16 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Trump: Erdogan bi Hamasê re têkilî danî

Ey Erdogan tu çawa dikarî li ruyê mirovahiyê binêrî, gava te gelên Serêkanî û Efrînê ji cih û warên wan der kirin, te çeteyên DAIŞî li malên wan bi cih kirin, ma ev ne guhertina demografiyê ye?

Di navbera Hamas û Îsraîlê de agirbest pêk hat. Ev bi biryara Amerîka û Trump pêk hat. Lê ka binêrin bê bi navbeynkariya kê? Bi navbeynkariya kesekî ku li erd û ezman dijminatiya kurdan dike, bê sedem serokên kurdan birêz Ocalan, ji parlamentarên kurd Selehattîn Demirtaş, Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven, Semra Guzel, Nazmî Gur, ji şaredarên kurd Selçûk Mizrakli, Ayşe Gokhan, Bekir Kaya û ji endamên komîteya navendî gelek kesan diavêje zindanê û tevî biryarên dadgehên neteweyî û navneteweyî naxwaze wan berde. Yek ji van jî li hember dewleta tirk çek bi kar neaniye, lê HAMASê li hember Îsraîlê bi sedan caran çek bi kar aniye û herî dawî di roja 7ê Cotmeha 2023an bi avêtina pênc hezar roketan êrîşeke mezin da destpêkirin û di encama vê êrişê de 1200 îsraîlî mirin û 250 îsraîlî dîl hatin girtin û revandin birin Xezzayê. Li ser tevna înternetê ji aliyê Hamasê ve videoyên îşkenceya li jinên cihû hatin kirin hatin weşandin. Tevî vê yekê Serokê Komara Tirkiyeyê Erdoganê ku neyartiya kurdan ji bo xwe wek prensîb dibîne, li gor gotina ji devê serokê Amerîkaya Yekbûyî Trump navbeynkariya HAMAS û Îsraîlê kiriye, bi serokên Hamasê re hevdîtin kiriye û ew îkna kirine ku bi Îsraîlê re li hev werin. Niha dixwazim ji Erdogan bipirsim:

-Tu derdikevî derveyî welêt û dibêjî “qedexekirina ziman sûcê mirovahiyê ye”, lê tu qedexeya li ser zimanê kurdî ranakî,

-Tu ji bo gelê Filistînê çareseriyeke bi du dewletan dixwazî, lê ji bo kurdan dibêjî “yan wê çekên xwe berdin yan wê tevî jin, zarok û hemû hebûna xwe werin kuştin”,

-Tu dikevî navbera Îsraîl û Hamasê, navbeynkariyê dikî ku êsîrên hamasî werin berdan, lê tu zindanên Tirkiyeyê tije kurd dikî, dayikên heftê salî, nexweşên li ber mirinê bi israr di zindanê de digirî,

-Tu ji bo Îsraîl û Hamas li hev werin hemû derfetên dewleta Tirkiyeyê bi kar tînî, lê ji bo li Rojava kurd nebin xwediyê statuyekê; bi tanq, top, drone û balefiran êriş dikî û gef li wan dixwî ku tev li Sûriyeyê nebin, tê wan qir bikî. Tu û Hakan Fîdan û Îbrahîm Kalin terorîstê DAIŞî Colanî li hemberî kurdan sor dikî û dixwazî li Halebê destkeftiyên kurdan têk bibî.

– Ger Îsraîl bibêje, “bila Filistîn tev li me bibe, di serî de Hamas hemû filistînî çekên xwe berdin û bila tiştekî ji me nexwazin, em ne qebûl dikin ew bibin dewlet, ne bibin xwedîfedere, ne bibin xwediyê xweseriyê, bila xwe fesh bikin, li hember me şer nekin, hemû çekên xwe bişewitînin û bi ku ve diçin bila biçin”, tê qiyametê rakî, lê tu heman tiştî bi zêdetirî bi serê kurdan de tînî û dîsa jî kela dilê te li kurdan hênik nabe.

– Gava li Xezzayê jin û zarok hatin kuştin, te Netenyahû bi teroristiyê tawanbar kir, lê tu derketî ser ekranên televizyonan û te gef li jin û zarokên kurdan ên ji bo azadiya zimanê dayikê daketibûn qadan xwar û got, “jin bin jî, zarok bin jî, ji bo tunekirina wan çi pêwîst be em ê bikin’’ û bi fermana te bi sedan jin û zarokên kurdan hatin kuştin.

-Ji ber ku leşkerên Îsraîlê ketin Xezzayê û mal û avahiyên wan xera kirin, te berê miletê da qadan û te gef li Îsraîlê xwar û te ew bi guhertina demografiya wir, valakirina axa filistîniyan û pêkanîna qirkirinê tawanbar kir, lê qet dilê te bi kurdan neşewitî gava te tanq, top û dozerên xwe şandin ser Cizîra Botan, Sûra Amedê, Hezex, Nisêbîn, Şirnex, Sîlopî, Gever, Lîce û Batmanê. Te malên kurdan bi erdê re kirin yek, jin, zarok û ciwan di jêrzemînan de bombebaran kirin û xanî bi ser serê wan de hilweşandin, ji tirsa zilma te dayikan termên zarokên xwe di sarincan de bi rojan li ba xwe girtin. Termên dayikan bi rojan li erdê li nav kolanan dirêjkirî man, te bi hezaran mirov ji cih û warên wan koçî metrepolan kirin û li wê derê mehkûmî rebenî û belengaziyê kirin. Te wek polîtîkayeke dewletê berê zarok û ciwanên kurd da madeyên hişbir û jiyan li wan kir jehr!

