Tirkiye bûye warê bêexlaqiyan, li cihekî ku exlaq nebe mirovanî tê kuştin, kes nikare behsa demokrasî, edalat û nirxên mirovaniyê bike. Çavkaniyên rûmet û aqil tev têk diçin.
Hûn meraq dikin sedema van gotinên min çiye? Ez bibêjim….
Dewleta tirk, a rastî faşîzma AKP/MHPê li ber têkçûnê ye. Ji bo vê jî di êrîşên li dijî nirxên gelê Kurd e, di rêbaz, sînor û tixuban de, di binpêkirina qanûn û peymanan de tixuban nasnake.
Du evînên desthilatdariya AKP/MHPê heye. Yek, di tecrîda li Imraliyê de îşkdan û girêka kor. Du, dijwarkirina şerê li dijî kurdan. Van her du rêbazan jî, weke giyayê gezgezkê, bedena tevahiya civakên li Tirkiyê jehrî dike. Di serdema hilbijartinên herêmî de jî em dibînin ku diruşmeyên desthilatdariya AKP/MHP heman e. Bi israr, di razên serdema faşîzma darbeya 80’yî de israr dike. Bi qanunên orfî-rewşa awarte tev digere.
Li gorî Bîg Mac, yek sandiwîç bi 120 lîreyê tirkî ye.
Li gorî saziyên huquq, civakî û mafên mirovan jî, hiquq, edalet û maf li Tirkiyê nemane. Li gorî nirxandina felsefî ya Çîgdem Dogu, pênaseyên bedewî, estetîka exlaqî ji aliyê desthilatdariya AKP/MHPê ve hatine tunekirin. Dema ku li cihekî exlaq nebe, azadî û aştî, heq û maf, nirx û pîvanên ademî jî tune ne. Jiyanek li dijî xweza mirovahiyê heye.
Di salên 1980’yî de, me li girtîgehan her dem û nişka ve diruşmeyên “namirin” û “serketin ya me ye” dibihîstin û dibezîne ber pencereyan.
Gotina “namirin” ji bo şorşegerên di êşkencê de dihatin kuştin bû. Diruşmeya din jî qinyat û destnîşankirina îradî bû. Tirkiye bûye girtîgehek servekirî. Lê balkêş e ku li her derê, deriyên hesinî, pencereyên bi dirabe hene. Lê bane servekirî yê girtîgeha welat jî bi têlên bêjingî û seradî hatiye asêkirin.
Ev tev bi rîtmeke siyaseta destpotîk têne kirin.
Erê lêêê, herî dawî dadgeha Erziromê, malpera rojnameya XWEBÛN girt. Yanî xwestin hewes û daxwaza kurdan, kêfxweşiya bi rojnameyeke xwerû kurdî bikujin. Lê weke her demê û her kiryarê, vê care jî wê xweziya wan di qiriqa wan de bimîne. Hate ragihandin ku weşana XWEBÛN li ser malpera “xwebûn.org” dewam dike.
Desthilatdariya AKP/MHP’ê, Tirkiye kiriye naveroka romanên Ingilîstanê ya “hortlaqên bi cubeyên reş û şatoyên bi sir û razan dagirtî.” Ev jî îştaheya rantxawaran, talangeran zêde dike û tê wateya afirandina klîmatên kîn û nefretê. Tê wateya kûrkirina nakokî û kûrkirina krîza û kaosan.
Mixabin Robinhood jî tenê kurd in.
Lewma min ji bo nivîsa xwe gotina.“hîperenflasyona bêaxlaqî” bikar anî û teqeze dibêjim; Erdogan, weke Ziya Gokalp, mirovê têkbirina hemû nirxan û pîroziyan e. Ev serdema ku welat bûye bêndera tunekirina pîrozî û nirxan. Di serdema Erdogan de 500 dibistanên Imam Hatibê hatine avakirin. Lê yek jin nikare bibe mele.
Ol kirina rastmalê dagirkirin û kolekirina gelan.
Dixwazin sefeleta di intelîjansiya tirkan de avakirina, di intelîjansiya kurdan de jî avakirin.
Întalîjansiya ku fikir û felsefeya Ocalan a li ser bingeha sedsalan hatiya avakirin, rabûye ser piyan û ne quleya Babîl e, ne jî bedenên Stembolê ye ku bi topên dagirkeriyê bêne herivandin. Tevgera Azadiya Kurdistanê, gencîneyên “îrfanî” (têgihiştin û hişmendiya çandî) zemt kiriye. Stuna herî bingehîn a vê tefekkûrê ciwanên Kurd in.
Ciwanên Kurd, di karên ragihandin û karên medya de jî pêşengiyê dikin, laburatuwarên têgihiştin û têkiliyan ava kirine. Amurên ragihandinê û laboratuwarên têgihiştin û rastiyan jî, kirina bingeha azadî û demokrasiyê. Rojnamevanên Kurd bandore li medya tîpîsî ku berdevkiya şerê taybet û li bazarê jî dike. Yanî wan dike nava mijulahiya mêjî ku car caran rûnin û xwe dibin çavan re derbas bikin.
Em dubare bikin; medya Kurd tu caran nabin weşanên “deregulasyonê”, nabin berdevkê desthilatdariya yekparêz û kujer. Beripisiyariya ademî-însanî, di erêkirina etîk, estetîk û nirxandina felsefî de ye. Li cihê ku exlaq nebe tiştekî însanî jî çênabe. Medya Kurd, rojnamevanên medya Kurd garantiya demokrasî, fikr-î azad, ragihandina azad, vegotina û afirandina newbihara hiş û ramangiriyê nû dikin.