1 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Tuncer Bakirhan çû serdana malbata Huseyîn Aykol

Rojnameger Huseyîn Aykol ku dûh şev li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Serdanên şînê li boruya Ajansa Mezopotamyayê û Yenî Yaşamê tên qebûlkirin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê serdana malbat û hevalên Huseyîn Aykol kirin.

Mamosteyê Çapemeniya Azad, rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol ku di 14ê cotmehê de xwîn çûbû ser mejiyê wî û ji wê rojê û vir vê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Ji bo Huseyîn Aykol ê ku zêdetirî 35 salan kedeke mezin da Çapemeniya Azad dê sibê li Eywana Yilmaz Guney a Navçeya Çankaya ya Enqereyê di navbera seatên 10.30 û 12.30an de merasîmek were lidarxistin. Piştî merasîmê dê di seat 14an de li goristana Karşiyaka ya navçeya Yenîmahalê were oxirkirin. Piştî karûbarên veşartinê dê li şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê şîn bê danîn.

Piştî Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da, malbata Aykol û hevalên wî, li buroya Ajansa Mezopotamyayê (MA) û Yenî Yaşamê serdan qebûl kirin. Ji seatên sibê vê gelek rojnameger, xizm, û hezkiriyên Huseyîn Aykol serdan şinê dikin û sersaxiyê dixwazin. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û parlamenterên DEM Partiyê jî serdana şînê kirin û ji heval û malbatê re sersaxî xwestin.