29 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Trump bû hevkarê agirbesta di navbera Kamboçya û Taylandê de

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump roja yekşemê weke îmzevanê hevkar tev li peymana agirbestê ya navbera Kamboçya û Taylandê de bû.

Peymana agirbestê li Kuala Lumpur ku paytexta Malezya ye, ji aliyê serokwezîrê Kamboçya Hun Manet û serokwezîrê Tayland Anutin Charnvirakul ve hat îmzekirin.

Trump di çarçoveya Lûtkeya Yekîtiya Neteweyî ya Asyayê ya Başûrêrojhilat (ASEAN) de serdaneke yekrojî li paytextê pêk tîne. Serokê DYAyê piştre wê biçe serdana Japonya û Koreya Başûr.

Artêşên her du welatan di meha tîrmehê de li herêma sînor di pevçûnên 5 rojan de êrîşên bi topan û hewayî pêk anîn, çekên giran bi kar anîn, herî kêm 43 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 300 hezar sivîl hatibûn tahliyekirin. Ev lihevnekirin demek dirêje di navbera her du welatan de têkildarî xeta sînor, dewam dike.

Di dawiya tîrmehê de, aliyan bi navbeynkariya Trump agirbesteke demkî îmze kiribûn. Trump dema ku çû Malezyayê daxuyanî da û got: “Ew bi serbilindî muzakere dike.” Trump pesnê “Peymana Aştiyê ya Mezin” dabû. Lê belê Wezîrê Karên Derve yê Malezyayê Mihemed Hesen destnîşan kir ku belgeya nû “peymana aştiyê nîne, peymana agirbestê ye”.

Mihemed Hesen ragihand ku peyman pêşbînî dike ku çavdêrên herêmî li herêmên xwe bên erkdarkirin, çekên giran bên vekişandin û xebatên paqijkirina mayinan bên destpêkirin. Wezîr Mihemed Hesen got: “Armanc ew e ku agirbest neyê binpêkirin.”

Bi dehan kamboçyayiyên ku ji ber şer ji cihên xwe bûne, hîna li nêzî sînor di kampên demkî de jiyana xwe didomînin. Tayland jî diyar kir ku eger Kamboçya çekên xwe yên giran vekişîne, herêmên sînor ji mayinan paqij bike û welatiyên li sînor tahliye bike, ew ji hevdîtinan re vekirî ye.