Bi kurtî mirov dikarê ji Şahnamê ve encamê derxê ku Tûr-Tûranî û Tûrzemîn ne miletê tirk e û ne jî welatê tirkan e. Berovajî, Tûr ji mîletê arî ye û welatê wî jî Aryan e. Di esas de ew kurd e… Ew miletên di bin desthiladariya Tûr de dijîn ji wan re jî tûranî hatiye gotin ku di nava wan de faris, tacik, belûc, teter, moxol û miletên din jî hene
Babetên nivîsên min ê li ser `Turkmen`, `Oxuz` û ‘Kizilelma` yên ku belavbûnî û mijara vê nivîsa `Tûr-an` bi hev re girêdayî ne; dibe ku carna tekevê nava dubarebûne jî lê girînge. Girîngîya wê, tekîlîya wê ya bi koka beşekî kurdan re eleqedere û dîtineka nû ye! Lewra heta niha min nebihîstîyê kesekî nivisiye ku ew dîroka Tûr an Tûran şaşê an neraste.
Wextê em navê Tûran dibihîzin, yekser hişê me diçe ser koka tirkan; lewrea îdeologên wan ên dîrokî, sîyasî, civakî û çandî bi vî awayî ew di mejîyê me de bi cîh kirine. Va yeka, piranî ji alî yên nijatperest û hinek kesên bi eslê xwe kurd yên wekî Zîya Gokalp e ku wek kewê hemcînsê xwe kirî xefikê ve tên îdakirin û ji alî gel ve jî hatiyê pêjirandin.
Gelo tekiliya navê Tûran, îdia kok, dîrok û girêdana wî ya bi tirkan re rast e?
Ji bo bersiva ve pirsê pêwîste em vegerin ser kaniya îdiayan. Kesê yekem car îdia Tûr avitî holê Firdevsî (Ebû`l Kasim Mansûr) yê faris e. Firdevsî, di pirtûka xwe ya bi navê `Şahnamê` ya ku berî hezar salî nivisandî de çîroka wî wiha tînê ziman: ”Ji komxişê Tahmûrs yekî bi navê Abtîn anîn ser textê dewletê. Ji wî jî Ferîdûn hate ser rûyê cîhanê. Ji Ferîdûn re sê lawik bûn: navê wan Selm, Tûr û Îreç bûn. Paşe Ferîdûn cîhan di nav hersê lawên xwe de wiha parve kir: Welatê rûm û rojava da Selm; Tûr kire padîşahê Çîn û tirkan; welatê Îranê û deşta egîdên bi rim je derdikevin, text, tac jî da lawê xwe yî biçûk Îreç .” Wekî hatî ziman Tûr ê ku em qal dikin kurê Ferîdûnê. Aqilmendên tirkan, li ser vî navî di çîrokê de derbas dibe ji bo xwe dîrokek afirandine!
Berdewamiya çîrokê jî wiha ye
Îdiayên Firdevsî ye ku min wek çîrok penasê kirî jî xapandinên cîdî ye hene; ez van rast nabînim û sedêmên vê yekê jî babeta nivîsêka din in. Berdewamiya çîrokê jî wiha ye: “Ew parvakirina welat ne bi dilê birayê mezin Selm bû. Ji birayê xwe yî navîn ji Tûr re xeberê dişînê û dibêje: “Bavê me deşta Îranê ya egîdan û Yemen da Îreç; Rûm û rojava da min. Çola tirkan û Çîn da te. Bi vî awayî biçûkê me dibe xwediyê text û taca Îranê. Ez bi vê parvekirinê ne razîm e. Siwarî şandin cem Tûr û serê wî ye bê mejî bi tiştên wala tijî kir. Tûr xeber şand, kirê guregur û got: “Bavê me em di xortaniya me de xapandin ha? Ez dixwazim bi te rû bi rû bêm ku em biaxivin`.
Kralê tûraniyan Efrasiyab
Bi vî awayî birayêk ji rûm, yek jî Çîn dikevin rê; bi hev re rûniştin, tiştê dizî û aşkara axivîn. Paşê, xeber ji Ferîdûn re şandin ku Îreç jî bişînê cîhekî dûr, heger ve yekê nekê siwariyên tirk û çîn û egîdên kîndarê rûm amade ne ku ji Îreç heyfê hilînin.” Gor vê vergera tirkî, `siwariyên tirk` an jî Tûrê tirk yê êrîşê bîne ser welat û bi vî awayî Ferîdûn û hersê kurên wî jî tirk in. Lê di cîldê din de ve yekê bixwe vala derdexê: ”Kralê tûraniyan Efrasiyab ji kralê ariyan Keykûbad re nameyekê dinivîsîne û wiha dibêje: Ew Yezdan bila rehmetê bide Ferîdûnê ku nijada me jê hatî. Eger ew kralê tûraniyan wek tê îdea kirin tirk bûya, çawa dikaribû ji kiralê arîyan re binivîse û bibêje nijada me Ferîdûne?
Di heman cîldê de sînorên axa tûranî jî wiha tarîf dike: ”Gor vê biryarê, ji çemê Ceyhûn heta sînorên Tûr û ji wir jî heta Çîn û Hoten ê dan miletê Tûran.” Vê herêma ku hatî dayîn `miletê Tûran`, di heman demê de erdnîgariya kurdên wek oxuz-turkmen hatine binavkirin.
Berovajî, Tûr ji miletê Arî ye
Berovajî wergera tirkî, di Şehnama li Afganistanê hatî çapkirin (1361-Delwa, rûpel 102) de jî hatiyê nivîsîn ku ew cîh dan `tûraniyan` û tu qala miletê tûran nake. Dîsa ”Şahê tûran Zemîn” hatiyê nivisîn lê di wergera tirkî de tê gotin ku padîşahê welatê tirkan. Di Şahnamayê zimanê darî de vekirî hatiye nivîsîn ku kralê zemînê tûran. Di rûpela 309’an de jî: ”Ji wî welatî bi vir ve pir ferq nîne, yanê Semengan, Tûran û Îran hemû yek tên hesibandin.” Va jî aşkera dide xuya kirin ku Tûr an Tûranistan welatê miletê arî ye, ne yê tirkan e! Derdikeve holê ku Şahnama bi zimanê tirkî bi zanyarî yan jî bi nezanî şaş hatiyê tercûmekirin. Bi kurtî mirov dikarê ji Şahnamê ve encamê derxê ku Tûr-Tûranî û Tûrzemîn ne miletê tirk e û ne jî welatê tirkan e. Berovajî, Tûr ji miletê Arî ye û welatê wî jî Aryan e. Di esas de ew kurd û di nivisa têyî de ez ê qala kurdbûna wî bikim. Ew miletên di bin desthiladariya Tûr de dijîn ji wan re jî tûranî hatiye gotin ku di nava wan de faris, tacik, belûc, teter, moxol û miletên din jî hene.
Gelek navên kurdî lê hene
Bi xala miletên dinê di bin desthilatdariya Tûr de yan yên bi wan re cîran re girêdayî, li welatên Balkanan gelek caran mirov rastî navê Tûran tê! Li Kroasyanê min gelek cîh û aşpezxanayên bi vî navî dîtin û bala min kişandibûn. Ji bo ku li ser kurdbûna beşekî kroatan nîqaş hene û îhtîmalek heye ku dema ew ji rojhilat hatin nav jî bi xwe re anîn an ew jî dibin desthilatdariya Tûr de bûn.
Dîsa em dizanin ku êlêka kurd (Îhtîmaleke ku ew lekî yan kirmanckî; dibe ku herdu jî bin. Lewre yek ji navê wan î, em dizanin Alan in û beşek ji Alan a îro li Dêrsîmê dijîn) bi koçberiya macaran re hatine Macaristana îro. Hîna jî gelek navên kurdî (wek Milan) ye li ser herêm, gund û şexsan ve hatinê ispat dikin hene. Vê tekiliyê û cîrantiyê, mirov di peyvên devoka kurdên li Anatoliyê de û macarî de jî dibîne.
Xwestin koka tirkan bi vê bizeliqînin
Dîrokzanê tirkan, li ser vê bingeha ku me li jor qal kirî dîrokek çêkirine û xwe bi vî Tûrî re girê dane û îdia dikin ku ew kalê wan e. Vê dîroka jî piştî damezirandina komarê afirandinê. Lewra teoriya wan a destpêkê ew bû ku ew miletekî ji Asya Navîn bûn, piştre hatibûn Anatoliya yê û qala çîroka Tûr jî nedikirin. Lê di serdema damezirandina komarê de, dîrokzan û rewşenbîrên di bin bandora dîtinên ewropiyan de manî xwe li çîroka tûran pêçan. Nijadperastên tirk û Gokalp ê kurd jî xwestin ku koka tirkan bi vê yekê ve bizeliqînin û fikrên xwe bi wê ve girêdayî belav kirin.
Tûranîzma wan xeyalî ye
Wekî min di nivîsa `Kizil Elma` de jî anî ziman, Gokalpê kurd û tirkên nijadperest, di merhala yekemîn a tûranîzmê de kurdên li Anatoliyê û Kurdistanê ji xwe re kiribûn armanc.
