15 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Trump dewletên ku piştgiriyê didin Îranê hişyar kir

Donald Trump got ku dê welatên ku piştgiriya Îranê bike, ji aliyê Amerîkayê ve bi baca gumrikê ya ji sedî 25 bê cezakirin

Serokê Amerikayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medya dijîtal (Truth Social) de welatên alîkariya Îranê dikin hişyar kir. Di hişyariyê de destnîşan kir ku welatên alîkariya Îranê dikin dê bi baca gumrikê ya ji sedî 25 bên cezakirin.

Donald Trump di daxuyaniyê de bal kişand ser hovîtiya Îranê ya li dijî xwepêşanderan û wiha got: “Kîjan welat van êrişan ji nedîtî ve bê û destek bide rejîma Îranê em ê bi baca gumrikê ya ji sedî 25 wan ceza bikin.”

Donald Trump anî ziman ku ev biryar dê demildest bikeve meriyetê.