13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Turk: Divê gelê me li dijî tecrîdê li ser piyan be

Li Navçeya Qoserê bi deh hezaran welatî li Qada Otogarê kom bûn û bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” Newroz pîroz kirin. Gel tevî baranê li qadê kom bûn û li ber stranan govend gerandin. Newrozê bi rêzgirtinê û axaftinan dest pê kir. Di pîrozbahiyê de Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk hîtabî gel kir û wiha got: “Îro bi deh hezaran hevalên me girtî ne. Ji ber siyaset kirine hatine girtin. Li ser wan polîtîkaya tecrîdê tê meşandin. Tecrîda ku li ser Birêz Abdullah Ocalan dane destpêkirin îro li ser hemû girtiyan dimeşînin. Divê em li dijî van polîtikayan li ser piyan bin. Divê gelê me li dijî van polîtîkayan li ser piyan bin.”

Turk, bal kişand ser rewşa siyasetmedar Aysel Tugluk jî wiha got: “Îro Hevseroka me û hevala me Aysel Tugluk hêj girtî ye. Tu wîcdan vê yekê qebûl nakin. Lê bi rastî jî nikare li girtîgehê bimîne. Lê wîcdanê wan hêj wê di girtîgehê de dihêlin. Divê bi lez serbest bê berdan.”

Turk, li ser girîngiya yekîtiya gelê kurd jî rawestiya û wiha got: “Îro li Ukrayna û gelek welatên din şer heye. Ev şer gelek tiştan nîşanî me dide. Divê îro gelê kurd yekîtiyê ava bikin. Ez bang li rêveberên çar parçeyên Kurdistanê dikim werin em yekîtiyê ava bikin.”

Dema Turk qala tecrîdê kir, girseyê bê navber axaftina Turk bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” qut kir.Newroz bi axaftin û stranan didome.