Digotin: ”Yên ji alî çandî de herî nêzik û hêsan bigihêjin hev komên li Anatoliyê ne û pêwîste em li destpêke wan a ji alî `hars`/çandî (=jiyana zimanî, dinî, îktîsadî, exlaqî, hiqûqî) de bikin yek”. Hêviya Gokalp ê ku wek gava yekê kazak, ozbek, azerî û yên din bike yek nîne; gelo tirkên li Asyaya Navîn û Moxolistanê di alî çandî û neteweyî de ji tirkên li Anatoliyê cudatir bûn? An bi rastî kurdên li Anatoliyê (kalên min ê koçber) ji aliyê ziman, çand, olî û xwînê de nêzikî tirkan bûn? Ji ber wê ye ku tirkî bi ledanê di heft saliya min de fêrî min kirin?
Bersiva van pirsan jî ya derxê holê ku îdia an tûranîzma wan xeyalî ye û ne rast e.
Tenê bersivek ji vê re heye;
Mirov dikarê bi vê yekê re girêdayî pirseka din a girîng jî bike: Gelo çima ji serdêma osmaniyan ya dawî bigire heta roja îro, aqilê vê dewletê bi rê ve dibe, miletên din ji Balkanan, Afganistan, Çîn û cîhên din tînin, li Kurdistanê û Anatoliyê bi cîh dikin? Tenê bersivek jê re heye; miletên piştre hatine yê zû werin helandin, zû bibin tirk lê kurd nabin! Bi rêya miletên din ê ku di navbera erdnigariya kurdan de bi cîh dikin hewl didin ku kurdan bikin tirk. Pratîka vê yekê bi awayekî sîstematîk bi sedan salan li Kurdistanê hatiye meşandin û di navbera kurdên li navênda Anatoliyê de jî xelek di du xelekê ew yeka pêk anîne.
Tespîta dîrokî
Tûranciyên nijatperest îdia dikin ku welat ne Turkiye û ne jî Turkistan e; herêmêke hîn mezintir e. Heta Omer Seyfettîn `cîhê ku heta hespê padîşah çûyî` tarîf dike lê di bingehê de bi xwe jî bingeha îdiayên xwe tiji nakin. Niviskarê kurd Selîm Temo jî vê yekê dest nîşan dike: ”Dîroka Xorasanê ne stabîlê lê îdeolojiya tirkan a resmî, wê dikê `Tûran` û wek welatê wan î dayikeyî ku cîh nizanin û nikarin tarîf bikin e. Girêdana wan ê bi Tûran re, rastiyê nîşan nade. Navê Tûran, di Avesta de, xaka ji sê lawên Thraetaona (Ferîdûn) yekê bi navê Tûra ye re hatî dayîn tarîf dike.”
Welatên Medan hilbijartine
Wekî min berê jî anî ziman û Temo jî radigîhîne, Tûran-zemîn (Xorasan a mezin) cîhê ku kurd ji qedîm ve lê nîştecîhin û Tûran jî kurd e. Wekî Temo jî tînê ziman; ”yekem car Ziya Gokalp xwest naveroka tûranîzmê dagire lê nedizanî ku ew li ku ye; digot, `welatê xweşik û pîroz bibêje rêya te li ku ye?’ Piştre îtîraf kir: `Ew ne li Hindê ne li Çînê, di nava giyana tirkan de ye` Bi vî awayî rewşeka ecep derdikevê holê ku netewperestên tirkan ji xwe re wek welat, welatê beşek kurdan an Medan hilbijartine. Ew encam derdikevê ku ne tenê îro di serdema entîq de jî welatê kurdan dagirkirine. ”
Hat ziman ku Tûr kurd e û warê ew lê jiyayî an Tûranistan jî xaka kurdan ê qedîm e; dinivîsa pêş de ez ê hewl bidim ku li ser kurdbûna wî û dîroka kurdên li wir binivisîm.
Çavkanî:
1) Şahname, Fîrdevsî, Stenbol 1956, rûp: 120
2) Şahname, Fîrdevsî, Stenbol 1956, rûp: 126
3) Şahname-Cîld II-Fîrdevsî-Verger Necatî Lugal-1992 Îstanbûl- rûp: 64
4) Dîroka Kurdên Koçber-I, Ş. Reşî, rûp: 127
5) Turkçulugun Esaslari, Ziya Gokalp
6) Xorasan Kurtlerî, Selîm Temo, Alfa, rûp: 62
7) Xorasan Kurtlerî, Selîm Temo