14 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Tuncer Bakirhan: Hûn nikarin rejîma xwe ya rizî li ser piyan bihêlin

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bertek nîşanî êrişên HTŞ, komên paramîlîter ên ku piştgirî ji Tirkiyeyê digirin da û got: “Hûn dê nekarin kurdan di bin dorpêça qirkirinê de bihêlin û rejîma xwe ya rizî li ser pêyan bihêlin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, di civîna heftane ya koma partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand.

Tuncer Bakirhan, îşaret bi şerê li dinya û Rojhilata Navîn kir û got ku tu kesek bi dilxweşî û aramî nikare razê. Bakirhan, diyar kir ku êdî li cîhanê ne qeyd û rêgez lê bazarî serwer e û got: “Serwerî ne mîna seneda tapoyê, veguheriye tiştekî wisa ku dikare di her kêliyê de were binpêkirin. Hiqûq, di destê îktîdarê de veguheriye çoyekî ku gel pê tînin ser xetê.”

Bi bi berdewamî Bakirhan destnîşan kir ku yên nikarin serdema nû rast fêm bikin dê nekarin siyaseteke rast bimeşînin û got: “Peywira me jî ew e ku li dijî siyaseta tirsê, em siyaseteke avaker û demokratîk ava bikin. Hewceye em ji her demê bêhtir xwedî li Rêya Sêyemîn derkevin, birêxistin bikin û bînin ziman. Di hundir de hewceye em aştiya civakî mezin bikin û li derve jî ji bo wekheviya gelan û hiqûqê xeta piştevaniyê bihûnin.”

Tuncer Bakirhan, bal kişand ser geşedanên li Îranê û ev tişt anî ziman: “Karker, jin, ciwanên Îranê kolan bi kolan, sûk bi sûk dibêjin êdî bes e. Zexta li ser bajarên kurdan giran dibe, wê rejîma zextker, yekperest, mezhebperest û navendîparêz bi hemû awayî radixe ber çavan. Gel û baweriyên di bin enflasyona bilind, bêkarî û şertên giran ên jiyanê de dieciqin, bi awayekî aştiyane nerazîbûna xwe nîşan didin. Ev nerazîbûn, mafê herî rewa û bingehîn ê gel, bindestên Îranê ye. Lê rejîm, mîna li her devera cîhanê bi bersivên tên zanîn mudaxile dike. Bi copan, bi top, binçavkirin, girtîgeh, gefên darvekirinê mudaxile dike. Tu îktîdarek bêyî îradeya gel nikare mayinde bibe. Bi girtina înternet û ragihandinê û bi rêya karantînaya bêdengiyê hûn dê nekarin çareseriyê pêş bixin.”

Di berdewama axaftina xwe de Bakirhan wiha got: Pêşeroja Îranê û Rojhilata Navîn; di siya cop û sêdaran de nayê avakirin. Dikare li ser zemîneke kurd, faris, azerî, belûc wekhev dijîn were avakirin. Çareseriya siyasî ya sedsala 21an ev e; rejîmên demokratîk tevî her cureyên gefan jî dê xwe li ser pêyan bigirin. Lêbelê rejîmên ne demokratîk, ên nekarîne aştiya navxweyî ava bikin jî xetere li ser heye ku di nava rageşiya heyî de, di nava dinyaya bêqeyd û bêhiqûq de ji hev belav bibin. Banga me pir zelal e; em her tim li cem gelên bindest bûn û dê her tim li cem wan bin.

Xwestin komkujiya li Helebcê dubara bikin

Di nava 10 rojên dawî de çav û guhê me tevan li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bû. Di demeke dinya li ser eşqiyetiya li Venezuela û Karayîpan diaxivî, li kêleka me, li Helebê bi awayekî bêdeng provaya qirkirineke mezin hate kirin û hêj didome. Çeteyên girêdayî rejîma Şamê û Tirkiyeyê, ji bo karê DAIŞê nîvco hiştibû temam bikin, ketin nava tevgerê. Yên ku ji niştecihên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku bi sedan sala ye li wir dijîn re dibêjin terorîst, rastiyê berevajî dikin. Me di weşanên zindî de dît ku DAIŞî ber bi taxan ve diherikin. Heta hewcehî pê nedîtin unîformayên xwe jî biguherînin. Em ve zîhniyetê baş nas dikin. Em vê zîhniyetê ji Enfalê nas dikin, em vê zîhniyetê ji wan kesên jinên şengalî li bazarên koleyan firotin û li Kobanê wehşet ferzkirin, ji wê tarîtiyê nas dikin. Em van kesan ji alçaxên cenazeyê jineke kurd ji avahiyên Helebê avêtî xwarê nas dikin. Binêrin; yên li hemberî avêtina cenazeyê jineke kurd ji avahiyên Helebê bêdeng û yên piştgirî dane vê wehşetê jî dê dawiya wan bi xêr nebe.