Ey Erdogan em kurd te vedixwînin duristbûnê! Çi ye ev durûtiya te? Çima ji bo filistîniyan aştî, wekhevî, azadî û xwedîdewletbûnê dixwazî, lê çima bi ser kurdan de bombe û roketan dibarînî, koletî, bêdadî, şer, mafxwarî, zilm, zordarî, înkar û îmhakirinê, bêzimanbûn, bêserwerbûn, bêmafmayîn û tunebûnê rewa dibînî? Ma ev ne durûtî, ne dijmintî, ne xwînxwarî û ne mafxwarî ye?

Ey Erdogan tu çawa dikarî li ruyê mirovahiyê binêrî, gava te gelê Serêkanî û Efrînê ji cih û warên wan der kirine, te çeteyên DAIŞî li malên wan bi cih kirin, ma ev ne guhertina demografiyê ye?

Ey Erdogan, ji aliyekî ve tu û Dewlet Bahçelî qala xwişk û biratî, aştî, dostaniya kurdan dikin, lê li aliyê din bi hezaran leşker û tanq û top li başûrê Kurdistanê, li bakurê Kurdistanê, li rojavayê Kurdistanê bi cih dikin û tenê riya mirinê, riya teslîmiyet û xiyanetê didin ber kurdan. Ev çawa dostanî, biratî û aştî ye, ku aliyek dewlemend dibe, serdar dibe, serwer dibe, dilxweş dibe, lê aliyê din feqîr dibe, bindest dibe, mehrûm dibe û xemgîn û tine dibe?

Ey Erdogan, tu dizanî bê te çend hezar kurd ji cih û warên wan rakirin û berê wan dan giştiya cîhanê û niha bi hezaran kurd li ber devê deriyê Ewropa, Îskandinaviya, Brîtanya û welatên din reben, perîşan, bê nasname, bê maf, bê heq û hiqûq dinalin?

Ey Erdogan, sîstema te û ya welatê te û ya dewleta te, zagonên vê dewletê, leşker, polîs û ajanên wê, çek û derfetên wê tev ji bo tunekirina kurdan dixebitin û tên bikaranîn. Dewleta te serê bi hezaran kurdan xwar, ji roja avabûna komara Tirkiyeyê heta îro we gelê kurd qir kir, we serokên kurd darve kirin û xistin gorên nediyar û heta îro jî we ev gor aşkere nekirine û wek Dayikên Şemiyê giştiya gelê kurd ji hembêzkirina hestiyên zarokên xwe û serokên xwe mehrûm kirin.

Ey Erdogan, ji aliyekî ve tu û Dewlet Bahçelî rojane heyetan dişînin Îmraliyê, bang lê dikin û qala rêyên aştî û çareseriyê dikin, lê tevî biryara dadgeha Mafê Mirovan ne azadberdana birêz Ocalan, ne ya Selahattîn Demîrtaş û ne ya bi sedan girtiyên kurd ên nexweş, ên bêsûc û bêguneh tenê ji bo kurd in we ew avêtine binê zindanan naxin rojeva xwe û dijmintiya xwe ya li hember hebûna kurdan didomînin.

Ey Erdoganê durû, tu wê navbeynkariya ji bo Hamas û Îsraîlê dikî, tu çima ji bo tirk û kurdan nakî? Gava tu ji Îsraîlê dixwazî êsîrên Hamasî berde, tu çima êsîrên di dest xwe de bernadî, gava tu ji bo filistîniyan ji Îsraîlê du-dewletbûnê dixwazî, tu çima ji bo kurdan federasyon, xweserî yan dewletbûnê rewa nabînî, gava tu Îsraîlê li hember filistîniyan û Hamasê wek dewleteke terorê û serokê wê Netenyahû wek terorîst bi nav dikî, tu çima li hember kurdan dewleta Tirkiyeyê wek dewleteke terorê û serokê wê Erdogan jî wek terorîst bi nav nakî? Gava tu ji bo qaşo vê terorîzma li hember Hamasê bi dawî bikî di navbnera Amerîka, Hamas û Îsraîlê de xwe diperitînî, çima tu dijmintiya kurdan dikî, gef li Rojava dixwî û kurdan bi piştgiriya Amerîka û Îsraîlê tawanbar dikî û dixwazî wan ji piştgiriya van dewletan mehrûm bihêlî? Ji bo tu hevdîtinekê bi Trump re bikî tu bergerê dikî, bertîlê didî, balefiran dikirî, lê gava amerîkî alîkariya Rojava bikin tu dilxerab dibî.

Ey Erdogan, çima tu wiha durû yî?