12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ulrike Meînhof: Bi ruhekî newaze

Seroka Fraksiyona Artêşa Sor Ulrike Meinhof di 9’ê gulana sala 1976’an de wekî ku wê bi xwe xwe kuştibe nîşan dan û wê kuştin. Li Girtîgeha Stammheimê di 41 saliya xwe de hatibû kuştin Ulrike.

Ulrike di 7’ê cotmeha 1934’an de li Oldenburgê hat dinê. Ulrike rojnamegereke navdar bû. Nivîsa wê ya ewil piştî kuştina serokê tevgera 68’an Rudî Dutschke di kovara Konkret de hat weşandin. Ulrike li hemberî emperyalîzma heyî û li hemberî çepgiriya pasif bi hêrs bû. Ji ber vê yekê jî tim din av çalakiyê de bû. Ew gerilayek bû û li bajaran şer dikir. Wê alîkariya Andreas Baader kir û wê ew ji girtîgehê revand. Pişt re digel Fraaksiyona Artêşa Sor wekî seroka Koma Baader-Meinhof jî hat nasîn.

Di sala 1972’an de hat girtin. Dadgehê heta hetayê cezayê girtinê ji bo wê dixwest. Lê di 9’ê gulana 1976’an de ew li hucreya xwe miribû. Gelek kesan wisa bawer dikir ku nûnerên hikûmeta alman ew kuştiye.

Ew aktîvîstek bû ku mafê jinan diparast. Nivîsên wê gelek bi bandor bûn di nav çepgiran de wekî nivîsên pratîkî dihatin nirxandin. 

Nivîskarê navdar û xelatgirê Nobelê Darîo Fo ji bo Ulrike di berhema xwe ya bi navê “Ez Ulrike, diqirîm” de li ser Ulrike û çalakvaniya wê risteyên bi bandor bi lêv dikir û bi deve Ulrike wiha digot: “Gardiyanno, dadgêrno, siyasetvanno we yek jî ne di xema min de ye. Hûn ê qet nikaribin min dîn bikin. Hûn ê min baş bikujin. Bi ruhekî newaze û bi mêjiyekî newaze ve.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê