Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê yê Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di komcivîna partiya xwe de der barê geşedanên di rojevê de ne li Meclîsê axivî. Tuncer Bakirhan ji bo Dîlan Karaman ku çend roj berê jiyana xwe ji dest dabû sersaxî ji malbatê re xwest û dest bi axaftina xwe kir.
Tuncer Bakirhan bi bîr xist ku di 3yê kanûnê de li Stenbolê salvegera bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê û got ku rojnameger Ersîn Yildiz di wê bombekirinê de jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Rojnameger Huseyîn Aykol wê rojê wisa pênase kiribû; ‘Ew jî di ferqê de nebûn lê wê rojê me dîsa rojnameyek derxist û kir mîrateyek. Çi dikin bila bikin rêwîtiya me heta dawî wê bidome’. Bi vê minasebetê em ji Huseyîn Aykol li nexweşxaneyê tê tedawîkirin re selametî û şîfayê dixwazin.”
Welatiyên Roman jî tev li civîna DEM Partiyê ya li Meclîsê bûn. Tuncer Bakirhan bi zimanê Romankî xêrhatina mêvanan kir û got ku welatiyên Roman bi neheqiyê re rû bi rû ne û ew bi awayekî sîstematîk mehkûmî xîzaniyê tên kirin. Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku divê neheqiyên li ser welatiyên Roman bê bi dawî bibe û ew jî bi ziman û çanda xwe bi awayekî welatiyên wekhev bijîn. Tuncer Bakirhan bi bîr xist ku 3ê Kanûnê Roja Berastengan a Navneteweyî û ev roj li astengdaran pîroz kir.
‘Dema avêtina gavan e’
Tuncer Bakirhan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser çûyîna Komîsyona ya Girava Îmraliyê û wiha axivî: “Hevdîtina heyeta Komîsyonê bi birêz Abdullah Ocalan re pirr girîng bû. Ev serkeftina aqilê çareseriyê yê Tirkiyeyê ye. Yanî beriya vê hevdîtinê qiyamet rakirin. Yanî Komîsyon çû giravê, çi bû? Tirkiye çi winda kir? Berovajî wê çûyîna Komîsyonê li Girava Îmraliyê di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de merhaleyek din li pêş xist. Ew gava bi wêrek dê bingeha pêvajoyê xurttir bike. Di 4ê kanûnê de Komîsyon dê careke din bicive. Heyet dê girtekên hevdîtinê di civînê de parve bike. Birêz Ocalan heta niha ji civakê tiştek veneşartiye. Birêz Ocalan jî dibêje divê pêvajo bi awayekî zelal bi rê ve biçe. Em jî ji bo zelaliya pêvajoyê dixwazin ev girtek bên parvekirin. Desthilat jî divê xwedî li aştiya civakî derbikeve û di vê mijarê de gavên pêwîst ên hiqûqî biavêje. Êdî ne dema gotinan e. Dema gavavêtinê ye. Êdî berpirsyarî ya Meclîsê ye. Berpirsyarî ya Komîsyonê ye. Em bawerin dê Komîsyon vê berpirsyariya xwe pêk bîne.”
Tuncer Bakirhan bersiva gotinên Ozgur Ozel ku gotibû, “Sendroma Stocholmê” û “Ji celadên xwe hez nekin” da û wiha got: “Em jî dipirsin. Dema ku em li parlamentoyê qanûnên aştiyê nîqaş dikin, dema ku em hewl didin ku bi her hevkarê xwe re li kolanan aştiyê civakî bikin, çima hûn gotinên heqaretê li ser gelekî dibêjin, birêz Ozel? Em partiyek têkoşîn û danûstandinê ne ku li ser çareseriyek demokratîk û siyasî ye, em danûstandinan dikin. Ji roja ku em hatine damezrandin heta îro em têkoşînek bi rûmet dimeşînin. Gelê me dixwaze di nava aştî, wekhevî û azadiyê de bijî. Miletekî wiha bi sendromê pênase kirin, gelo siyaseta demokratîk e? Ez dixwazim ji ji vir bipirsim; Em wekî gel, bawerî, şoreşger, gelên bindest û karkerên vê herêmê, celadan piir baş nas dikin. Em celadên xwe ji goristanên xwe, miriyên xwe yên faîl nediyar, gundên me yên şewitî û zindanên ku me lê li ber xwe da pirr baş nas dikin. Bila kes bi metaforên erzan nêzîkî vê bîranînê nebe.”
