23 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Tuncer Bakirhan: Du rê li pêşiya Tirkiyeyê ne

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji bo pêvajoya heyî got: “ Du rê li pêşiya Tirkiyeyê ne. An dê rêya aştiyê û tifaqa gelê kurd û tirkan hilbijêre, an jî dê rêya şer hilbijêre.”

Endamên Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ji bo nirxandina geşedanên di rojevê de civiyan. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beriya civînê daxuyaniyê da.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ewil li ser geşedanên li Rojhilata Navîn û cîhanê pêş dikevin rawestiya û wiha got: “Geşedanên cîhanê bi awayekî sotemîner didomin. Cîhaneke nû û Rojhilateke Nû tê avakirin. Di vê pêvajoya ku em têde ne, hem siyaseta kurevî û hem Rojhilata Navîn ji bo xwe li roteyeke nû digere. Ukrayna di şer de dişewite. Xaze di bin êrîşên Îsraîlê de xwinê winda dike. Iraq di nava nediyariyê de ye. Sûriye parçe parçe bûye. Ev geşedan me hemûyan eleqeder dikin. Rojhilata Navîn bi pêşengên hêzên Kendavê tê dîzaynkirin. Hemû tifaqên berê yek bi yek têk diçin û tifaqên nû tên avakirin. Di navenda van geşedanan de korîdarên enerjiyê û hêzên hevsengiyê hene. Li Rojhilata Navîn tişta neyê guhertin, dê tune bibe. Hemû tiştên hişk dê biforin.”

‘PKKê biryara dîrokî da’

Tuncer Bakirhan, bal kişand ser girîngiya biryara PKKê û wiha got: “Biryara guherdina dîrokî ya PKKê xwendina vî bayê kurevî ye. Tirkiye jî hewl dide di vê pêvajoyê de rotayekê diyar bike. Di vê pêvajoyê de 2 rê li pêş me ne. An dê qeyran û kaos bidome, an jî dê selametî û aramî pêş bikeve. Di dirokên girîng de du rê derdikevin pêş neteweyan. An têk diçin an jî bi ser dikevin. Di 1ê cotmeha 2024an de hewldana Bahçelî, di 27ê Sibata 2025an de banga dîrokî ya Birêz Abdullah Ocalan û kongreya 12ê gulanê ya PKKê gavên pir girîng e. Van geşedanan berê me ji çekan ber bi aştiyê û silametiyê ve dimeşe. Di vê pêvajoyê de em hemû xwedî berpirsiyar in.”

Tuncer Bakirhan bal kişand ser giringiya tifaqa gelê kurd û tirk û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em niha bi hilbijartinek dîrokî re rû bi rû ne. An em ê têkiliyên kurd û tirkan li ser bingeheke rast ava bikin, an jî em ê di nava senaryoya Rojhilata Navîn de winda bibin û biçin. Pêvajoya ku di 22yê cotmehê de bi hevditinê dest pê kir û bi peyama Birêz Ocalan a di 27ê Sibatê de gihişt lûtkeyê, rê û deriyê silametiyê vekir. Ku em dikaribin di vî deriyê re derbas bibin, hem Tirkiye û hem Rojhilata Navîn dê nefesek mezin bistîne. Firsenda ku em karibin jiyanek hevpar a li ser axa ku ji Amedê heta Edîrneyê û ji Êlihê heta Îzmirê dirêj dibe ava bikin derdikeve pêşberî me. Em vê yekîtiyê ava bikin, em ê li Rojhilata Navîn bibin mînak. Ev tiştê ku em dikin ne bazar e. Ev têkoşîna hebûnê ye. Divê mirov bi taybetî vê yekê xêz bike. Em tenê meseleya kurd çareser nakin. Em herêmê û Tirkiyeyê ji bo sedsala nû amade dikin. Em careke din bang li kesên ku li dijî pêvajoyê dikin. Dest ji polîtîkayên parçekirinê berdin. Dest ji dijberiyê berdin. Em fêrî jiyana hevpar nebin, em ê bi hev re biçin felaketê.”

 ‘Çek û demokrasî bi hevre nabe’

Tuncer Bakirhan bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Birêz Ocalan hişyariyek pir kritîk dike û wiha dibêje ‘Dema mafê herî mirovane yê kurdan tê niqaşkirin û hewayeke erênî pêş dikeve, kesên tofanê radikin hene. Ev kesan li pêşiya jiyana hevpar astengiya herî mezin in. Em dixwazin bala 86 milyon mirovên me jî bikişînin ser vê xalê. PKKê di 12ê gulanê de biryareke dîrokî da. Ev biryara ‘Bila çek rawestin û siyaset biaxive ye. Bi salan e me digot ‘Bila çek rawestin û siyaset bi axivin.’ Îro em bêtir nêzî vê heviyê ne. Li hemberî vê biryarê divê em piştgiriyek pir mezin bidin aştiyê. Ev biryar dê rê li pêşiya yekîtiya kurd û tirkan vekin. Eger rast nêzî vê biryarê bibin û firsendê binirxînin, dê pêvajoyek nû li pêşiya Tirkiyeyê vebe. Di civaka demokratîk de cihê çekan tune. Li cihê ku demokrasî hebe, divê çek bên bêdengkirin. Li cihê ku çek lê diaxivin demokrasî tê bêdengkirin.”

‘Samîmiyet şert e’

Tuncer Bakirhan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Birez Ocalan qala Peymana civakî dike. Birêz Ocalan her dem xwişk û biratiya kevneşop têr nabîne. Dixwaze li ser hiqûq û zagonan ev xwişk û biratiya bê avakirin. Birêz Ocalan qala Hiqûqa Wekheviyê dike. Qala teminata jiyana hevpar dike. Divê jiyana hevpar bi hiqûq û zagonan bê mîsogerkirin. Navnîşana hiqûqa xwişk û biratiyê meclis e. Aştî û hiqûqa yekîtiya gelan divê li meclisê bê mîsogerkirin. Di pêvajoya 2013-2015an de meclis tev li pêvajoyê nekirin ev kêmasiya herî mezin e. Ji bo em meclisê tev li pêvajoyê bikin em ê dîsa bi partiyên siyasî re hevdîtinan bikin. Herkes ji rola dîrokî ya meclisê bawer dike. Divê her kes pêşniyarên xwe yên çareseriyê pêşkêş bike. Divê her kes pêşniyarên xwe yên çareseriyê bi raya giştî re parve bike û divê raya giştî hemû fikrên her kesî zanibe. Di vê pêvajoyê de di ziman, nerîn û nêzîkatiyê de samîmiyet şert e. Di vê pêvajoyê de her tişt dê bê guhertin. Divê em baldar bin. Divê em tev baldar bin. Divê em pêvajoya aştiyê bi lez bi encam bikin.”