19 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Tundî bingeha xwe ji ku digire?

Tundîtûjî ne hestek mirovî ye. Tundûtûjî ne tenê kiryarek fizîkî ye, di heman demê de mekanîzmayek serdestiya derûnî, hestyarî û avahîsaziyê ye jî. Hemû cureyên zext, zordarî û paşguhkirina azadiya mirovan, binpêkirina rûmet û mafê jiyanê di nav pênaseya tundûtîjiyê de cih digirin.

Tundûtûjî ne tenê kiryarek fizîkî, ew mekanîzmayek serdestiya derûnî, hestyarî û avahîsaziyê ye jî. Hemû cureyên zext, zordarî û paşguhkirina azadiya mirovan, binpêkirina rûmet û mafê jiyanê di nav pênaseya tundûtîjiyê de cih digirin. Li gor dîtina rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, tundûtîjî bi dîroka şaristaniya serdest a mêran dest pê dike. Nemaze di avakirina civakî ya hiyerarşîk de ku bi hilweşîna nirxên matriarkal/dayiksalar ên civakê, di serdema neolîtîkê de dest pê kiriye. Ev pirsgirêka heyî ne tenê pirsgirêkek navkesane; ev pirsgirêk pirsgirêkek kûr a civakî ye, ku bi têkiliyên dewlet, desthilatdarî û îstismarê ve xwe kûrtir kiriye.

Tundîtûjî ne hestek mirovî ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di nêrînên xwe de dibe ku tundûtûjî bi avakirina desthilatdariyê dest pê dike. Ev desthildatdarî jî bi xistina jinan re tê avakirin. Şikestina yekemîn û ya herî bingehîn a avakirina vê desthilatdariya jî bi koletiya jinan dest pê dike. ‘Pîrozdîtina jinan a di koletiyê de’ ango înkarkirina rola wan di hilberîna civakî de û sînordarkirina wan tenê bi qada hilberîna cinsî û biyolojîk ve, forma yekem û ya herî bingehîn a tundûtûjiyê ye.

Dewlet wekî sazûmankirina civakî û yasayî ya vê serdestiya baviksalar, ango wekî hêza tundûtûjiyê ya rêxistinkirî tê damezrandin. Tundûtûjiya ku li dijî jinan di nav civakê de belav dibe, dibe çavkaniya sereke ya şer, îstismar û pevçûnê.

Tundûtûjiya ku tê kirin bi rêbazên cur bi cur pêk tên. Êrişa fizîkî ku herî zêde tê zanîn rasterast li ser laş pêk tê. Di vê cureya tundiyê de jin tên birîndarkirin û kuştin. Tecawiz, tacîza cinsî û îstismara ku li ser laşê jinan pêk tê cureya tûndûtûjiyê ya cinsî ye.

Heqaret, gef, zext û qelskirina îradeyê di nav cureya tundûtûjiya derûnî de pêk tê. Vê cureya tundûtûjiyê herî zêde di nav malan de ji aliyê mêran ve li ser jinan pêk tê. Dîsa mêr bi rêya tundûtûjiya aborî jinan mehkûmê xwe dikin û tundiyê li wan dikin.

Tundûtûjî bi van rêbazan tên kirin. Lê astengiya herî mezin a li dijî guherîna vê hişmediya tundûtûj nêrîna li dijî jinan e ku rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan divê di têkoşîna jinan de zêdetir li ser guherîna vê hişmendiyê bê sekinandin. Vê hişmediya heyî ya ku rê li ber tundiyê vedike û di nav hemû civakê de belav bûye hem mêran û hem jî jinan mehkûmê xwe kiriye. Ji ber vê yekê ye ku Rêber Ocalan dibêje, ‘Bê jin jiyan ne pêkan e lê bi jina heyî re jî nayê jiyîn’. Lewma di têkoşîna xwe ya heyî de divê jin destpêkê xwe ji zîncîrên xwe yên koledariyê rizgar bikin.

Jinên kurd ji bo xwe û civakê ji vê tundiyê rizgar bikin bi salan e di nav têkoşînê de ye. Têkoşîna ku jinên kurd didin bi dirûşma Jin Jiyan Azadî xwe gihand hemû cihanê. Ev têkoşîna ku ji aliyê jinên kurd ve di bin sîwana Jineolojî û Şoreşa Rojava de tê bipêşxistin, nîşan dide ku derbaskirina tundiyê tenê bi guhertina qanûnan ne pêkan e. Ji bo vê guherînê paradîgmayek nû pêwîst e. Rêber Ocalan dibêje ku ev hewldan divê li dijî pergala serdest be.

Armanca sereke ya vê têkoşînê ne tenê jiholêrakirina tundiyê ye. Ev têkoşîn hewl dide hişmendiya jin û mêrên azad li ser bingeha exlaq û siyaseta hevpar ava bike.