Serokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, têkildarî pevçûna ku li Yalovayê di navbera polîsan û DAIŞê de çêbû daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Tuncer Bakirhan di daxuyaniya xwe de got: “Sersaxiyê ji malbatên 3 polîsên ku di operasyona li Yalovayê ya li dijî DAIŞê de jiyana xwe ji dest dan re dixwazim. DAIŞ, tenê ne ji bo herêma me ji bo tevahiya mirovahiyê talûke ye. Li dijî DAIŞê û yên girêdayî wan têkoşîn û helwesta hevpar berpirsiyariya me hemûyan e.”
