Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Di vê bangê de ji PKKê xwest ku xwefesih bike û dawî li şerê çekdarî bîne. Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKKê di 1ê adarê de biryara agirbestê îlan kir. Di 5-7ê gulanê de 12emîn kongreya xwe pêk anî û di 12ê gulanê de îlan kir ku wan dawî li şerê çekdarî aniye û PKK fesihkiriye. Dîsa li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 9ê tîrmehê, koma PKKê ku ji 30 kesan pêk dihat, di 11ê tîrmehê de bi merasimeke bi heybet çekên xwe şewitandin û destnîşan kirin ku ew êdî dawî li şerê çekdarî tînin û xwestin ku zemîna hiqûqî û siyasî bê avakirin. Lê ji 1ê adarê heta niha ku PKKê agirbest îlan kir, Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) êrîşên ezmanî û bejayî zêdetir kir. Li gorî raporên Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT), artêşa tirk bi sedan caran êrîşên hewayî û bejayî pêk aniye.
Bi sedan caran êrîş kirin
Li gorî daneyên Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT), Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di adarê de 118 caran êrîş û bombebaran li ser xaka Herêma Kurdistanê pêk aniye.
Li gorî rapor û daneyên CPTyê TSKê di 18ê nîsanê de 27 caran gundên Amêdiyê topbaran kir. Di 19ê nîsanê de TSKê bi balafirên şer û obusan Geliyê Mêwîn yê Çiyayê Metîna bombebaran û topbaran kir. Di 20ê nîsanê de 53 caran gundên dikevin sînorê Dihokê bombebaran kir. TSKê bi giştî di nîsanê de 210 caran êrîşî Herêma Kurdistanê kir.
TSKê di hefteya dawî ya meha gulanê de 128 caran êrîşî ser xaka Herêma Kurdistanê kiriye. TSKê 83 caran Çiyayê Nizarkê û 45 caran jî herêma Ber Garê topbaran kir. CPTyê da zanîn ku TSKê li xaka başûrê Kurdistanê herî kêm 18 caran êrîş pêkaniye.
CPTyê têkildarî bîlançoya dawî ya êrîş û dagirkeriya Dewleta Tirk a tîrmehê de jî parve kir û ev agahî dan: “Li gel ku PKKê çekên xwe îmha kir jî êrîş dewam dikin. Di daxuyaniya CPTyê de ya li ser malpera fermî ya saziyê hat weşandin, hat ragihandin ku di navbera 1-31ê tîrmehê de herî kêm 18 caran Tirkiyeyê bombebaran û êrîşên hewayî pêk aniye. Li gorî daxuyaniyê 17 êrîş li bejahiya Amediyê ya li sînorê parêzgeha Dihokê, êrîşeke bi droneyê jî li sînorê parêzgeha Silêmaniyeyê hat kirin.”
CPTê diyar kir ku 22yê tîrmehê li Dargele Musa Beg ya li Amediyê, gel xwest li malên xwe vegere, lê ji aliyê leşkerên tirk ên li herêmê ve hatin astengkirin.
Li gorî CPTyê, ji destpêka sala 2025an û vir ve Artêşa Tirk hezar û 696 caran êrîşên leşkerî li Herêma Kurdistanê kiriye ku di encama van êrişan de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Tê dîtin ku tevî PKKê di 1ê adarê de agirbest îlan kir û di 11ê tîrmehê de çek şewitand jî dîsa êrîşên TSKê yên li dijî axa Kurdistanê berdewam dike. Her çend di serê tebaxê de komîsyon li meclisê hat avakirin jî têkildarî van êrîşan de tu daxuyanî nedane.