7 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Tundiya dijîtal û têkoşîna jinan

Di roja me de em dibînin ku li kîjan qadê tundî li jinan hatibe kirin jinan wir kiriye qada têkoşînê. Qada dijîtal jî yek ji van qadan e. Êdî jin medyaya dijîtal wek gefek li ser xwe nabînin ew di heman demê de vê qadê wek cepheyeke têkoşînê jî pênase dikin.

Bi pêşketina teknolojiyê re kiryarên me yên rojane jî guherîne. Têkiliyên me, ramanên me û heta nasnameyên me niha bi piranî bi rêya medyaya dijîtal şekil digirin. Lêbelê, di cîhanek ku bi dijîtalîzasyonê ve girêdayî ye de, tundûtûjî li pişt van ekranên veguherîner jî tê hilberandin. Ev şêweya nû ya tundûtûjiyê di lîteraturê de wekî ‘tundûtûjiya dijîtal’ tê pênasekirin.

Tundiya dijîtal; kiryarên zorê, gefxwarin, şermezarkirin, an kontrolkirina kesan bi rêya înternetê ango malperên medyaya dijîtal pêk tê. Ev şêweya tundûtûjiyê ne tenê êrîşên eşkere lê di heman demê de mekanîzmayên kontrolê yên nedîtî jî vedihewîne. Reftarên wekî daxwaza domdar a cihê, çavdêriya çalakiya serhêl, parvekirina wêneyan a bêdestûr, şandina peyamên tehdîdkar an jî bêrûmetkirina kesekî li ser medyaya dijîtal mînakên berbiçav ên tundûtûjiya dijîtal in.

Derketina holê ya têgehê

Têgeha ‘tundûtûjiya dijîtal’ bi bikaranîna berfireh a medyaya dijîtal a di salên 2010an de ket lîteraturê û di nîqaşên mafên mirovan de hat bikaranîn. Li Tirkiyeyê, bi taybetî piştî 2020an, bi zêdebûna tevgerên jinan û deng derxistina jinan a li dijî tundiya di vê qadê de di nav civakê de ev têgeh hat bikaranîn. Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin, Mor Çati û rêxistinên wek wan bi balkişandina ser binpêkirinên mafên ku li ser înternetê pêk tên rê li ber belavbûna vê têgehê vekirin.

Rola mêran

Li gor lêkolînên ku tên kirin nîşan didin ku piraniya sûcdarên tundûtûjiya dijîtal mêr in. Di bingeha vê tundiyê de jî wek hemû tundiyan hişmendiya mêrperest heye. Ji ber ku dijîtalîzekirin jî li ser vê hişmendiyê hatiye avakirin ev qad jî bûye amûra tundiyê. Pratîkên kontrol, çavnebarî, çavdêrî û cezakirinê bi rêya amûrên dijîtal tên hilberandin. Pirsên wek ‘Tu ji kê re peyam dişînî?’ an ‘Te çima ev wêne parve kir?’ dibin beşek ji pergala çavdêrî û kontrolê.

Tundûtûjiya dijîtal têkiliyeke hêzê ya zayendî ye. Jin hem li ser înternetê hem jî ne li ser înternetê bi heman şêweyên zordariyê re rû bi rû dimînin. Jinên ku li ser medyaya civakî xuya dibin, nerînên xwe diyar dikin an jî tenê hebûna xwe bi azadî nîşan didin, gelek caran rastî tacîzê yan jî gotinên nefretê tên. Ev yek azadiya jinan a xweîfadekirinê ya di qadên dijîtal de sînordar dike û dibe sedema vekişînekê ku wekî ‘bêdengiya dijîtal’ an ‘xwe-sansor’ tê binavkirin.

Bandorên tundiya dijîtal

Ji aliyê bandorên psîkolojîk ve, tundûtûjiya dijîtal dikare bi qasî tundûtûjiya fîzîkî wêranker be. Çavdêriya domdar, gef an binpêkirina nepenîtiyê hesta ewlehî û aîdiyeta civakî ya kesan têk dibe.

Warê dijîtal êdî ne tenê navgînek ragihandinê ye; ew meydana nû ya jiyanê ye (rastiya vê dikare bê nîqaşkirin lê rewşa ku em hatinê rê li ber vê şîroveyê vedike). Axaftina li ser wekhevî û azadiyê di vê qonaxê de bi dîtina tundûtûjiya dijîtal û xurtkirina mekanîzmayên piştgiriyê yên qanûnî, psîkolojîk û civakî mimkun e.

Divê baş bê zanîn ku şêweya tundûtûjî herçiqas biguhere jî bingeha tundiyê yek e. Çawa ku bingeha wê yek be bandora wê jî di heman demê de neyînî ye. Çawa ku lêdanek li ser laş şopekê dihêle, peyamek jî şopekê li ser hiş û ruh dihêle.

Qada têkoşînê

Jinan li dijî vê tundiya ku li ser înternetê tê kirin rêbazên têkoşînê pêş xistine. Wek tê zanîn bi salan dengê jinan di nav diwarên malê de dihat hepskirin. Bi demê re jinan bi têkoşîna ku dan di gelek qadan de ji bo xwe cih vekirin. Lê wek ku me li jor jî got ji ber ku hişmendiya mêrperst li ser qada dijîtal serwer e jin li vê qadê tenê wek figûr dihatin dîtin. Jinên ku li dijî vê tundiyê li ber xwe didin êdî wê qada ku di bin bandora mêran de ye jî, ber bi guherînê ve dibin. Çawa ku mêran qada dijîtal kiriye amûra tundiya xwe jin jî heman qadê ji bo têkoşîna xwe bikartînin.

Jin qada dijîtal tenê ji bo parvekirina wêneyan bi kar naynin. Di heman demê de di vê qadê de tundî û taciza ku li wan tê kirin jî teşîr dikin. Têkoşîna jinan a li ser dijîtalê carna bi peyvek wek #MeToo gerdûnî dibe. Banga jinek li aliyek cihanê tê kirin ji aliyê hemû jinan ve tê bersivandin. Ji ber ku jin li ku dibin bila bibin rastê heman tundiyê tên lewma hev fêm dikin û deng didin dengê hev.

Dema em bala xwe didinê jin bi rêya medyaya dijîtal bi çîrokên xwe re rêbazên têkoşînê yên li dijî tundiyê jî bi hev re parve dikin. Mînak bi peyva #MeToo tacizên ku li wan hatin kirin teşîr kirin û herwiha bi teşîrkirinê nîşan dan ku çawa rê li ber van bûyeran dikarin bên girtin. Dîsa bi #NiUnaMenos re li dijî kuştina jinan xebateke berfireh li ser medyaya dijîtal dan destpêkirin.