11 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Trump çima dixweze şerê Ukraynayê bisekine?

Serdar Elegez

Li gor plana Trump bimeşe şerê Ukraynayê dawî bibe. Yê zirar dît Ukrayna ye. Cihên Rûsyayê zeft kiriye dê destan de bimîne, Amerîka jî dê dest bide ser madenên Ukraynayê.

Mirovekî der barê wî de ewqas doz hatine vekirin tê darizandin, çawa dibe serokdewletê amerîkayê? Hesabê dewleta kur a Amerîkayê hebûn ku ev nefer dane bijartin. Çi planên qirêj hene bi destên wî didin kirin. Tişta balkêş ew e ku got ‘di nava 24 demjimêran de dikarim şerê Ukrayna yê bidim sekinandin’. Ev gotin vala nîne, hinek hesabên wî hene. DYA çi astengî li pêşiya xwe dîtiye yek û yek ji holê rakiriye. Niha li hemberî Amerîkayê Çîn heye. Aboriya Çînê roj bi roj xurt dibe. Ku wiha berdewam bike dê bibe hêza yekem ya emperyal. Amerîka ji niha de dixwaze hinek tedbîran bigire, bide jar kirin. Amerîka der û dorên Çînê dide vala kirin ji bo kes alîkariyê nedê. Di Rojhilata Navîn de li hemberî Îsraîlê çi gef xwarin hebe vana jî dide paqişkirin. Îranê xeter dibînin dibe Îran were jar kirin. Di vir de rola Rûsyayê derdikeve pêş. Niha Rûsya, Çîn û Îran di pir aliyan de peyman danîne, alîkarî didin hev. Trump dixwaze fitnekî bike îtîfaqa di navbera wan de bide belakirin.

Di şerê Rûsya û Ukrayna de çiqas çûne ser Rûsya de ji aliyê aborî de nikarîbûn bidin jar kirin. Ewropa û Amerîkayê embargo danîn ser Rûsya yê, Çîn, Îran û Kore ya bakur alîkarî dan planê wan vala derket. Rêya Trump ve Rûsya yê bêtesîr bikin ku dema çûyîna ser Îran û Çînê de Rûsya alîkarî nedê. Planê şerê Ukrayna yê bidin sekinandin. Rûsya doh de raziye. Eynî tişt ji bo Sûriyeyê jî kirin. Wisa dixwuyê serokê Amerîkayê Trump ji berê de şandeyê xwe rê kirin Putîn re qise kirine û gotine ‘tu alîkariyê nede Sûriyeyê, sekinandina şerê Ukrayna yê de em ê bibin alîkar‘. Rûsya pişgiriya Sûriyeyê nekir, Beşar Esad re jî qise kirin, ji bo wê jî şer nekirin, Colanî bi rehet çû Şamê.

Li gor dixuyê dê li Suudî Erebistanê Trump û Putîn hev bibînin. Zelenskî di nav civînê de tune ye. Ser navê Ukraynayê Trump biryaran digire. Ya Zelenskî re dimîne îmze kirine. Trump ‘Ev du salên me alîkarî ya daye we berdêla wê dibe hun bihayê 500 mîlyar dolarî madenê cîhanê de kêm peyda dibe bide me’ gotiye. Zelenskî mîna piyonekî li hemberî Rûsyayê bikaranîn, dema karê wî qediya dê bidin aliyekî. Wisa dixuyê erdê niha Rûsya yê zeft kiriye şûnde nade Ukrayna yê. Plana şerê Ukrayna ve Îsveç û Fînlandiya tev lî NATOyê kirin.

Li gor plana Trump bimeşe şerê Ukraynayê dawî bibe. Yê zirar dît Ukrayna ye. Cihên Rûsyayê zeft kiriye dê destan de bimîne, Amerîka jî dê dest bide ser madenên Ukraynayê. Ji roja ku şer destpêkir heta niha 8 milyon kes di nav Ukraynayê de cîhên xwe guherîn û 7,6 milyon jî welatê xwe terk kirin. Ber bombebaranê piranî wargehên jiyanê hatine xirakirin. Dewletên emperyal vê zirara Ukrayna yê naynin berçavan. Bedela mezin jî Zelenskî bide. Yên ew teşwîqî şer kirin niha jî lê xwedî dernakevin, muhalefetek xurt hebe, Zelenskî wê zû ji ser text were xwarê û di nav welat de şansê wî jiyanê jî namîne.

