Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma jinan a partiya xwe de axivî ku bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de hat lidarxistin. Tulay Hatîmogûllari, xwest ku divê hikûmet tavilê vegera Peymana Stenbolê.
Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û got: “Birêz Ocalan careke din baweriya xwe ya mezin a bi têkoşîna azadiyê ya gelan û berxwedana birûmet a jinan anî ziman. Birêz Ocalan bi zelalî wiha got; ‘Şîfreya bingehîn a serdema nû têkoşîna demokratîkbûnê ye. Kirdeya şoreşger a têkoşîna demokratîkbûnê, jin in. Şertê ewil ê şoreşgerî û sosyalîstbûnê ew e ku bi nêrîneke azadîxwaz nêzî meseleya jinan bibe. Em ê têkoşîna xwe ya wekhevî, azadî û demokrasiyê bi jinan re tacîdar bikin ku di dîrokê de herî zêde ew rastî bindestiyê hatine.”