Bêyî ku gotinê dirêj bikim ez vê yekê bi aşkerayî bibêjim; xwestin Helebeyeke nû li Helebê dubare bikin. Em li vir bangî wan kesên di nava van hesabên tarî de dikin; hûn dê nekarin wan rejîmên xwe yên rizî bi rêya hiştina kurdan a di nava dorpêça qirkirinê de li ser pêyan bihêlin. Hûn dê nekarin bi gefa qirkirina kurdan hesabên xwe yên siyasî pêk bînin. Pirsgirêka Sûriyeyê ne kurdên axa xwe diparêzin û elewî û durziyên baweriya xwe diparêzin in.

Belê li Sûriyeyê pirsgirêk heye; ev pirsgirêk jî feraseta rêveberiyê ya selefî, yekperest û nîjadperest e. Ew ferasete ya ku kurd, elewî û durziyan nas nake. Ji bo kurd dayika xwe nebîne, hemû derfetên xwe seferber kirin. Aqilê vê dike; aqilekî îflaskirî ye. Çeteyên para xwe ji mirovahiyê negirtine; dema êrişî taxên kurd û suryanan kirin, Sekreteriya Giştî ya NYê banga îtîdalê kir. DYA, Yekitiya Ewropayê, Kanadayê, Herêma Federe ya kurdistanê bi daxuyanî dan. Baş e lê kê ji ewil got em amade ne alîkariyê bidin rejîmê? Hemû dinya banga hestiyariyê dike lê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ji rejîmê re got Heke hûn bangî me bikin, em amade ne ku tevî we têkevin Helebê, li kurdan bixin, wan koçber bikin û li wir tevî we li dijî wan şer bikin.

Em vê qebûl nakin. Ew Wezîrê Parastinê, wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê ye. Li welatekî 20-25 milyon kurd lê dijîn me temsîl dike. Hema bila çendek deqeyan empatiyê bikin. Xwe hinek bixin kurdan û wisa bifikirin.

Gelo ev dîmen ji we re çi vedibêje? Li hemberî rewşekî wiha de hûn dê çi hîs bikin? Berê topan dane taxên kurdên sivîl, berê tankan dane wan; li nexweşxaneyan dixin, li mizgeftan dixin; jin û zarok di nava toz û dûyê de nizanin dê bi ku de birevin. Îcar ser re hewl dide aqil jî bide kurdan. Tu bî dê çi bikî? Hinek wijdana we bila hebe. Dê kurd çi bike? Ma bes nekir? Hûn çi ji taxên kurdan ên li Helebê dixwazin? Di esasê xwe de divê hinek tiştan ji hin kesan bixawzin. Wekî hûn tiliya xwe li kurdan dihejînin, hin kesên divê hûn tiliya xwe lê bihejînin hene. Lê hêza we têra wan nake.

Bertek nîşanî dijberên kurdan da

Bila her kes li xwe vegere û ji xwe bipirse. Li kîjan welatî qenalên televîzyonan ewqas dijberiya kurdan dikin, ewqas bernameyên dijminatiya kurdan dikin? Yek rabûye dibêje; Li Helebê kurdan qir dikin. Çi ji we? Hey ehmeqê ehmeq. Ew însan in. Ew canê me ne, xizmên me ne, xwîna me ne. Ne kurd, kî jî bin em ê li dijî wê wehşetê derkevin. Em e piştevaniya kesên li wir têdikoşin bikin. Banga min ji bo wan kesa ye yên li Qibrisê edebiyeta mafê Tirkan dikin; heke biqasî tu mafên tirkên Qibrisê diparêzî, te ewqas mafên kurdên li Helebê biparasta, ma dê ev dîmenên wehşetê derketibûna holê? Yaw hema carekê jî be mafên kurdan biparêzin. Weke hemwelatiyên vî welatî ma ne mafê me jî ye em van bibêjin? Çima dema mijar dibe kurd hûn ewqas sor dibin, tansiyona we bilind dibe û tiliyên we li hewa dihejin? Şerm e, guneh e. Lê êdî her kes vê dibîne. Weke kurd, tirk, ereb, ermen, roman, muhafazakar, laîk, demokrat, hewceye em li dijî vê koma biçûk a mirin û şer dixwaze bêhtir wêrek bin. Divê em bi hev re aştiyê bixwazin û rûpoşa nîjadperestên daxwaza komkujiyan dixin bixi erdê. Wê demê em ê bikarin pêşiya şer û pevçûnan, koç û sirgûnan bigirin.

