28 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Tundiya li ser jinan siyasî û civakî ye

Tundiya li jinan girêdayî zihniyeta civaka paşverû ye ku negihîştiye asta fêmkirina hevsengiya navbera her du zayendan. Pirî caran malbat an zilaman tundî weke diyardeyeke xwezayî û mafdar dîtiye.

Tundî li Rojhilata Navîn bûye dozeke siyasî û girêkeke ku di serdema me de her diçe kûrtir dibe. Ji ber ku ew ne tenê pirsigrêkeke civakî yan malbatî ye. Yekser têkiliya xwe bi desthilatdarî, qanûn, çand û hişmendiya dewlet û wê civakê re heye.

Li Rojhilata Navîn bi milyonan jin rastî tundiyê tên, ne tenê tundiya fizîkî her cure tundiya devkî û derûnî tên. Bi taybetî li welatên ku her di şer û pevçûnan de ne û krîzên aborî, civakî û hwd hene. Li Rojhilata Navîn û çar aliyên Kurdistanê jî, jin herî zêde ji ber van mijaran rastî tundiyê hatine. Mînakên herî berbiçav ên vê jî şerê ku li Rojava bi taybetÎ jî dema dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê hat dîtin. Jin rastî revandin, lêdan û tundiyên giran hatin. Herwiha li Şingalê jinên êzidî li bazaran bi zihniyeta îslama radîkal hatin firotin. Ev bûyerên dîrokî yên tirajîk in.

Herî dawiyê li Sûriyeyê bi hatina hikûmeta demkî, şerê li hember gelê Siwêda û elewiyan û kuştina gelek jinan bi me dide xuyakirin ku çiqas tundî li ser jinên li welatên bêewle ne hatiye kirin. Herçiqas zihniyeteke dagirkeriyê yan şer be, ev yek girêdayî zihniyeta baviksalariyê ango nehevsengiya navbera her du zayendan û kêmkirina hêza jinan e.

Yekser tundiya li jinan, girêdayî zihniyeta civaka paşverû ye ku negihiştiye asta fêmkirina hevsengiya navbera her du zayendan. Pirî caran, malbat an zilaman tundî weke diyardeyeke xwezayî û mafdar dîtiye. Bi vê yekê jin dibin qurbaniya herî giran û trajedîk. Di bin navê namûs ango şerefê de tundî li jinan tê kirin. Jinên ku li hember tundiyê serî hildidin jî wek ku wan pîvanên civakê yan kevneşopiyên civakê bin pê kirine, tên pênasekirin.

Tundiya li jinan tundiya li civakê ye 

Jin ne tenê parçeyeke biçûk ji civakê ye. Ew civak bixwe ye. Ji bo vê yekser tundiya li ser jinan tundiya li ser civakê ye. Tundî ji valahiyê nayê ew li ser sîstemeke civakî ku bingeha xwe ji hegemonya zilamsalarî wergirtiye, pêk tê. Li nav malbatê dema ku zilam desthilatdariyê digire destê xwe û tundiya li jinan weke terbiyekirin, parastin an jî weke mijareke malbatî dibîne. Dema tundiyê bi kar tîne jî gelek caran hesab ji zilamê ku tundiyê li jinan kiriye, nayê pirsîn.

Ev hemû encamên wê nêrînê ne ku jin tenê wek cins tê dîtin. Hebûn wan ji aliyê ruhî ango cewherî nayê qebûlkirin. Pêwîst e ku jin tenê weke cins, ew weke hebûneke sereke ya civakê were dîtin. Em dizanin ku hîmê civaka heyî bi destê jinan hatiye danîn.

Ji bo vê yekê, tundiya li jinan tundiya li mirovahiyê ye. Ew projeyeke siyasî ye. Pêwîstî bi îrade û têkoşîneke bêhempa ya li hember pergalê heye ku zilam dimeşîne. Herwiha pêwistî bi pergala welatên wisa heye ku bi zangonên xwe mafên jinan biparêzin.

Herwiha divê jin li xwe vegere û ji zihniyeta baviksalarî xwe rizgar bike. Ji xwe dest pê bike û ber bi azadiyê ve bimeşe. Ev erka yekemîn dikeve ser milê jinan da ku xwe ji tundiyê biparêzin û tundiyê tune bikin.