Platforma Saziyên Demokratîk, li Êlihê bi beşdariya hezaran kes ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û nerazîbûna dijî qeyûman mitînga “Azadî û Demokrasî” li dar xist. Mitîng li Çerxerêya Çarrêyanê li ber avahiya DEM Partiyê pêk tê. Xelkê Êlihê bi gelek aliyan ve meşiyan û hatin qada mitîngê. Jin li ber Parka Yilmaz Guney kom bûn û heta qada mitîngê bi reng û dengê xwe meş li dar xistin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, aktîvîstên TJA’yê û bi sedan jin tev li meşê bûn. Bi girseyî hatin qada mitîngê.
Qada mitîngê tije bû û bi alên DBP’ê û DEM Partiyê hatin xemilandin. Pankart û dovîz hatin hildan. Pankarta bi nivîsa “Silav tên ji rojê, em pey te ne her gavê” hat hildan. Beriya axaftinan li ber stranên kurdî govend hat gerandin û bi hezaran kes dirûşman li dijî qeyûman berz kir. Dirûşma “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e” olan da.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, parlamenterên DEM Partiyê, hevşdaredarên DEM Partiyê, pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk, Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên sivîl û bi sedan kes ji bajarên bakurê Kurdistanê hatin tev li mitîngê bûn. Ewil Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata axivîn. Herî dawî Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari axivî û bi kurdî, erebî û tirkî gel silav kir.
Axaftina Hatimogûllari wiha ye:
“Hemû gelê me bi xêr hatiye û bi ser çavan re hatiye. Silavek me ji Edîp Solmaz re ye. Em wî bi rêzdarî bibîr tînin. Yên ku wê demê gule berdan Edîp Solmaz niha jî heman zîhniyet qeyûm tayînî ser şaredariyên me dikin. Li Colemêrgê, Esenyurtê, Mêrdîn, Batman û Xelfetiyê, îradeya gelê me tune dihesibînin. Ey Enqere vaye gelê me li vê qadê ye. Êdî gelê me bibihîze û bibîne Ey Enqere. Mafê bijartin û hilbijartinê yê gel ji destê wan digirin. Navê vê yekê ne demokratîk e, navê vê faşîzm e. Em ê li dijî faşîzma wan li ber xwe bidin.
Qeyûm derewan dike
Qeyûmê Êlihê tiwîtan parve dike û dibêje gelê me bi hev re dijî. Lê tu derewan dikî. Tu qeyûm î. Tu bi hêza polîs û leşkeran ketî avahiya şaredariyê. Her cara hûn qeyûman tayîn dikin, gelê me bi rêjeyek mezin îradeya xwe, hevşaredarên xwe dibijêrin. Ev serkeftina gelê me nîşan dide. Mala we ava ji bo we vê têkoşînê mezin kir.
Deriyê Îmraliyê vekin bila her kes li birêz Ocalan guhdar bike
Bi silavdayînekê hinek pêşketin çêbûn. Helbet em wek gelê kurd û gelên Tirkiyeyê alîgirên aştiyek bi rûmet in û dixwazin aştî û çareserî pêk were. Bi salane em ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin. Wan çikir her car xwestin serê gelê kurd bipelçiqînin. Lê ew bi ser neketin û nakevin jî. Gelê me her car bersiva wan dide. Em ji Batmanê bangî Enqereyê dikin. Em aştiyek bi rûmet û çareseriyek demokratîk amade ne. Me her tim got û em dîsa dibêjin. Heke ku armanca we lîstok bin û henekê xwe bi îradeya gel nekin. hek hûn cidî bin, deriyê Îmraliyê vekin û bila her kes li peyama birêz Ocalan guhdar û temaşe bike.
Em cidiyetê dixwazin
Şirîkê biçûk yê desthilatdariyê peyaman da. Heke cidî ye, bila deriyê Îmraliyê heta dawiyê vebe, bila birêz Ocalan peyama xwe bide gelên Rojhilata Navîn. Heke bi rastî jî cidî bin bila derkevin, her tiştî eşkere bikin. Ew naxavin. Berdevkên wan diaxivin. Dibêjin qeyûm têkoşîna li dijî terorê ye. Em jî dibêjin hadê wê de, hadê wê de. Ewilî qeyûm tayîn dikin û paşê jî dibêjin kurd xwişk û birayên me ne. Xwişk û biratiyek wisa nabe. Di nava gotina wan a xwişk û biratiyê de tu kes tune ye. Xwişk û biratiya wan jî yekperestî ye.
Berdevkên desthilatdariyê dibêjin, DEM Partî destê aştiyê li hewa hiştiye. Baş e, bila li têkoşîn û pratîka me binêrin û hê wisa bêjin. Em ji vê qadê dibêjin vaye destê me yê aştî û çareseriyê amade ye. Em ji Batmanê dibêjin em ji aştî û çareseriyê amade ne.
Gelê kurd perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwaze. Gelê kurd dixwaze pirsgirêka kurd were çareserkirin. Gelê kurd hemû mafên xwe dixwaze. Em ji bo çareseriyê jî em ji bo têkoşînê jî amade ne.
Ji ber şerê wan û cebilxaneyên wan gelên Tirkiyeyê birçî maye.
Em îro li kêleka hev nesekinin û xwe nekin yek wê qeyûm tayînî ser her tiştî û hemû cihî bikin. Em ji Batmanê bang dikin, werin em bi hev re ji bo gelên Tirkiyeyê çareseriyek mayînde û aştiyek bi rûmet ava bikin. Werin em hemû bi hev re bêjin aştî…
Van tehamûlî têkoşîn û pergala hevserokatiyê nekir. Lê em li ber zilma we alîgirên azadiyê û demokrasiyê ne. Em dibêjin Jin Jiyan Azadî. Em ji vê kevneşopiyê tên.
Gelê me yê Batmanê bi şev û roj hûn xwedî li îradeya xwe derdikevin. Em li ser navê navenda giştî ya partiya me spasiya we hemûyan dikin û mala we hemûyan ava.”
Piştî axaftinan Kolektîfa Rîtmên Azad derket ser dikê û strî. Siyasetmedaran û welatiyan li ber stranan govend gerand. Mitîng bi konserê û gerandina govendê bi dawî bû.