Di van rojên girîng yên di mijdarê de jin ji bo balê bikişînin ser tundiyê bi awayekî bêhempa têdikoşin. Li dijî tundiya fizîkî, aborî, derûnî, zayendî û çandî. Tiştê ku divê binê wê bê xêzkirin ev e ku jinên kurd ev sed sal in li dijî tundiya çandî li ber xwe didin. Li dijî qedexeyên ziman û çandê bîra xwe tim zindî dihêlin.
Formulên parastina çandî dixulîqînin û bîra xwe bi rêya çîrokbêjî, dengbêjî û cureyên din ji nifşekê vediguhêzin nifşekî din. Lê li dijî vê bîrê serdest serî li tundiyê didin, bi her awayî tundiyê pêk tînin; bi taybetî jî rêbazên tundiya çandî bi kar tînin. Dema mijar dibe kurd û çanda kurdan jî rêbazên bikaranîna tundiya çandî bi awayên cur bi cur tên ceribandin.
Johan Galtung ku di qada xebatên aştî û bêşîdetê de dixebite serê xwe bi meseleya tundiya çandî re êşandiye wiha dibêje: “Dema ku mirov bi darê zorê bixwazin tiştekî bidin kirin tundî derdikeve holê.” Tundî bi pênaseyeke hêsan tê wateya rikêf û êşandinê. Bi sê awayê tundî derdikeve holê; rasterast, strukturel û çandî.
Tundiya çandî; di çandekî de tundiya rasterast û strukturel bi rêya tundiya çandî meşrû dibe. Di herdu cureyên tundiyê de tundî bi awayekî vekirî pêk tê lê di ya çandî de bi awayekî veşartî pêk tê. Bi rêya ziman, ol, bîrdozî, huner û zanistê tundiya çandî pêk tê. Tundiya çandî hînek aliyên çandî ji xwe re esas digire û tundiyê wisa pêk tîne, wisa zirav zirav dirêse ku mirov gelek caran ferq nake û pê nahese. Hem bi awayekî hûr hem jî bi awayekî hêdî pêk tê.
Her netewe li gor çanda xwe sembolên olî û îdeolojiyê ava dike; wekî memorîal, xaç, hîvikê û keskesorê (kesk,sor,zer). Dema ku ev sembol ji bo neteweyeke din bê wateya dijminatiyê û li ser pîvanên dijminatiyê bê bikaranîn dibe tundiya çandî. Wek mînak; dayikeke kurd di zindana Amedê de hezkiriyeke/î xwe winda kiribe her roj derbasbûna wê ya li ber wê zindanê tundiyeke çandî ye. Dîsa dema ku biryara zindanê ya ku bibe navendeke çandê hat dayîn (ku kurd li dijî vê derketin) ev biryar û pêkanîna wê ji bo gelê kurd tundiyeke çandî ye.
Kesek ku li zindana Amedê ji aliyê fermandarekî ve rastî tundiya fizîkî hatibe, navê wî fermandarî dê tim tundiya ku dîtî bîne bîra wê/î mirovê/î, nav bibe navê dibistanekî û her roj ji malbata wê/î zarokek biçe wê dibistanê ji bo wê/î kesê/î ev tundî dê tim bi rêya tundiya çandî berdewam bike.
Rengên kurdan, cil û bergên kurdan hatin qedexekirin û jinên kurdan bi israr ew reng jî ew cil jî li xwe kirin. Serdestan dît ku nikarin bi qedexeyan reng û cilan tune bikin an jî ji holê rakin, rêbazên tundiya çandî bi kar anîn (wek cilên cahilan, demode, paşverû dîtin) anku bi her awayî tundiya çandî bi kar anîn. Hê jî li bajarên mezin ên Tirkiyeyê cilên dayikan, laçik û rengên dayikan (kesk, sor, zer) şalwarên mêrên kurd dibe sembola gundîtiyê! Nikarin wê bîrê tune bikin, bi biçûkdîtinê dixwazin tune bikin!
Henekên rojane yên zayendperest, biwêjên ku jin û çanda neteweyekê biçûk dixin mînakên tundiya çandî ne û serdest henêkên xwe li ser karakterên kurdan (nedîtî, cahil, gundî ) dikin û bi her awayî bi rengekî zirav dirêsin. Ev bûyerên heyî tundiyeke rasterast nin be jî gelek caran ji bo tundiya rasterast zemînekê hazir dike. Di demên dawî de di pêvajoya hevduberdena jin û mêran de jî em dibînin ku gelek caran mêr dema ku hevjîna xwe bikuje dibêje: “Kurd bû û bi çanda kurdbûne zarok mezin dikirin, an jî -terorparast!- bû û min nexwest zarokên min bi çandeke dij- dewlet mezin bike û min jî ew kuşt.” Ev parastin dibe sedemeke xurt û ew kujer hema bibêje bêceza tê darizandin. Mînakên dawiyê yên li bajarên mezin ên Tirkiyeyê tên jiyin (Hunermendên kurd ji ber ku stranên kurdî dibêjin an tên kuştin an jî êrîşî cil û rengên wan tên kirin) jî encamên tundiya çandî ne.
Tundiya çandî ji holê ranebe dê gelek caran rê li ber tundiya rasterast veke yan jî dê têkoşina li dijî tundiyê dijwartir bike. Yan jî tundiya rasterast ji holê rabe jî carna tundiya çandî û tundiya strukturel dikare berdewam bike. Ji bo qadeke bêtundî divê li ser tundiya strukturel û çandî bê xebitîn û dibe ku em haydar bin li dijî van cureyên tundiyê. Ji bo ku tundî jî ji holê rabe û biqede divê em têbikoşin. Pergal di konteksa şerê taybet de hemû rêbazên tundiya çandî li ser kurdan bi taybetî jî li ser jinên kurd bi kar tîne li dijî vê jî kurd û jinên kurd bi her awayî têdikoşin û em dizanin rojekê têkoşina jinên kurd dê hemû cureyên tundiyê ji holê rake û jiyaneke wekhev ava bike. Ji bo wê divê em tim û tim li dijî her cureyên tundiyê têbikoşin û nehêlin ku tundî pêk bê.
Em hebûn, em hene, em ê li dijî tundiyê jî hebin…