Konferansa 19emîn a “Yekitiya Ewropayê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd” li paytexta Belçîkayê Brukselê li Parlamentoya Ewropayê (PE) di roja 2yemîn de domiya. Konferans ji aliyê Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Ewropa (EUTCC) ve tê lidarxistin.
Di roja duyemîn de bi sernavê “Li Tirkiyeyê dema nû; astengî û firsendên li pêşiya aştî û çareseriyê” rûniştinek hate lidarxistin. Dêrsim Dagdevîren moderatoriya rûniştinê kir.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di rûniştinê de axivî û qala hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir û bi bîr xist ku pêvajoya çareseriyê ya beriya niha têk çû û bi wê têkçûnê re şerekî giran destpê kir. Tuncer Bakirhan di axaftina xwe de wiha got:“Bi vî şerî re li nava civakê dijberiyeke cidî hat afirandin. Hiqûq bû amûrek û weke çoyekî ket destê desthilatdariyê. Aborî ket nava krîzeke giran. Zextên li ser partiya me zêde bûn. Hêviyên ji bo aştiyê hema bibêje li ber tunebûnê bûn. Di vê demê de di nava beşên civakê de cihêbûnekê rû da û vê yekê di nava 10 salên dawî de xwe hîn bêhtir nîşan da. Lê belê banga Abdullah Ocalan a 27ê sibatê gelekî girîng e. 10 salên derbasbûyî tecrûbeyên gelekî girîng bi xwe re anî.”
Çareserî ne terîceh mecbûriyeteke
Tuncer Bakirhan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Meseleya kurd êdî gihîştiye asta herêmî û navneteweyî. Ne tenê li nava kurdan li nava hemû pêkhateyên civakî pirsgirêk êdî hatin dîtin. Demokratîkbûna Tirkiyeyê, serxwebûna aboriyê bi çareseriya meseleya kurd ve girêdayî ye. Ev yek tercîheke siyasî nîne, em vê yekê weke mecbûriyeteke hebûnê dibînin. Ders hene ku divê ji dema bihurî bêne derxistin. Em pêvajoya çareseriyê ya beriya niha bi berfirehî nîqaş dikin. Di vê mijarê de li ser mijarên ku em kêm mane rexnedayina xwe weke partiyê didin. Li gel kêmasiyan hemûyan pêvajoya çareseriyê ya derbasbûyî baweriya civakî û baweriya bi avakirina demokrasiyê afirand. Ji aliyê aramiya aborî ve pêşketineke cidî çêbû. Me dît ku pêvajoya aştiyê pêşî li welêt vedike. Çareseriya pirsgirêka kurd gelek firsendan bi xwe re tîne.”
Tirkiye gavan naavêje
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Mazlûm Dînç piştre axivî û li ser Mafê Hêviyê û serdema aştiyê ya gengaz nirxandineke hiqûqî kir. Mazlûm Dînç got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di banga xwe de anî ziman ku ji ber polîtîkaya înkarê ya giran û nebûna azadiya îfadeyê têkoşîna çekdarî destpê kir û diyar kir ku Abdullah Ocalan ji sala 1993yan û vir ve li aştiyê digere, hewl dide Tirkiyeyê bikişîne ser zemîna demokrasî û aştiyê, lê belê li hemberî vê yekê heta niha rêveberiyeke siyasî tune bû ku îradeya çareseriyê nîşan bide.
Mazlûm Dînç biryara li ser Mafê Hêviyê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi bîr xist û got: “Dema ku mijar dibe Kurd an jî Abdullah Ocalan hiqûq bi cih nayê anîn. Lê belê niha ev bêhiqûqî li nava hemû beşên civakê belav bûye. Ev bêhiqûqî li dijî birêz Ocalan destpê kir û wê demê her kesî xwe bêdeng kir. Têkoşîna me dewam kir. Li Tirkiyeyê cezayê darvekirinê hate rakirin. Piştî Abdullah Ocalan hate girtin, rejîmeke înfazê bi navê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî hate danîn û bi vî rengî pêşî li ragirtina heta mirinê hate vekirin. Me li hemberî vê têkoşîn meşand û mijar gihand ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). DMMEyê jî di 18ê Adara 2018an de biryar da ku ev qanûn sûcê êşkenceyê ye. Lê belê Tirkiye 11 sal in gavê navêje.”
Mafê hêviyê
Mazlûm Dînç di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Piştî ku Devlet Bahçelî di 22yê Cotmeha 2024an de qada mafê hêviyê kir, ev yek ket rojeva her kesî. Ya rast Bahçelî qala azadiyê kir. Ji bo Abdullah Ocalan karibe bi rola xwe rabe bang kiribû. Lê belê li gel ku Abdullah Ocalan bang kir jî li ser mafê hêviyê gavek hîn nehatiye avêtin. Bêyî ku bazariyeke siyasî bê kirin diviyabû ev gav bihata avêtin, lê hîn nehatiye avêtin.
Abdullah Ocalan di banga xwe ya dawî de balê dikişîne ser, dibêje; ger ev pêvajo têk biçe wê windahiyên giran rû bide. Ev pêvajoya ku Abdullah Ocalan bi înîsiyatîf rabûye, dibe ku şensê dawî be. Ji ber vê yekê divê her kes bi berpirsyariyê rabe. Pêvajoyeke ku her kes dikare berdêlên giran bide. Divê ev yek bê dîtin, înîsiyatîfa pêvajoyê ji desthilatdariyê re neyê hiştin. Di bingeha meşandina vê pêvajoyê de azadiya Abdullah Ocalan heye. Ji bo vê jî berpirsyariya Ewropayê jî heye. Li gel ku xwedî wan saziyan e ku dikare li hemberî bêhiqûqiya li hemberî Abdullah Ocalan helwestê nîşan bide, me di vê mijarê de gavek nedît ku hat avêtin. Divê saziyên pêwendîdar bi berpirsyariyê rabin, ji bo demokratîkbûnê helwesteke teşwîqkirinê nîşan bidin.”
Rûniştin bi beşa pirs û bersivê bi dawî bû.