10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Tûnç Soyer: Bêçekkirin tenê têra aştiyê nake

Şaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Tûnç Soyer diyar kir ku temînata aştiyê demokrasî ye û wiha got: Divê em aştiyeke mayînde ava bikin. Ji vê gavê û pê ve agirbest an bêçekkirin tenê têrê nake."

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di 28ê kanûnê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê Abdullah Ocalan bi peyama ku ji 7 xalan pêk tê yên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd îşaret bi Meclisê kir û bal kişand ser girîngiya tevkariya hemû mûxalefetê ya ji bo çareseriyê, hevdîtin bi partiyên siyasî yên ku komên wan li Meclisa Tirkiyeyê hene re, hat kirin.

Bi van geşedanan re komeke rewşenbîr û nivîskar li Stenbolê metnek ji bo çareseriya pirsgirêka kurd îmze kirin. Di metna ku hatiye îmzekirin de rewşenbîr û nivîskaran bang kirin ku ji bo destpêkirina pêvajoya aştî û demokrasiyê divê gavên pêwîst demildest bên avêtin.

Şaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Tûnç Soyer ku yek ji îmzevanê metnê ye, têkildarî çareseriyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Tûnç Soyer diyar kir ku valakirin û tasfiyekirina saziyên demokratîk ên li welêt û kontrolkirina wan a di bin sîwana rejîma yekzilamî de hewayeke tirsê li welêt afirandiye û got: “Di vê demê de li welêt rewşeke rizandinê heye. Hemû nirxên demokrasiyê ji holê rabûn. Me ji ber vê sedemê metna aştiyê îmze kir.” Soyer destnîşan kir ku ji bo careke din hiqûq bibe serwer wan metneke wiha îmze kiriye û got: “Ji ber ku temînata sereke ya aştiyê demokrasî ye.”

Tûnç Soyer bal kişand ser pirsgirêkên aborî, siyasî, sosyolojîk û çandî yên li welêt û diyar kir ku divê înîsiyatîfên aştiyê bên zêdekirin.

Tûnç Soyer da zanîn ku mafê tu nasnameya etnîkî tune ye ku li ser nasnameyên etnîkî tên di serdestiyê bike û destnîşan kir ku desthilatên otorîter vê veqetandinê ji bo civakê ji hev qut bikin bikar tînin. Soyer da xuyakirin ku divê mirov nekeve vê xefikê û got: “Divê em aştiyeke mayînde ava bikin. Ji vê gavê û pê ve agirbest an bêçekkirin tenê têrê nake.”

Tûnç Soyer destnîşan kir ku destjêberdana ji çekan bi tena serê xwe têr nake û got ku ji bo aştiyeke mayinde pêk bê yek ji gavên bên avêtin jî di bin banê Meclisê de têkoşîna demokrasiyê ye. Soyer anî ziman ku ev têkoşîn jî divê hemû hêmanên demokratîk ên Tirkiyeyê bihewîne.

Tûnç Soyer bilêv kir ku divê pêvajo tenê ji însafa desthilatê re neyê hiştin û got ku desthilata 20 salî ya AKPê gelek êş û azad bi gelê kurd dane kişandin û gelek firsendên ji bo çareserkirina meseleya kurd berhewa kiriye.

Tûnç Soyer ku got “plana me diyar e” wiha dawî li axaftina xwe anî: “Desthilat dê hewl bide dek û dolabên xwe bidomîne, lê plana me diyar e. Divê em nakokiyên di navbera xwe de bidin aliyekî û mil bi mil dest bi têkoşînê bikin.”