Em ji wan kesên tekane derdê wan êrişkirina kurdan e dipirsin; ji ber ku ji bilî vê tu derdê wan nîne. Li 50 kman dûrî Şamê, li Golanê alên welatekî din li ba ne, Îsraîlê li navenda Şamê avahiya we ya serokwezîrtiyê bombebaran kir. Ew serweriya we ya veşarî wê demê neçû lê niha çima dema mijar dibe kurd ji nişka ve xuya dibe? Li Helebê li nexweşxaneyan xistin. Qadên sivîlan bi çekên giran hatin bombebarankirin. Bi sedhezaran kes tî û birçî hatin hiştin. Tiştên Îsraîlê duh li Xezeyê dikir îro li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî kurdan hatin kirin. Yên ku ji bo Xezeyê hêsiran dibarînin û roja din Helebê vediguherînin Xezeyê, du rû ne. Yên ji bo Xezeyê digirîn lê ji bo Helebê li çepikan dixin, dijminên kurdan e.

Kê bi Îsraîlê re mitabeqet îmze kir?

Li Parîsê bi Îsraîlê re peymana îstîxbaratê mohr dikin û li Helebê bombeyan ser serê kurdan de dibarînin. Ev, mutabeqeta herî qirêjî ya li dijî kurdan e. Ka we digot kurd bi Îsraîlê re tevdigerin, ka we digot Îsraîlê piştgirî dida wan. Yaw hinek ji xwe şerm bikin şerm, ma yên li Parîsê bi Îsraîlê re mutabeqet mohr kirin kurd in? Îcar bêyî şerme û fedî bikin vê bi aşkerayî dibêjin. Hûn derewîn in. Derdê van ne berfirehbûna Îsraîlê ye, ne bihêzbûna Îranê ye, ne zindîbûna DAIŞê e. Tekane derdekî van heye, ew jî dijminatiya li kurdan e. Xwedê kevirên biqasî kurdan bi serê we de bîne. Dixwazim dîsa bibêjim; êrişa bi destê çeteyên unîformayên DAIŞê li xwe kirin a li dijî kurdan, cînayet e, komkujî. Yên çavên xwe ji vê re girtin, yên piştgirî dane wan jî şirîkên wan in. Banga me ji bo her kesî ye; bêdengiya li hemberî sûcê mirovahiyê yê li Helebê hatiye krin, erêkirina zîhniyeta DAIŞê ye.

Pêşeroja gelên Sûriyeyê û gelê kurd dê ne li ser wan maseyên bazariyê yên bixwîn, dê bi berxwedaneke birûmet û yekitiya demokratîk bê nivîsandin. Hûn nikarin pêşeroja Sûriyeyê li ser wan maseyên qirêjî binivîsin. Divê êriş bi awayekî mayinde bên sekinandin. Divê dorpêç were rakirin. Têketina her du taxan hatiye girtin. Weke ku xenîmet dîtibin êrişî her malê dikin. Li ku derê jin û zilamên ser 18 salî û di bin temenê 70ê salî de hebin, tevekan binçav dikin. Nayê zanîn ka bi ku de dibin. Nayê zanîn ka teslîmî kê tên kirin. Divê ev yek tavilê were sekinandin. Divê her kesên hêza wan heye ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê bikeve nava tevgerê. Ji bo têketina wan taxan divê tavilê korîdoreke însanî were vekirin, kesên hatine revandin bên berdan û êrişên ser qadên sivîlan û navendên tenduristiyê bi awayekî xweser bên lêkolînkirin. Her çende Neteweyên Yekbûyî qels jî bin, divê di vê dinyaya bêqeyd de bi rola xwe rabe. Bi roja ye çavê dinyayê li wehşeta li Helebê ye. Divê protestoyên li her deverê bên dîtin û li gorî vê gav bên avêtin.

Peymana 10ê Adarê

Me li birêz Bahçelî guhdarî kir. Ya yekemîn em ne li tiştên di siyasetê de diqewimin, em li tiştên diqewimin binêrin. Anku em li wehşeta li Helebê hatiye kirin binêrin. Dema li vir em lê dinêrin, dibînin ku yên bi Mutabeqeta 10ê Adarê nakin ne HSD û kurd in, rejîm e. Ev pir zelal e. Ma HSDê bi Peymana 1ê Nîsanê re xwe ji taxên Helebê venekişand? Ma şervanên xwe yên çekdar ji wir vekekişand? Tevî vê jî êriş birin ser wê derê. Anku ya bi Mutabeqeta 10ê Adarê nake; rêveberiya Şamê bi xwe ye. Ew in ên piştgiriyê didin wan, yên rê didin wan.

Ya duyemîn; demekî kin berê li dijî elewî û Durziyan komkujî hate kirin. Niha jî berê xwe dan kurdan. Ma ev ne rastiyeke şênber e? Ma em van ji ber xwe ve çêdikin? Birêz Bahçelî, em ê li dijî van bêdeng nemînin. Ya ku dikeve ser milê we jî ew e ku maf û hiqûqa kurdan biparêzin. Hûn behsa xwişk-biratiya tirk-kurdan dikin. Vaye ji we re firsend.

