Şaredariya Artemêtê ya Wanê starta Tûrnûvaya Fûtbolê ku ji bo bîranîna Parlementerê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endamê şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li dar dixe, da. Wê tûrnûva 3 hefteyan bidome û dê 44 tîm tev li bibin. Pêşbirka ewil ya tûrnûvayê îro di nava jinan de hat lîstin. Parlementerên DEM Partiyê, hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan û Hevşaredarên Artêmêtê Rabîa Başak Koç û Cemîl Komî, rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên Wanê û Artêmêtê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên meclîsa şaredariyê û gelek kes tev li pêşbirka ewil bûn.
Pêşiya pêşbirkê parlementerê Wanê Mahmût Dîndar axivî û bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk”. Mahmût Dîndar, diyar kir ku Sirri Sureyya Onder hemû jiyana xwe ji bo aştiyê xerc kir û got ku bila ev tûrnûvaye bibe vesileya aştî û biratiyê. Mahmût Dîndar, da zanîn ku ew dê soza aştiyê ji bo hemû aştîxwazan bi cih bînin û destnîşan kir ku ew dê ji bo pêvajoyê bixebitin.
Dûre Hevşaredara Artemêtê Rabîa Başak Koç, diyar kir ku Sirri Sureyya Onder şervanekî aştiyê bû û wiha got: “Em demeke dirêj bû li ser vê tûrnûvayê dixebitîn û me navê Sureyya Onder da vê tûrnûvayê. Serkeftin ji bo hemû beşdarvanan.”
Pêşbirka ewil di nava jinan de hat lîstin.