Der barê birîna avê ji ser kampa penaberan a Şehbayê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd ji ajansa ANHA’ê re axivî.Cemal Reşîd der barê mijarê de wiha got: “Av ji hêla UNICEF’ê ve hatiye qutkirin û ev yek wek sûc tê dîtin. Xwarin û vexwarin pêdiviyên herî sereke ne. Lê ya bingehîn av e. Lê ji ber rewşa herêmê ku binesaziya wê di şer de hatiye rûxandin, li vir şebekeyên avê tune ye, ji ber vê jî bi rêya sahrîcan em avê dabîn dikin. Zehmetiyên ji ber avê ne tenê di hundirê kampan de hene, li tevahî Şehbayê hene.”
Reşîd got li gorî îmkanên xwe piştgiriyê didin gel lê sahrîcên di destê wan de û bîrên li herêmê kêm in û wiha dewam kir: “5 kamp li gel me hene, dema ku UNICEF’ê av li kampan belav dikir, me dikarî piştgiriya gel hêsantir bikira. Lê bi qutkirina avê zehmetiyeke mezin derket pêşiya Rêveberiya Xweser û şaredariyê.”
Her wiha Cemal Reşîd got: “Gel û rêveberî hev temam dikin. Ji ber vê jî em soz didin ku heya ku derfetên di destê me de hebin, em ê piştgiriya gelê xwe bikin. Em ê bi hev re van zehmetiyan derbas bikin.”
‘Em ê bi berxwedanê zehmetiyan derbas bikin’
Koçberan jî diyar kir ku têkoşîn û berxwedana wan a li Şehbayê ji bo vegera li Efrînê ye. Cîhan Menen diyar kir ku ev 6 sal e di konan de derbas dikin û wiha got: “Zehmetiyên îsal ne mîna yên salên borî ne. Havînê ji ber germahiyê zarok nexweş dibin. Bi şev ji ber germahiyê em nikarin razên û bi roj jî tenê 2 saetan kehrebe heye. Zehmetiya me ya em zêde dikişînin jî ji ber avê ye. Lê berxwedana me li hemberî van zehmetiyan ji bo vegera Efrînê ye.”
Her wiha Selwe Horo jî destnîşan kir ku zehmetiyên heyî li hemberî berxwedan û têkoşîna wan nabin bend û têkoşîn û berxwedana wan ji bo vegera li Efrînê ye.