5 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

UNICEF: Li Xezeyê di nava deh rojan de herî kêm 322 zarok hatin kuştin

UNICEFê ragihand ku piştî destpêkirina êrîşên leşkerî yên Îsraîlê li dijî Şerîda Xezeyê, di nava 10 rojan de herî kêm 322 zarok hatin kuştin.

Saziya UNICEFê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY), têkildarê êrîşên Îsraîlê yê li ser Şerîda Xezeyê daxuyanî da. UNICEFê diyar kir ku piştî agirbest xira bû, ew texmîn dikin ku di encama bombebaranan de 322 zarok jiyana xwe ji dest dane û 609 zarok jî birîndar bûne.

UNICEFê got: “Ev tê wê wateyê ku di nava deh rojan de rojê dora 100 zarok tên kuştin ango seqet dibin. Piraniya van zarokan ji cih û warên xwe bibûn û di kon û rewşên giran de dijiyan.”

UNICEFê diyar kir ku di nav wan de zarokên ku di êrîşa 23yê adarê ya li dijî nexweşxaneya Nasser a li başûrê herêmê de jiyana xwe ji dest dane an jî birîndar bûne jî hene.

Îsraîl di 18ê adarê de agirbesta ku di 19ê çileyê de di navbera xwe û Hamasê de pêk anîbû, xira kir û di tevahiya meha adarê de bêyî navber operasyonên bejahî pêk anî û herêm bombebaran kir.

Seroka UNICEFê Catherine Russell got: “Agirbest ji bo zarokên Xezeyê ewlehiyek ava kiribû. Lê niha carek din zarok bi tundî û xizaniyê re rû bi rû ne.”

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, ji roja ji nû ve destpêkirina êrîşan û vir ve li Xezeyê 1001 kes jiyana xwe ji dest dane. Ji destpêka şer û vir ve ku ji ber êrîşa Hamasê ya 7ê cotmeha 2023yan a li dijî Îsraîlê rû da, hejmara giştî ya miriyan gihîşt 50 hezar 357 kesan.

Li gorî UNICEFê jî, ji vê hejmarê 15 hezar zarok in.