li Qada Galatasarayê civîyan. Parazvanên mafên mirovan, endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) yê DEM Partiyê Mûsa Pîroglû beşdarî çalakiya hefteya 1009’emîn bûn. Dayikan di çalakiyê de qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên windakirine hilgirtin.

Dayikên Şemiyê vê hefteyê faîlên Ayten Ozturk a beriya 32 salan li Dêrsimê ji aliyê JÎTEM’ê ve hate qetilkirin pirsîn. Gulseren Yolerî ya çîroka Ozturk xwend, anî ziman ku têkoşîna wan a heqîqet û edaletê ji ber polîtîkaya necezakirinê bêencam maye.

Yolerî, destnîşan kir ku ji bo Ozturk û hemû windakiriyan dest ji lêgerîna edaletê bernadin û wiha got: “Em ê her tim bi bîr bînin ku dewlet neçare di nava normên hiqûqê de tevbigere.”

Pişt re nameya ku dayika Mûrat Yildiz e dema 19 salî di 23’yê sibata 1995’an de di bin çavan de hate windakirin, Hanîfe Yildiz li ser navê kurê xwe ji xwe re nivîsandibû ji aliyê endamê ÎHD’ê Taylan Bekîn ve hate xwendin.

 29 salin li edaletê digerin

Piştî name hate xwendin, dayik Yildizê bi gotinên: “Edalet qet nayê van deran. Ez 29 sal in li ser rêyan im, li kolana me. Hêj jî li vê qadê li benda te û edaletê me. Lê mixabin edalet nîne!” bertek nîşan da.