Ya sêyemîn; birêz Bahçelî dibêje kurd û tirk di qeder û êşê de bi hev re ne. kurd jî dipirsin; çima her tim para êşê ji me re dimîne? Bila êşa li Helebê hinek jî para we be. Dema çeteyên DAIŞê û rejîm li Helebê êrişî sivîlên kurd dike; ma ne wezîrê we yê parastinê bû ku digot em amade ne alîkariya rejîmê bikin. Ka we digotin qedera me yek e? Vaye hûn bibêjin. kurdek çawa hîs bike? Di vê rewşê de çi bike? Çi bibêje? Di demeke kurd li Enqere û Şamê li çareseriyê digerin de çi îzaheta rûbirûhiştina wan a bi komkujiyan re heye? Ma nevê hûn bertekê nîşanî avêtina cenazeyên jinên kurd ji avahiyan bidin? Ma nevê hûn rexne bikin? Li dijî vê bêexlaqiya milyonan kes lanet dikin re hûn çima tiştekî nabêjin? Tişta zirarê dide tirkiyeyîbûnê jî ev e.

Hevdîtin nayê kirin

Ya çaremîn; birêz Bahçelî tiştekî rast got. Bal kişand ser rola birêz Ocalan. Em jî dipirsin; mesele ev 40 roj in bi birêz Ocalan re tu hevdîtin nehatine kirin. Ev saleke ji bo şertên wî yên bikare rola xwe bilîze bên avakirin em bang dikin. Lê li holê tu tiştek nîne. Em dipirsin; ma nevê şert û mercên azad ên birêz Ocalan bên avakirin da ku bikare pêwendiyan deyne?

Bêguman DEM Partî ji bo silametiya pêvajoyê û aştiyeke mayinde dê pêşniyaran bike. Heke birêz Bahçelî bixwaze kesên tiliya xwe dihejînin bibîne; ji kerema xwe bila televîzyonan veke û lê temaşe bike. Dê bibîne ku yên tiliya xwe dihejînin rêveberên îktîdarê û hin hin kesên medyayê ne. Hişyariyên me, ji bo aştiyê ne. Weke DEM Partiyê em bi banga 27ê Sibatê re ne. Ji ber ku em bi çareserî û aştiyê re ne. Divê êdî li Meclisê gavên şênber bên avêtin.

Yên ji ber dijminatiya li kurdan rewşa welat ji bîr kirin û dixwazin bidin jibîrkirin bila derkevin nava civakê. Wê demê dê xizanî, hejarî, birçîtî û tiryakkêşiya heta qirikê hatî bibînin. Feraseta Bila kurd dayika xwe nebînin, di polîtîkaya derve de dest û lingên Tirkiyeyê girê da. Tenê bi vê jî bisînor nema; her wiha civak rizand. Aborî têk bir. Demokrasî felc kir. Civak, xist çirava tundiyê. Li gorî daneyên têkoşîna li dijî tiryakê; hejmara tiryakkêşan di sala 2025an de li Tirkiyeyê nêzî 15 milyonan bûye. Anku ji her 5-6 kesan yek jê tiryakkêş e. Lê vê nabînin.

Li Helebê dê kurd bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin, dibêjin divê neaxivin. Kesên tevahiya amadekarî, aborî û budçeya me tenê ji bo kurd mafekî bi dest nexin xerc dikin; bi xwe re 15 milyon tiryakkêş anîn. Hema hema temenê bikaranînê daketiye 12 saliyê. Heta li hin cihan daketiye 9 saliyê. Hinek wijdan. Zarokekî 9 salî tiryakê bi kar tîne. Lê ew hêj jî li Helebê ye. kurd, li Japonyayê bi zimanê dayikê perwerde dibe, çavê wî li wir e. Ev dîmen ne dîmenekî baş e, wehşet e. Divê ser hişê xwe ve bên û li Tirkiye û Rojhilata Navîn aştiya civakî biparêzin û pirsgirêkên civakê çareser bikin. Mereq nekin, ne kurd lê ew 15 milyon tiryakkêş ji bo Tirkiyeyê gef in.

Divê rapora hevpar bibe pisûleya pêşeroja hevpar a vî welatî. Werin em vê pisûleyê bi dilwêrekî amade bikin û lihev bikin. Ji ber ku lihevkirina di çareseriyê de dê bi 86 milyon welatiyan bide qezenckirin. Divê hemû partî, di mijara ku pirsgirêka kurd veguhêze ser zemîna hiqûqî, bi wêrekî tevbigerin. Divê yasaya çarçoveyê û ya demokrasiyê tavilê were amadekirin. Hewceye her kes alîkariyê bide vê.”