Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari piştî civîna MYKê li ber deriyê avahiya partiyê pirsen çapemeniyê bersivand.
Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku biryara PKKê îro aşkera kiriye ku ji bo hemû Tirkiyeyê biryareke girîng e û got: “Pir biryareke girîng e. Niha şûn vê jî ji bo Tirkiyeyê demokrat bibe gavên şenber pir girîng in û diyardeye. Li cihekî ku çek rawestiyan berpirsyariya me hemûyan û partiyên îktîdar û muxalefet û hemû civakê ew e ku gavên divê bên avetin demildest bên avêtin û ji bo veguherîna demokrasiyê bixebitin. Ji bo avakirina Komara Demokratîk gav bavêjin. Rêya vê yekê vebûye.”