12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tûra Serhedê ya Partiya Çepên Kesk: Em ê bi ser bikevin

Baskê Serhedê yê tûra hilbijartinê ya ji aliyê Partiya Çepên Kesk hat destpêkirin, li navçeya Geverê dest pê kir. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar wiha got: “Em bi vîneke siyasî ya xurt a li pişta me tên.”

Baskê Serhedê yê Tûra hilbijartinê ku Partiya Çepên Kesk li bajarên Tirkiyeyê û Kurdistanê daye destpêkirin li navçeya Gever a Colemêrgê hate destpêkirin. Gelê ku li ber buroya hilbijartinê kom bûne, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi coş pêşwazî kirin.

Parlamenterê HDP’ê Saît Dede, diyar kir ku gelê Geverê li dijî zilma desthilata AKP’ê serê xwe ne tewand û wiha got: “Em di hilbijartinan de bi awayekî xurt vîna xwe nîşan bidin. Em soz didin ku em ê di 14’ê gulanê de hemû namzetên xwe derxînin.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş jî anî ziman ku bi hemû gelan re di bin heman darê de hatine ba hev û bi lêv kir ku ji Serhedê meşa li dijî faşîzma AKP’ê û MHP’ê dane destpêkirin. Gumuştaş, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ev dareke wisa mezin û bire ye ku kimyasal û gaza tu serweran nikare vê darê xwar bike. Şerê em li dijî faşîzma AKP’ê û MHP’ê didin em ê bi ser bikevin.”

Pişt re Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî. Bayindir jî wiha got: “Em li dijî vê faşîzmê starta hilbijartinê ji Geverê didin.” Keskîn diyar kir ku li dijî desthilata ku dixwaze gel bêrêxistin bihêle wê mezin bibin û faşîzma AKP’ê û MHP’ê hilweşînin.

‘Em ê bi hêza ku we daye me bi ser bikevin’

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar a herî dawî axivî jî wiha got: “Em ê mezin bi ser bikevin. Em 10 roj in li qadan e û me dît ku wê AKP winda bike em ê bi ser bikevin. Em ê bi hêza em ji we digirin qezenc bikin.

Beriya demekê partiya AKP beyannameya xwe ya hilbijartinê aşkere kirin û gotin ‘dema rast, mirovê rast’. Em jî dibêjin dema xelet û mirovê xelet. Em AKP’ê ji polîtîkayên şer û tecrîdê nas dikin. Di beyannameya me de hemû gel hene. Li Tirkiyeyê demekî dirêj e em bi hemû gelên li dijî faşîzmê li ber xwe didin têdikoşin. Em bi tifaqên xwe gelekî xurt in û yên ku qezenc bikin dê bibin em.”

‘Li pişta me vîneke mezin heye’

Ûçar, bal kişand ser beyannameyên hilbijartinê yên partiyên siyasî û wiha berdewam kir: “Dibêjin pergala hikumetê têr nake lê bi salan e em vê dibêjin. Hewl didin rejîma yek zilamî restore bikin. Meraq nekin em tên ku rejîma yek zilamî hilweşînin. Hesaba me ya ku em bidin vê desthilatê nîne. Lê em ê di 14’ê Gulanê de ji vê hikumetê hesab bipirsin. Em bi vîneke siyasî ya xurt a li pişt me tên. Têkoşîna em bi rê ve dibin zû de qezenc kir. Serkeftina me ya 14’ê Gulanê li me pîroz be. Em ê bi ser bikevin.” Şande piştî axaftinan ber bi navçeya Elbak a Wanê ve bi rê ket.