22 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

TUÎK: Hejmara bêkaran 11,5 mîlyon e

Li gorî daneyên TUÎKê li Tirkiyeyê 32 mîlyon û 718 hezar kes hatine îstîhdamkirin. Lêbelê ev rêje di mêran de ji sedî 66,9 e û di jinan de ji sedî 32,4 e.

Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê(TUÎK) aşkere kir ku rêjeya bêkariyê ya sînordar ji sedî 8,5 e û ya berfirehkirî jî 28,2 e.

Li gorî TUÎKê hejmara bêkarên 15 salî û mezintir di kanûnê de li gor meha borî 39 hezar kêm bûye û bûye 3 milyon û 26 hezar kesî.

Herwiha rêjeya bêkariyê 0,1 puan kêm bû û bûye ji sedî 8,5. Rêjeya bêkariyê ya mêran ji sedî 6,9 e û ya jinan jî weke ji sedî 11,4 hat pêşbînîkirin.

Hejmara kesên hatine îstîhdamkirin di kanûnê de li gorî meha borî 54 hezar kes kêm bûye û weke 32 milyon û 718 hezar kes hat pîvandin.

Rêjeya îstihdamê jî 0,1 puan kêm bû û bû ji sedî 49,5. Ev rêje ji bo mêran ji sedî 66,9 û ji bo jinan jî ji sedî 32,4 e.

Rêjeya bêkariyê ya di nav ciwanên di navbera 15-24 salî de li gorî meha borî 0,5 puan zêde bû û derket ji sedî 16,3yan. Rêjeya bêkariyê di vê koma temenî de; Ji bo mêran ji sedî 13,1 û ji bo jinan jî ji sedî 22,1 e.

Herwiha li gorî daneyên TUÎKê hejmara bêkaran ya berfirehkirî 11,5 mîlyon e.