Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci di 26’ê cotmehê de ji ber daxuyaniya xwe ya der barê bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê artêşa tirk ve hat binçavkirin û girtin. Di nav hefteyê de doznameya der barê Fîncancî de hat amadekirin û dozê lat vekirin. Bi angaşta “propagandaya rêxistinê” 7 sal û nîv cezayê girtîgehê ji Fîncancî re hat xwestin. Li Enqerê, li pêşiya Navenda Giştî ya TTB’ê der barê rewşa Fîncanî de daxuyaniyek hat dayîn û daxwaza berdana Fîncancî hat kirin.
Di daxuyaniyê de Serokê 2’yemîn ê Konseya Navendî ya TTB’ê Alî Îhsan Okten axivî û da zanîn ku bi ser girtina Fîncancî re mehek derbas bûye û wiha got: “Em, van destwerdanên dijdemokratîk ên li dijî rêgezên serbixwe yên pîşeyî hatine kirin, weke gefeke li tevahiya civakê dibînin. Heke TTB bêdeng bimîne, dê tenduristî jî bêdeng bimîne. Heke TTB nebe, dê tenduristiya civakê ya baş jî nebe. Tevî hemû zehmetiyan jî TTB’ê tenduristiya civakê her tim weke karê destpêkê dît û di hemû pêşniyar û daneyên xwe de mafdar derketiye. Divê neyê jibîrkirin ku heke TTB nebe têkoşîna mafê tenduristiyê û têkoşîna bijîşkan jî nabe.”
Okten, got ku bi hêza ku ji dîroka rêxistina xwe ya pîşeyî digirin mîna duh dê îro jî li cem Fîncancî bin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Tu heqê wan kesên ku ji bo tenduristiya gel û mafên bijîşkan tiliya xwe jî nalivînin nîne ku derheqê qanûn û pêşeroja TTB’ê de biaxivin. Me soz daye civak û bijîşkan ku dê tenduristî û keda wan biparêzin û mîna duh, em ê îro jî li hemberî tu desthilatdariyan paşvegavê neavêjin. Weke TTB’ê, bêyî ku em guh bidin bê ka kî desthilatdarî ye, mîna di her serdema dîrokê de em ê îro jî ji bo bijîşkan, li gel bijîşkan têbikoşin.”