10 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Vê firsendê ji dest nerevînin

Omer Tur

PKK li gorî biryara ku girtiye dikare xwe biguherîne. Bi pêşketina teknolojiye ji êrîşan bandor nabîne. Yanî bi gotina me ya Amediyan dibêjin “Rêya ku hûn diçinê ew jê vedigerin.” Mixabin ya ku dewleta Tirk naxwaze bibîne ev îrade û hêz e, divê dewlet samîmî tevbigere

Li Rojhilata Navîn her roj geşedanên nû diqewimin. Xuyaye Amerîka û Îngilistanê ji bo ewlehiya Îsraîlê dê nexşerêyên gelek welatan biguherînin. Pêşî Iraq niha jî dor ya Sûriyeyê ye. Piştî hilweşîna Rejîma Baasê li Iraq û Suriyeyê, li van welatan guhertinên nû çêbûn. Li Iraqê federalîzm derket holê, ligel ku niha li Sûriyeyê rewşa defacto heye jî rewş ber bi xweserî û federalîzmê ve diçe.

Ji ber ku hikûmeta Sûriyeyê mafên civak û baweriyên cuda qebûl nake, her roj Elewiyan qetil dike û êrişî cih û warên Durziyan dike û nikare bi Kurdan re lihev bike, diyar e dê hikûmeta demkî jî biguhere. Bi awayekî pêşdîtînî mirov dikare bêje dê Sûriye jî wekî Iraqê bibe dewleteke Federatîf û dê di rêveberiya wê ya nû de jî Kurd, Elewî û Durzî cih bigirin.

Ligel ku PKKê piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê 12mîn kongreya xwe pêk anî û kongre bi perspektîfên Ocalan bi encam bû jî hêj Qadên Parastinê yên Medyayê gelek caran ji aliyê dewleta Tirk ve tê bombebarankirin, şer berdewame. Tirkiye êrişan pêktîne, PKK jî di asta xweparastinê de ye.

Abdullah Ocalan got: “Em karekî hêsan nakin em dawî li serhildanekê tînin, bêgûman pêwistî bi guhertinên qanûnî heye.” Li gel van hişyariyan jî Tirkiye ne bi pêşdîtinên mezin, wekî bêaqilê gund ê ku xwe gelek qurnaz dihesibîne tevdigere û qaşo difikire ku dê milîtanên PKKê bixe quncikê û wan bê nefes bihêle. PKK rêxistineke ku 50 sal li pey xwe hiştiye û di her şert û mercî de li ber xwe dide ye. Ev rewş Tirkiyeyê dixe nava dewletên pê ne bawer.

Li gorî ku em pêvajoya diyalogê dişopînin bi rastî rewşeke bi ewlehî pêşnakeve. Tirkiye hema dibêje gav biavêje, çek deyne, ji vir derkeve û nizanim çi û çi! Li holê fikirandina “em jî gav biavêjin” tuneye. Tenê peyvên glover hene, em bi hêvî ne ew ê çêbibe û hwd. Kurd bi sebreke mezin tenê dixwazin ev pirsgirêk di nava aramiyê de çareser bibe. Ev daxwaza yekalî jî dê çiqasî encamê bidest bixe, dê dem nîşanî me bide.

Em behsa şerekî 45 salan dikin ku piştgiriyeke mezin ji gelê Kurd werdigire. Di hemû rûpelên dîrokê û di hemû berxwedanên gelan ên li welatên cîhanê de jî ev yek tê zanîn ku hêzên gerîla tu carî têk naçin. Yek kesjî bimîne her berxwedan didome. Mînakên vê yên herî balkêş rêxistina FARC ya li Kolombiya û rêxistina ETA ya li Îspanyayê ne. FARCê 52 salan, ETAyê jî 58 salan bênavber şer kir.

PKK li gorî biryara ku girtiye dikare xwe biguherîne. Bi pêşketina teknolojiye ji êrîşan bandor nabîne. Yanî hûn difikirin ku hûn bêhnê bi wan nedin standin lê hêj berî ku hûn wisa bifikirin dibe ku wan qadeke bêhnvedanê ya nû ji xwe re avakiribin. Yanî bi gotina me ya Amediyan dibêjin “Rêya ku hûn diçinê ew jê vedigerin.” Mixabin ya ku dewleta Tirk naxwaze bibîne ev îrade û hêz e, divê dewlet samîmî tevbigere.

Ji zext, zilm, girtin û kuştinê 50 sale encam nehat girtin. Sedema encamnegirtina vê jî heqîqet û rastiya gelê Kurd û têkoşîna li Kurdistanê tê dayîne.

Aqlê dewletê ya klasik ku çiqasî bixwaze vê rastiyê fêm neke jî ya her carî li ser rûyê rayedarên dewletê dikeve jî ev heqîqet û rastiye.

Belê PKKê biryara fesihkirinê wergirt, lê bila neyê ji bîr kirin ku li Rojhilata Navîn di saet û nava rojan de guhertinên awarte çêdibin û nexşerê tên guhertin. Siyaseta rasteqîn ya li Rojhilata Navîn dikare PKKê bi rewşek nû, bi şekl û şemalekî cûda dîsa bide avakirin.

Ger dewleta Tirk di bêsamîmiyeta xwe û qurnaztiyên xwe de israr û dewam bike, ger bêje em ê Kurdan mijûl bikin û wan careke din bixapînin bawer bikin wê şaş bikin û mixabin bi zorê wê şekla cûda ya ku me di hevoka jor de behs kir wê bi wan bide avakirin.

Em kurt û kurmancî bêjin û hûn jî bi kurahî bifikirin ya ku hûn dixwazin bikin 50 sal in ne ev e?

Ger hûn ji hevkariya Kurdan derbas bibin bawer bikin hûn ê gelek mezin winda bikin. Hûnê bi tevahî gel bidin windakirin. Vayê Iraq û Sûriye cîranên me ne. Ji ber civak û baweriyên cûda nasnekirin, ji ber israra wan a yek ziman, yek al, yek netew di nava 25 salên dawî de li wan welatan çi bû, kîjan alozî rûdan, şerê navxweyî çawa pêk hat û çend milyon mirovan jiyana xwe ji dest da li holê ye. Bawer bikin ji bo mirov vê bizanibe tu pêwistî bi pîsporbûna Rojhilata Navîn û aqilê gelek zêde nîne.

Wekî gotinên dawî jî em dikarin axavtina Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCKê Besê Hozat bi bîr bixin: “Em dixwazin alîkariya dewleta ku dixwaze pirsgirêkê çareser bike bikin. Ji ber ku guhertinên qanûnî nayên kirin tu pêşketin jî çênabin. Niha gog li aliyê sehaya Tirkiyê ye. Lê em dibînin ku dewlet dixwaze demê qezenc bike.”

Em careke din dubare bikin; ger zemîna pêvajoyê an nexşerê xira bibe, careke din tu kes nikare vê rewşê sererast û dirust bike. Kî dizane belkî hinek vê dixwazin. Ji ber vê yekî divê hikûmet û mûxalefet dest bidin hev û vê firsenda dawî ji dest nerevînin.