Tirkiyeyê di meha nîsanê de bi hevkariya PDK’ê li Zap, Metîna û Avaşînê yên bi ser başûrê Kurdistanê ve dest bi şereke berfireh kirin. Di nav 6 mehên ku derbas bûn de li dijî van deveran gelek caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn û di van êrîşan de 44 gerîlayên HPG û YJA Starê jiyana xwe ji dest dan.
Herî dawî HPG bi dîmenên 2 gerîlayên ku ji çekên kîmyewî bandor bûne belav kir û xwest ku bila rewşa bikaranîna çekên kîmyewî were lêkolînkirin. Li ser parvekirina HPG’ê ji gelek aliyên cuda li dijî çekên kîmyewî bertek hatin nîşandan û çalakî hatin lidarxistin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî de axivî û diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî asta şer nîşan dide û ev tişt anî ziman: “Tirkiye nikare li herêmê bi pêş ve biçe û nikare encamê bi dest bixe. Îktidar ango Tirkiye nikare ji şer encamê bigire. Ev ji bo Tirkiyeyê veguheriye pirsgirêka ‘beka’yê. Tirkiye dibîne ku têkçûn an paşvekişîna li wê derê wê hem ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê û hem jî ji aliyê kesên li derdorê tifaqa wan ve hilweşîneke bê veger çêbike. Hebûna xwe bi vî şerî ve girêda ye. Bi awayekî xwezayî vî şerî weke şerê jiyan û mirinê dibîne. Dixwazin bikaranîna çekên kîmyewî encamê bigirin û xwe wisa rizgar bikin.”
Siyaseta durû
Tumuklu anî ziman ku di serî de CHP û Tifaqa Millet jî şirîkê vî sûcî ye û wiha got: “Çimkî ew jî heman tiştî difikirin. Yanî bekaya rejîmê di têkbirina têkoşîna azadiya kurd de dibînin. Îktidara AKP-MHP’ê jî dizanin ku wê têk biçin, vê carî serî li rêbaza çekên kîmyewî didin. Dixwazin rê li ber têkoşîna tevgera azadiya kurd bigirin.”
Tumuklu bal kişand ser bêdengiya sazî û dezgehên navnetewî ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û ev tişt got: “Qada navdewletî siyasetek durû dike. Em bi siyasetek durû ya qada navdewletî re rû bi rû ne. Bikaranîna çekên kîmyewî ne îdia ye. Bûyerek rastî ye. Çimkî dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî hene. Yên ku bêjin ‘îdia’ ye, ew bi zimanên serdestan diaxivin in. Divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û tevahiya şer têkoşînek bêrawestan bê kirin. Dixwazin li tevahiya herêmê zindiyan tune bikin. Heke em li dijî vê bêdeng bibin, tê wateya ku em serdestiyê qebûl dikin. Divê bêhêcet em li dijî vê rabin. Divê li dijî çekên kîmyewî têkoşîn bê mezinkirin.”