Komên îslamîst, bi hinceta piştgiriya wê ya êrîşên Îsraîlê yên li dijî Hamasê, êrîşên xwe yên li dijî baregehên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyeyê didomînin. Koma Meqawmeya Îslamî ya Iraqê, bi daxuyaniyekê ragihand ku wan baregeha Emerîka ya li bajaroka Şedadê ya bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi du balafirên bêmirov kiriye hedef.
Der barê encamên êrîşê de tu agahî nehatin bidestxistin.