Li Dêrika Çiyayê Mazî, sê hevalên ku gelekî ji hev hez dikirin hebûn. Wan dawiya hefteyê ereq û goştê xwe dibirin û diçûn ser textê qîza qral. (Textê qîza qral li pişta Dêrikê di nîvê çiyê de ye, hêja ye ku mirov li wê derê rûnê û li Dêrikê temaşe bike. Dibêjin qîza qral nexweş ketiye û ew birine ser wî textî, li wê derê baş bûye.)
Evan hersê hevalan goştê xwe dipêjin û dest bi vexwarina ereqê dikin. Dema ku hinekî serxweş dibin, welatparêziya wan tê bîra wan û li ser damezirandina Kurdistanê dikevin nav nîqaşan. Di nav du sê saetan de Kurdistanê rizgar dikin. Piştî ku Kurdistanê rizgar dikin, erkên xwe jî diyar dikin.
Yek ji wan dibe serokomar, yek dibe serokwezîr û yê sêyemîn jî dibe wezîrê karê aboriyê. Jixwe ku mijar aborî be nakokî bixwe derdikevin holê.
Wezîrê karê aboriyê ji wan re dibêje, binêrin divê em Kurdistanê bikin wekî bihuştê lê pêdivî bi pereyan heye, divê hûn baca xwe bidin.
Li ser bacê li hev nakin û pev diçin. Serokwezîr dibêje; ma li kîjan welatî serokwezîr bacê daye ku tu ji min dixwazî? Serokomar dibêje tu bi çi rûyî ji min bacê dixwazî?
Werhasil di vî şerê dijwar de, serokwezîr ji textê qîza qral dikeve û piyê wî dişikê. Piştî heyvekê dema ku diçe saziya lê dixebite, hevalên wî jê dipirsin, piyê te çawa şikest? Serokwezîr bersiv dide wan û wiha dibêje; di çalakiya rizgarkirina Kurdîstanê de şikest.
Riza Uyar