12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Uysal: Heta tecrîd ranebe dê çareserî çênebe

Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Şirnexê têkildarî xebatên hilbijartinê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, bi rojnameya me re axivî.

Uysal, got ji ber ku li Şirnexê weke namzet hatiye nîşandan gelek keyfxweş bûye û sedema wê wiha vegot: “Min hem zarokatî û hem jî ciwantiya xwe li vir derbas kir. Li vir tev li xebatên siyasî bûm, min xwe li vir nas kir û hêza xwe min ji vir girt. Lewre ji bo min cihê şanazî û berpisyariyeke mezine ku nûnertiya bajarê xwe bikim. Xelkê Şirnexê namzetên xwe bi dilgermî pêşwazî dike. Coş û kelecaneke mezin heye.”

Di berdewamê de Uysal qala xebatên hilbijartinê kir û ev tişt anî ziman: “Li gel navendê, xebatên me niha li hemû tax, gund û navçeyan didomin. Em niha jî amadekariya du şahiyên mezin dikin ku dê di 7’ê gulanê de bên lidarxistin. Gel bi dilgermî nêz dibe û hêrseke wan a mezin li dijî zext û zordariya dewlet û desthilata AKP-MHP’ê heye. Hêviyeke wisa didin ku em ê her çar namzetan jî derxînin.”

Piştre jî Uysal bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û wiha got: “Tecrîda li ser birêz Ocalan bi sala ye didome. Ev bû 26 meh ku tu agahî jê nayên girtin. Tecrîdeke mutleq heye ku malbat û parêzer nikarin hevdîtinan bikin û bi rêya telefonê jî tu kes nikare xwe bigihînê. Hem Tifaqa Cumhur hem jî ya Milet dixwazin li ser rewşa birêz Ocalan nakokiyan derxînin, rê li ber nîqaşan vekin û peyamekê bidin civakê. Gotin û spekûlasyonên li dijî Ocalan nayên qebûlkirin. Diviya ne ev spekûlasyone lê rakirina tecrîdê bihata axaftin. Birêz Ocalan her dem ji bo aştî û tifaqa gelê kurd, tirk û hemû gelên Rojhilata Navîn têdikoşe û fikrên xwe yên ser çareserî û demokratîkbûnê parve dike. Divê her kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike. Di xebatan de jî daxwaza gelê Şirnexê ya sereke ew e ku tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin û deriyên zindanan bên vekirin. Heta ku ev daxwaz neyên cîbicîkirin jî tu gotin dê nekarin bi xwe re çareseriyê bînin.”