‘Heke hûn li dijî pêvajoyê ne bi zelalî bêjin’
Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku divê hemû partiyên siyasî piştgiriya pêvajoyê bikin û axaftina xwe wiha domand: “Gelek kesan xwest bibin celadên me. Gelek kesan xwest me bikin qurbanî. Lê hêza kesî têr nekir, wê têr neke. Bila her kes pirr baş bizanibe, heke em pirtûka celadên xwe vekin hûn ê deyndar derkevin. Ez bang li her kesî dikim ku dev ji zimanê polemîk û nelihev berdin û beşdarî çareserî û aştiyê bibin. Bi zelalî biaxivin. Heke hûn li dijî çareseriya vê pirsgirêkê ne bi eşkereyî bêjin. Lê heke hûn ji bo aştî û demokrasiyê ne, bi zelalî biaxivin. Werin em bi hev re şer bikin. Werin em bi hev re biguherînin. Werin em bi hev re aştî û demokrasiyê ava bikin. Heke partiya sereke ya muxalefetê ji bo kesên li dijî pêvajoyê ne bibe navendek dê xeletiyek mezin bike. Heke bi vê stratejiyê bêjin em ê bibin desthilat dê têk biçin. Di serî de partiya muxalefet û hemû partiyên siyasî ji bo çareseriya pirsgirêkê divê destê xwe bixin bin vî barî.”
Tuncer Bakirhan derheqê komkujiyên li ser civaka elewî ya li Sûriyeyê jî destnîşan kir ku divê di raya giştî ya navneteweyî bertekên tund nîşan bide û wiha axivî: “Divê li dijî vê komkujiyê hikûmeta Şamê bê hişyarkirin. Divê Tirkiye wan hişyar bike ku dev jî vê komkujiyê berdin. Welatiyên elewî ne li Sûriyeyê û ne jî li Tirkiyeyê ne bi tenê ne. Ji aliyê din ve divê Tirkiye destê dostaniyê dirêjî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Divê ev dest bê girtin.”
‘Hatina Îlham Ehmed pêşwazî bikin’
Tuncer Bakirhan bal kişand ser vexwendina Îlham Ehmed konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî ya dê li Stenbolê 6-7ê kanûnê bê lidarxistin û got: “Me Îlham Ehmed vexwendiye konferansê. Wê jî qebûl kiriye. Em li bendê ne ku bi awayekî erênî ev daxwaz bê pêşwazîkirin û Îlham Ehmed bê Tirkiyeyê. Pirsgirêk bi rûniştin, diyalog û muzakereyê û axaftinê dikarinbên çareserkirin. Dûrketina ji çareseriyê, redkirina desthevgirtinê bi kurdan re, an jî dijberiya her destkeftiyek ku kurd dikarin li Sûriyeyê bi dest bixin, dê sûdê nede tu kesî. Berovajî vê, em bawer dikin ku diyalog û danûstandin dê hem herêmê û hem jî me hemûyan aram bike û em ji hikûmetê hêvî dikin ku ji bo serdana Îlhan Ehmed bi erênî nêz bibe û pêşwazî bike.”
Tuncer Bakirhan di dawiya axaftina xwe bal kişand ser rewşa aboriyê û budçeya sala nû û got ku li Tirkiyeyê pirsgirêka debarê ya welatiyan heye û divê ev pirsgirêk bêçareser kirin û meaşê asgarî yê herî baş were were aşkerkirin.