Rûsya çembera dorpêç kirinê dişkîne, erdê zeft kiriye destan de dimîne. Îhtîmala mezin ew ambargoya ku Ewropayê danîbû ser Rûsyayê dê rabe, petrol û gaza xwe bifiroşe ewropiyan. Bedela wan ji bo Rûsya alîkariyê nede Çîn û Îran ê. Rûsya çawa nêzîk bibe ne diyar e.

Di cîhanê de dewleta herî kevn Îran e. Amerîka dema Humeynî de jî xwe ceriband. Saddam Huseyîn mîna Zelenskî tuj kirin û şandin ser Îran ê. Şer 8 salan berdewam kir lê tu encam negirtin. Îran aliyê aborî de tengav bû. Li xwe ji berê xurtir kir. Niha bawer nakim bejayî de herin ser Îranê. Ambargo yê bidin ser ji bo jar bibe. Pirsgirêka kurd, azerî û beluciyan dikare derînin pêş, li hemberî Îranê alîkariya wan bikin. Encam nêzîkatiyên Îranê ve girêdaye. Îran jî mîna Sûriyeyê şaşitiyan bike rewşa wê xirab bibe. Rejîma Îranê xwe demokratîze bike mafên gelên Îranê nas bike tu pirsgirêk dernakevin. Îsraîl aliyê hewayî ve dikare êrîşê Îranê bike.

Çîn ji aliyê erdnîgarî û şêniyan ve dewletek mezin e. Ew rewşa dixuyê pêşiya Çînê vekiriye. DYA çiqasî tedbîran bigirin nikarin pêşiya Çînê bigirin. Çîn, pêşerojê de namzetê cîhanê de bibe dewletek emperyal yekem. Ji bo wê jî Trump dixweze dor Çînê bide valakirin tenê bide hîştin. Hêzbûna Çînê tê wateya jarbûna DYAyê. Li hemberî xwe reqabetê de Çînê dibîne.

Niha gorî DYA plan dike bimeşe krediya Rûsyayê bikeve kes wan bawer nekin. Putîn demek kurt e dibe hinek serkeftinê bîne li dem dirêj zirara Rûsyayê ye.Ya Trump belî ye, li cem wî nirx tuneye îroj hevale rojtira dinê neyare.vXêncî dolar tiştekî nafikire. Ji ber van nêzîkatiyên Trump nirxandinên demdirêj nayên kirin. Rast û çepên wî ne diyar e.

Trump, nêzîkatiya Ukrayna re dike, jî bo rojavayê Kurdistan jî derbas dibe. Te dît rojekê eskerê xwe ji Sûriyeyê deranî û erîşên Dewleta Tirk re rû bi rû dikare bihêle. Dibe kurd wisa nêzîk bibin û tedbîran bigirin. Ji derveyî hêza kurdan dibe yên derve ve pişta xwe girênede. Ser sanal medyayê pir kes hêviyek mezin bi Trump dikin were wan azad bike. Yên baweriya xwe pê tînin û xwe dixapînin bila Ukrayna û Zelenski bînin ber çavên xwe.

Dibe pirsgirêka Ukrayna de hemû kes jê azmûna derîne. Dewletên emperyal ji bo berjewendiyên xwe nêzîk dibin. Saddam Huseyîn şande ser Kuveytê dawî de darve kirin. Sîcîla Zelenskî pir qirêj bû. Evî şerî de were darizandin dawiya wî jî mîna Saddam Huseyîn bibe. Emperyalîzm mirovan mîna amûrekî bikartîne, karê xwe qedand dawî de davêje ser sergo. Niha dema Zelenskî bavêje ser sergo hatiye.