18 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Tu kî yî ?

Her kes tu’yek dixwaze, her kes tu’yek diresimîne. Li gor hinekan tu … qure yî, li gor hinekan şaş… Li gor hinekan tu ‘mesafelî’ yî, li gor hinekan lezgîn. Li gor hinekan tu pir baş î, li gor hinekan pir berepaş.

‘Her kes dibêje qey tu, tu yî

Halbûkî kes nizane tu kî yî’

Hozanan tim wiha gotiye. Bi rastî jî dema ji mirov re dibêjin ‘tu…’ dizanin ku em kî ne?

An jî TU… kî ye? Dema em jî ji yekê/î re dibêjin TU, em dizanin ku ew kî ye? Li gor ku dixwiyê, TU muemayek mezin e, ne?

Tevî ku rutbeyek (erê heyran, çi rutbeyek mezin!), nav û nîşanek giran e jî, kes nizane TU…kî ye. Lê etîketa ku herî pir tê şixulandin jî ew e. Tew carna mirov nikare xwe bigre ji xwe re jî dibêje Tu…Ya rast ew tu, gelek caran li ber eyneyan tê bîra mirov, lê ew ne girîng e. Yanî carna TU mirov bixwe ye jî. Tew TU carna dibe TE jî. Dema wisa dibe Xweda mirov biparêze! Sûcdarkirin tên rêzkirin. Te wilo kir, divê te wilo nekira, te her tiştî xera kir, te camên heqîqetê tev anîn xwarê; te kuşt, te şûşt, te

xwar… Bi kurtasî, ji ber ku civak û welatek heta bêjî bindest ev TU çêkiriye, pirî caran li ser navê wan diaxive û dibe dadger û dadgeh ji bo xwe.

Tam li vir disekinim û li dîmenên li ser ekranê dinihêrim. Meşa Jinan a heta Enqereyê gihîşt hedefa xwe! Çi delal û zelal in jin, çi bi bawerî û hêvî, çi dilroj in jin! Bawerkirinê çi xweş dinexşînin, hêvîdarî û çelengiyê jî. Xwezî her kes û her tişt wiha bûya, dê welat û dinya çi zû pak û azad bibûya! Lê helbet dê bê ew kêlî jî, dê bê.

Îja yên ku civak û dîrokê herî pir bi TUBÛN an jî TUYÎTIYA wan lîstiye jî jin bixwe ne. Yên ku herî pir bûne kujerên xwe û bi devê pepûkan ji xwe û jinîtî û mirovtî û kesayeta xwe re gotine: Te kuşt, te şûşt, te xwar (halbûkî ne kuştine, ne şûştine, ne jî xwarine) jî ew in. Lê waye li vî welatê bêmirad ew in ên ku wek stêrkan diçirisin û bi canê xwe xeyalên xwe pêk tînin. Ew, yanî jin, belkî jî cin.

TU

Her kes dibêje qey tu, Tu yî

Halbûkî nizanin tu kî yî

Ku bibûya tu yê biçûyayî zaroktiya xwe Desmalkên ku digirîn aş bikira

Tu, tu bûyayî

Te yê ji duduyan pênc Ji heftan jî deh derxista

Bi firçeya lêborînê

Cêbên xwe tije kêfxweşî bikira Û her derê rengîn…

Her kes dibêje qey tu, Tu yî

Lê nizanin tu kî yî

Li bin vî asîmanê sorgevezî Li çi digerî

(Kirasê Heyvê, M. Ronak, Weş. Aram)

Îja her kes tu’yek dixwaze, her kes tu’yek diresimîne. Li gor hinekan tu …qure yî, li gor hinekan şaş… Li gor hinekan tu ‘mesafelî’ yî, li gor hinekan lezgîn. Li gor hinekan tu pir baş î, li gor hinekan pir

berepaş. Ji ber ku nizanin Tu kî yî, her kes li ser serê te dibe berber û dixwaze şekil bide te. Herkes

terzî ye ji bo te û li hember te û bi meqesan dikeve ser te; vir dibre, wir dirêj dike, wir didirû, vir

dipişkivîne. Her wiha her kes hakim beg e jî. Diçe û tê ceza dide te. Hawar ji destê van berber, terzî û

hakim began, hawar ji destê hevkarî û teslîmiyeta li hember wan!

Lê Tu dîsa jî Tu be heyran û bi xwebûna xwe, van hemûyan pûç bike. Jixwe dema Tu, Tu… bî ew

nikarin tiştek bikin. Meqes û dûzan û qelemên wan ên cezaker dişkên û li wan vedigerin.

Mirovên xweşik, çeleng û wêrek, jinên dilêr, dadwer û serbilind, TU’yên rastîn û birûmet in. Loma jî dema li eyneyan dimêzînin jî, bi çavên bazan li xwe dinihêrin, ne bi yên civaka dijminên jin û jiyanê. Bi wê, eyneyan jî xweşik dikin, jiyanê jî.

Tu, Tu bî, tim azad û dilar bî.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê