7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Tuncer Bakirhan: Em bi hev re bin dê mifteya Îmraliyê jî vebe

Hevserokê DEM Partiyê ku di hevdîtina bi gel re ya li Hatayê de axivî, wiha got: “Em bi hev re bin Rojava jî dê bibe xwedî statu, elewî jî dê azad bijîn, mifteya Îmraliyê jî dê vebe û Birêz Ocalan dê bikare bi gelan re hevdîtine bike.”

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tûncer Bakirhan di nav de gelek nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek kes ji bajarên derdorê jî tev li hevdîtina gel a li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Hatayê hate lidarxistin bûn. Di hevdîtinê de pankarta “Gelên Sûriyeyê ne bi tene ne” hate vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Her der Rojava her der berxwedan” hatin berzkirin.

‘Divê em li dijî feraseta yekperest têbikoşin’

Hevserokê Komeleyên Elewî yên Demokratîk (DAD) Zeynel Kete ê li vir ewilî axivî. diyar kir ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn ji ber ferasetên yekperest derdikevin holê û wiha got: “Divê li dijî feraseta yekperest, em têbikoşin. Heke îro li Sûriyeyê komkujî û qirkirin hebin dê ev feraseta selefi were vir jî. Me dît ku çawa tên li vî welatî û komkujiyan dikin. Li ser navê DADê min ji Dêrsimê silavên Seyîd Riza, Duzgun Baba anîn. Yekane rêya li dijî vê zilmê li dijî vê Kerbelayê li dijî feraseta Emewiyan weke civakî îqrarbûne.”

‘Divê rêveberiyeke demokratik were avakirin’

Dûre endamê MYKê yê EMEPê Halîl Îmrek axivî û wiha got: “Beriya deh salan Erdogan gotibû Kobanê dikeve lê neket bigirtina siyasetmedaran û tayînkirina qeyûman tola xwe dihilînin. Em dizanin ku rêveberiya Sûriyeyê ya nû nabe çare. Êrişî herêmên kurdan û elewiyên ereb dikin. Mixabin em agahiyên komkujiyan digirin. Divê rêveberiyeke demokratîk were avakirin. Bêyî kurdan û elewiyan rêveberiyeke demokratîk nikare were avakirin. Em ji vir ji bo gelên li wir silavan dişînin û em li kêleka gelan in.”

‘Gel li dijî êrişan ne bêçare ne’

Hevseroka Giştî ya ESPê Denîz Aktaş jî wiha axivî: “Elewî, xirîstiyan kurd û gelên din ên qedîm li dijî êrişan ne bêçare ne. Rêveberiya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ku hemû gel bi hev re bi awayekî azad û wekhev dijîn rê nîşanî me dide. Elewî dikarin li dor vê rêveberiyê bibin xelek û xelas bibin. Elewî bi têkoşîn û rêxistinbûyînê dikarin xelas bibin. Weke ESP em ê vê têkoşînê mezin bikin.”

‘Têkoşîna me ne bi tenê bi vir bi sînor e’

Endama Federasyona Meclisê Sosyalîst Oya Nûr jî anî ziman ku ji bo piştevaniya gelan mezin bikin hatine Hatayê û wiha got: “Bila desthilsta AKPê bizane ku rejîma Baasê ket ne gelên Sûriyeyê. Têkoşîna me ne bi tenê bi vir bi sînor e. Têkoşîna me têkoşîna Rojhilata Navîn û gelên cîhanê ya hevpar e. Têkoşîna me heta ku jiyana hevpar were avakirin dê berdewam bike.”

‘Vê erdnîgariyê têra xwe xwîn dît pêdivî bi aştiyê heye’

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê pişt re axivî bal kişand ser şerê li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn û wiha got: “Li kêleka me şerek heye. Netewe dewletên yekperest nekarî gelan di nava hev de bigire û gelan qetil dike. Hûn ê ji gelan re rêzdar bin. Rêveberiya Sûriyeyê têk çû. Divê rêveberiya niha weke rêveberiya bere yekperest nebe. Beriya sed salan kurd bê nasname bûn. Niha jî bê nasmaetî li kurdan tê ferzkirin. Em vê qebûl nakin. Rejîm heta guhertin lê heta kurdan nexe nava xwe nikare bibe rejîmeke demokratîk. Bi qetilkirina Elewiyan nikarin bibin rejîmeke demokratîk. Em ê bêstatubûna kurdan re bêjin erê? Na. Kurdan li dijî desthilatên zilmkar serî netewandin. Rêveberiya nû neçare statuya gelê kurd û cudahiyên gelên din nas bike. Vê erdnîgariyê têra xwe xwîn dît êdî pêdivî bi aştiyê heye. Kurd û elewî aştiyê dixwazin. Em ê rê nedin polîtikayên rêveberiya nû ku gelan tune dihesibînin.”

Tûncer Bakirhan bal kişand ser hevdîtina şandeya DEM Partiyê ya bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re û wiha berdewam kir: “Şandeya me bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Pişt re bi partiyan re hevdîtinê dikin. Heke em li Tirkiyeyê aştiya gelan ava bikin em dikarin vê li Sûriyeyê jî pêk bînin. Em girîngiyê didin aştiyê. Bajêr bi bajêr vê vedibêjin. Sedemê xizaniyê polîtîkayên şer in. Heke vê carê aştiya civakî were avakirin budçeya şer dê ji kedkar, teqawidan, xwendekaran, herêma erdhejê re were xerckirin.

Em ê bi kedkaran, xizanan re werin bahev. Em dikarin hikûmetê bikişînin ser xeta aştiyê. Em aştiyeke birûmet bixwazin divê em zêdetir tevli çalakiyên saziyên demokratîk bibin. Heke em aştiyê bi awayekî xurt berz bikin desthilat dê neçar bimîne were ser xeta aştiyê. Em neçarin li Sûriyeyê jî aştiyê ava bikin.

‘Destûr nedin polîtîkayên tune hesibandinê’

Em bi Elewiyan re di nava piştevaniyê de ne. Em bang li desthilatê jî dikin, maşalah her roj bi wesayîtan diçin Şamê. Madem têkiliyeke wisa baş heye wê demê qetilkirina elewiyan bisekinînin polîtîkayeke ku kurd bibin xwedî mafê xwe birêvebibin. Heke samînî bin ewilî bi rêveberiya wir ve biaxivin û bang lê bikin ku pêşî li van komkujiyan bigire û dest ji van polîtikayên xwe berdin. Kurd êdî dixwazin azad bijîn. Elewî heke bizanin di nava ewlehiyê de ne. Heke hûn gelekê tune hesibînin nabe. Em bang li rayagiştî ya navnetewî jî dikin xetereya li wir bînin ziman û destûr nedin polîtîkayên tune hesibandinê. Em bang li gelên xwe dikin divê em îro bi hev re bin. Di nava piştevaniyê de bin.

Em bi hev re bin dê mifteya Îmraliyê jî vebe

Em bi hev re bin Rojava jî dê bibe xwedî statu, elewî jî dê azad bijîn, mifteya Îmraliyê jî dê vebe û Birêz Ocalan dê bikare bi gelan re hevdîtine bike. Heke em bixwazin hevdîtinên bi birêz Abdullah Ocalan re tên kirin veguherin pêvajoyeke çareseriyê, ciwanên kurd û tirk jiyana xwe dest nedin û bi trîlyonan dolar neyên xerckirin divê em dengê xwe zêdetir derxînin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.