Heyetên Rûsya û Ukraynayê gihan Tirkiyeyê ji bo ku peymana hinartina genimê Ukraynayê imze bikin. Di wê çarçoveyê de şêwirmendê serokê Ukraynayê daxuyaniyek der barê vê peymanê de da û wiha got: “Em vê peymanê ne bi Rûsyayê re bi Neteweyên Yekbûyî re imze dikin.”
Li gorî hin çavkaniyên medya Ewropayê li gorî peymana hinartina genimê Ukraynayê dê rê li pêşiya bendergeha Odîsa û 2 bendergehên din vebe ku genimê Ukraynayê bi alîkariya 80 gemiyan werin barkirin û hinartin.